• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Şemiyê aqûbeta Mehmet Gunkan pirsîn

Stenbol / AW

22 TEBAX 2026 - 12:37
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê di hefteya 1117emîn de li aqûbeta Mehmet Gunkan ê ku 32 sal berê hatiye windakirin pirsin û wiha gotin: “Leşkeran di 18ê Tebaxa 1994an de bang li Mehmet Gunkan kir. Mehmet Gunkan çû qerekolê û êdî tu agahî jê nehat girtin. Aqûbeta Mehmet Gunkan di tarîtiyê de hat hiştin.”

Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila windakirî werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1117emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê, Dayikên Aştiyê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Gunkan ê ku 32 sal berê hatiye windakirin, hat pirsîn.

Dayika Şemiyê Yasemîn Bektaş metna daxuyaniyê xwend.

‘Tevî hemû serlêdanên malbatê, tu lêpirsîn nehat meşandin’

Yasemîn Bektaş diyar kir ku ew îro li aqûbeta Mehmet Gunkan ê 32 sal beriya niha hatiye windakirin dipirsin û got: “Mehmet Gunkan muxtarê gundê Dernoyê yê navçeya Hênê ya Amedê bû. Li gund di 13ê Hezîrana 1994an de pevçûnek derket. Piştî pevçûnê cendirmeyan êrîşî gund kir û gund vala kirin. Gundiyên binçavkirî birin qerekolê, piştî hefteyekê gundî hatin berdan, Mehmet Gunkan jî di nav wan de bû. Mehmet Gunkan rastî îşkenceyê hatibû, derketibû televîzyonan û qala îşkenceyê kiribû. Mehmet Gunkan wiha gotibû: “Leşkeran gundê me şewitand. Cendirmeyan me bir Qereqola Topcularê û li wir îşkence li min kirin. 430 kes ji gund derketin. Ez jî hatim Enqereyê û alîkarî ji desthilatdarên dixwazim.” Mehmet Gunkan piştî ji Enqereyê vegeriya, leşkeran di 18ê Tebaxa 1994an de gazî Mehmet Gunkan kir. Mehmet Gunkan çû qereqolê û êdî tu agahî jî nehat girtin. Malbat ji bo aqûbeta Mehmet Gunkan hîn bibe, serî li tevahî saziyên dewletê da. Tevî hemû serlêdanên malbatê, tu lêpirsîn nehat meşandin. Aqûbeta Mehmet Gunkan di tarîtiyê de hat hiştin.”

Çalakî bi danîna qerenfîlan li Qada Galatasarayê bi dawî bû.

 

Etîket: 32 sal berêDayik-Mirovên Şemiyêhefteya 1117Mehmet GunkanYasemîn Bektaş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Bila hestiyan bidin, em ê bi destê xwe bavê xwe veşêrin’

‘Bila hestiyan bidin, em ê bi destê xwe bavê xwe veşêrin’

15 TEBAX 2026
Dayikên Şemiyê aqûbeta Hasan Gulunay pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Hasan Gulunay pirsîn

4 TÎRMEH 2026
Dayikên Şemiyê: Yên Mûrat winda kirine nehatin darizandin

Dayikên Şemiyê: Yên Mûrat winda kirine nehatin darizandin

20 HEZÎRAN 2026
Dayik-Mirovên Şemiyê aqûbeta Talat Turkoglu pirsîn

Dayik-Mirovên Şemiyê aqûbeta Talat Turkoglu pirsîn

4 NÎSAN 2026
Dayikên Şemiyê: Cuneyt Aydinlar ê ku berî 32 salan hatiye binçavkirin li ku ye?

Dayikên Şemiyê: Cuneyt Aydinlar ê ku berî 32 salan hatiye binçavkirin li ku ye?

28 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne