Cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurd li Amedê tên bibîranîn. Gelê Amedê û malbatên şehîdan hest û baweriya xwe bi awirên xwe nîşan dan. Wêneyên ku ketin ber kadraja ajansa me gelek hestan tîne li ber çavan.
Di pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Amedê de cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurd ên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li eywana dawetê ya Geterler a li navçeya Rezan a Amedê tên bibîranîn. Bernameya bîranînê di roja duyemîn de berdewam dike. Malbatên cangoriyan di bîranînê de li ber wêneyên zarokên xwe amade û bi sekneke serbilindî rûdinin. Gelê Amedê bi girseyî ji malbatên cangoriyan re sersaxî xwestin û tev li hestên wan bûn. Bername ne bîranîn bû, bîra dîroka gelê Kurd bû. Hestiyarî, dilnizmî û hevparî di bernameya bîranînê de xwe dide der.
Kêliyên bîranîna cangoriyên azadiyê ketin ber kadraja ajansa me.







































