Endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin û Platforma Şiyar Be yên Wanê, serdana malbat û Dayikên Aştiyê ji bo îfadeyê hatine vexwendin kirin. Neslîhan Şedal bertek nîşanî vexwendina îfadeyê ya çalakgerên li dijî hişbirê têkoşiyane da û got: “Li dijî aqilê ku hewl dide li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet belav bike, em ê li her kolanê berxwedana xwe didomînin.”
Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û endamên Platforma Şiyar Be ya Wanê serdana Dayikên Aştiyê yên ku li Taxa Xaçortê ya girêdayî navçeya Rêya Armûşê kirin ku polîsan ji ber nobeta li dijî hişbirê ji bo îfadeyê gazî wan kiribûn. Serdan, di çarçoveya civîna Meclîsa Şaredariyê ya meha Tebaxê de bi mebesta balkişandina ser madeyên hişbir pêk hat û gelek kes tev li hevdîtina li taxê bûn.
‘Polîtîkayên şerê taybet bi zanebûn tên meşandin’
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal a qeyim li şûna wê hatiye kirin, di serdanê de axivî û got: “Her çiqas vîna me were desteserkirin jî, em li hemberî hemû pirsgirêkên civakî çalakî û xebatên xwe didomînin. Li dijî aqilê ku hewl dide li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet belav bike, em li her kolanê berxwedana xwe didomînin. Îro jî em li Xaçortê ne û hatin çalakiya dayikên xwe piştgirî bikin. Pergal dixwaze polîtîkayên xwe yên qirêj li ser axa me berfireh bike. Ev polîtîka bi awayekî zanebûn tên meşandin.”
‘Em li cem malbatên xwe ne
Hevşaradar Abdullah Zeydan jî di serdanê de axivî û got: “Dayikên me bi girtina nobeta li dijî hişbirê xwestin pêşî li jehrîkirina ciwan û zarokan bigirin. Tevî vê xebata hêja ya dayikan, dewlet li şûna ku firoşkarên madeyên hişbir bibîne û hesab ji wan bixwaze, dayikan gazî îfadeyê dike. Ev tiştekî nayê qebûlkirin e. Em ê heta dawiyê li cem malbat û dayikên xwe bin.”
‘Zextên dewletê kêm nabin, em li benda piştgiriyê ne’
Dayika Ayten Sargul a ku ji bo îfadeyê hatibû gazîkirin jî wiha axivî: “Ji bo ku madeyên hişbir neyên firotin me li vir dest bi nobetê kir lê zextên dewletê kêm nabin. Em li benda piştgiriya we ne.”
Piştî hevdîtinê, şande ji bo piştevaniyê, serdana malên şêniyên taxê yên ku hatibûn binçavkirin û ji bo îfadeyê gazî wan kiribûn, kir.















