• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
20 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Gelê Bismîlê li dijî tiryak û çetebûyînê meşiya

Amed / AW

17 TEBAX 2026 - 23:24
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li taxa Akpinarê ya Bismilê li dijî hişbirî, fuhûş û çetebûnê meşeke girseyî hat lidarxistin. Hevserokê DEM Partiyê yê Bism8lê Cemîl Tekînoz di çalakiyê de axivî û bang kir ku divê paşeroja ciwanan û civakê bê parastin.

Li taxa Akpinarê ya Bismilê ya Amedê li dijî hişbirî, fuhûş û çetebûnê meşeke girseyî hat lidarxistin. Di meşê de dirûşmeyên ‘Bismil şiyar be xwedî li ciwanên xwe derkeve’, ‘Bijî berxwedana ciwanan’ û ‘Ciwan dimeşe erd û ezman diheje’ hatin berzkirin. Pankart û dovîzên ku li ser  ‘Ji hişbirê re na’, ‘Bismil li ciwanên xwe xwedî derkeve’, ‘Hişbir û fihûşê tine bike’, ‘Em tu carî rê nedin we’ hatin nivîsansin hatin gerandin. Hevserokên DBPê yên Bismilê Nerîman Bakir û Reşat Ulug, endamên meclisa Şaredariya Bismilê û bi sedan welatî beşdarî meşê bûn. Di meşê de welatiyan berteka xwe ya li dijî hişbirî, fuhûş û çetebûnê anîn ziman. Piştî meşê, Hevserokê DEM Partiyê Cemîl Tekînoz daxuyanî xwend.

‘Werin em bi hev re xwedî li taxên xwe derkevin’

Di axaftina xwe de Cemîl Tekînoz bal kişand ser girîngiya meşa girseyî û got: “ Îro em li vir ne tenê ji bo ku pirsgirêkekê bînin ziman; em li vir in ku paşeroja zarokên xwe, ciwanên xwe û civaka xwe biparêzin. Têgihîştina civaka demokratîk a ku em wek DEM Partiyê li dijî hişbirî, fihûş û çetebûnê diparêzin; civakeke ku ciwan tê de bi azadî dikarin xwe rêxistin bikin, jin tê de wekhev û azad dijîn, zarok tê de di nava ewlehiyê de mezin dibin, gel û bawerî tê de bi hev re jiyaneke wekhev ava dikin îfade dike. Ji ber vê yekê, em têkoşîna li dijî hişbirî, çetebûn û her cûre pergala mêtingeriyê ya ku rûmeta mirovan dike armanc, wek parçeyekî veneqetiyayî yê têkoşîna civaka demokratîk dibînin. Werin em bi hev re xwedî li taxên xwe derkevin; em ciwanan ne ber bi tenêtiyê, ber bi piştevaniyê ve; ne ber bi bêhêviyê, ber bi jiyana rêxistinkirî ve; ne ber bi girêdayiyê, ber bi azadiyê ve bibe. Li dijî hişbiriyê, çeteyan û polîtîkayên ku civakê rizyayî dikin bêdeng nemînin. Em jiyana demokratîk, ekolojîk û azadîxwaza jinê bi hev re mezin bikin.”

‘Li dijî rizîbûnê civaka demokratîk rêxistin dikin’

Cemîl Tekînoz di dawiya axaftina xwe de Pêvajoya Aştî û Ciwaka Demokratîk bibîr xist û got: “ Ev nêzî du sal in ku geşbûna pêvajoyeke demokratîk û aştiyane, bi pêşengiya Rêber Apo tê  meşandin. Ev rewş, hêvî û baweriya me ya li hember aştiya civakî hêj bêtir bihêz dike. Lê belê li ber çavên me bi destê bazirganên hişbiriyê ciwanên me ber bi mirinê ve têne kaşkirin. Ciwan paşeroja civakê ne. Parastina paşeroja me berpirsiyariya me hemûyan e. Werin em bi hev re xwedî li zarokên xwe, ciwanên xwe û paşeroja xwe derkevin. Em bawer dikin ku riya parastina ciwanan ne ji zextê; ji bihêzbûna siyaseteke demokratîk, perwerdehiya biqalîte, îstihdama ewledar, zêdebûna qadên çand û hunerê û piştevaniya civakî ya bihêz derbas dibe. Îro em careke din radigihînin.Li dijî hişbiriyê em jiyanê diparêzin. Li dijî çetebûnê em civaka demokratîk rêxistin dikin. Li dijî mêtingeriya jinê û her cûre tundiyê em jiyana wekhev û azad mezin dikin. Li dijî tenêtiyê piştevaniyê, li dijî bêumidiyê civaka rêxistinkirî mezin dikin. Xwedî li malbatên xwe derkevin, xwedî li ciwanên xwe derkevin, xwedî li rûmeta xwe derkevin. Sonda me heye ku em ê parastina mafê jiyana birûmet û azad a mirov bidomînin.”

Piştî daxuyaniyê girse belav bû.

Etîket: Bismilçetebûnfihûşhişbirmes
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

20 TEBAX 2026
Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

19 TEBAX 2026
Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026
Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

17 TEBAX 2026
Alîgirên Amedsporê: Em ê li dijî hişbir, fihûş û çetetiyê li ber xwe bidin

Alîgirên Amedsporê: Em ê li dijî hişbir, fihûş û çetetiyê li ber xwe bidin

16 TEBAX 2026
Li Bismilê li dijî hişbirê meşek hate lidarxistin

Li Bismilê li dijî hişbirê meşek hate lidarxistin

11 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 2
    Zeynep Yaş: Hebûna çandî bi naskirin, komkirin, dariştin û jiyînê dibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne