• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
20 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Karkerên madenê: Sebahattîn Yildiz bûyê patronê wezaretê jî

Serhat Toptaş / AW

17 TEBAX 2026 - 10:31
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Karkerên madenê ku ji bo destheqê xwe bigiren hatine Enqereyê bi tevî binçavkirin û zexta polîsan jî çalakiyên xwe didomînin, diyar kirin ku wezaret xwediyê holdingê diparêze û wiha gotin: “Sebahattîn Yildiz bûyê patronê wezaretê jî.”

Karkerên madenê yên giredayê Sendîkaya Madenê ya Xweser ku li Holdînga SSS a Yildizê yê Doruk Madenê û Etî Gumuş Madenê ya Xerpêtê dixebitin ji bo destheqê xwe hatin Enqereyê. Karkerên ku xwestin bi Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî re hevdîtin bikin li Enqereyê dest bi çalakiyê kirin. Karkerên gelek caran rastî astengiya polîsan hatin di 7 rojên çalakiyê de 3 caran hatin binçavkirin. Her wiha malbatên karkeran ku ji bo piştgiriyê hatibûn Enqereyê ew jî bi karkerên madenê re hatin binçavkirin û 29 seatan di bin çavan de man. Lê tevî binçavkirin û astengiyan jî karker li ber tavê çalakiya xwe didomînin.

Karker bi biryar in ku heta destheqê xwe bi destbixîn dê çalakiya xwe bidomînin. Karkerên di Şîrketa Etî Gumuş Madenê ya Xerpetê dixebitin û ji bo heqdestê xwe 8 roj in li Enqereyê ne ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.

‘Debara navçeya Madenê şîrketa Etî Gumuş Madenê xira kir’

Ji karkerên madenê Necatî Denîz ku niştecihê navçeya Madenê ya Xarpetê bi salane di şîrketa Etî Gumuş Madenê de xebiteye. Necatî Denîz anî ziman ku şîrketa Etî Gumuş Madenê bandoreke neyî li ser navçeya Madenê ya Xarpetê kiriye û wiha got: “Debara niştecihên Madenê li ser madenê bû. Sebahatîn Yildiz fabrîkaya Madenê betal kir, Maden xirap bû. Li Madenê xanî û lokanta êdî pir kêm mane û li Madenê zarok nemane, mirov nemane, kes nema ye. Ji ber ku hafrîyat xistin fabrîkayê û dest danî ser navçeya me û navçeyê ruxand. Ji ber vê yekê em her yek bi cihekî vê belavbûn. Welatê me Sebahatîn Yildiz hilweşand. Dewlet jî pişta Sebahatîn Yildiz digire û jê re torpîl dike. Dewletê her tiştê me da Sebahatîn Yildiz û ew jî li me îşkence dike. Ez li cem wî 7 salan xebitîme lê pereyê min neda. Pehîneke li me xistin û gotin hûn bi ku ve diçin biçin. 450 milyon pereyê karkeran di hundir de ye. Ji bo 49 salan îhale dane Sebahattîn Yildiz û xaniyên me xirakirine. Kar tune bû em jî mecbûr man ku bixebetin.”

‘Wezaret xwediyê Holdîngê diparêzê’

Ji karkerên madenê Ramazan Ustun ji sala 2003yan vir ve di Şirketa Etî Gumuş Madenê ku giredayê Holdinga SSS a Yildizê ye de dixebite. Ramazan Ustun da zanîn ku ew rastî neheqiyên mezin tên û wiha qala neheqiyên ku tên kir: “Me 12 seatan dixebitîn û destheqê me jî nadin. Ji ber vê em tevî malbat maxdûr bûne. Gotin em ê destheqê we di 6ê Tebaxê de bidin. Em xapandin. Em jî ji bo destheqê xwe hatin Enqereyê. Piştî çalakiyê destheqê 3 mehan dan. Lê ew sal û nîveke ku em derxistine betlaneyê û heqê wê jî nedan. Sîgortayên me jî birîne. Em li dijî vê yekê di çalakiyê de ne. Lê her roj me binçav dikin. Em nizanin sûce me çi ye. Ji bo vîna me bişkînin sibe digirin û derengiya şevê berdidin. Wezaret xwediyê Holdinga Yildizê Sebahattin Yildiz diparêze. Em li vir her tim di bin dorpêçe de ne. Nahêlinê em heqê xwe bixwazin. Sebahattîn Yildiz di nav keyfê de ye û em jî li vir di nav belangaziyê de ne. Di karên zehmet de dixebitin û di ser de jî heqê me nadin. Em nizanin derdê xwe ji kê/î re bibejîn. Em ji bo piştgiriya spasiya parlamenterên DEM Partiyê dikin.”

Ji bo tev li bernameya AKPê nebin hatine binçavkirin

Di berdewama axaftina xwe de Ramazan Ustun bi lêv kir ku ji ber bernameya salvegera 25emîn a damzerandina AKPê ew bi malbatên xwe re hatine binçavkirin û wiha got: “Me xwest tev li bernameya salvegera 25emîn a damezrandina AKPê bibin û li wir daxwazên xwe bînin ziman. Lê ji bo em tev li bernameyê nebin em binçavkirin. Zarokên Sebahattîn Yildiz li ber behrê xwe didin tavê û dişewitin, ên me jî di kar de û di çalakiyê de li ber tavê dişewitin.”

Ji ber qezaya kar 8 rojan di komayê de maye

Mehmet Abîş jî ji navçeya Erxanî ya Amedê ye û ew jî ji bo heqdestê xwe di çalakiyê de ye. Mehmet Abîş da zanîn ku wî li ser kar qeza derbaskiriye û 8 rojan di komayê de maye û wiha axivî: “Ew du sal in em bê muçe derxistine betlaneyê û tu mafê me jî nadin. Em ji bo heqdestê xwe di çalakiyê de ne lê zilmeke mezin li me dikin. Çavê malbat hemûyan li destê me ye. Ji ber deynan em nikarin derkevin sûkê. AKP û Wezerat li pişt şîrketê ne, em çi jî bikin heqê me nadin. Ez bi zorê kirim ajokarê sondajê. Min qeza derbas kir. Ez 8 rojan di komayê de mam. Ji min re gotin em ê alîkariya te bikin lê ez bê mûçe derxistim betlaneyê. Ez niha nikarim di karekî din de jî bixebitim.”

‘Sebahattin Yildiz bûyê patronê wezaretê jî’

Ji karkerên madenê Murat Çelîk jî ji navçeya Erxanî ya Amedê ye û ji sala 2021an vir ve karê madenê dike. Murat Çelîk anî ziman ku xwediyê Holdinga SSS a Yildizê Sebahattin Yidiz bûyê patrona wezaretê jî û wiha axivî: “Di sala 2024an de em ji kar derxistin û destheqê me nedan. Piraniya karkeran bê mûçe derxistin betlaneyê û mûçeyên wan nedan. Divê wezaret li ser holdîgê bigre û heqê karkeran bistîne. Walîtiya Enqereyê çalakiyan qedexe dike ku em heqê xwe negerin. Xebatkar hemû di bin zilmê de ne û ew jî di kêyfa xwe de ne. Em zarokê xwe dişînin dibîstanan em nikarin pere texine berika wan. Sebahattîn Yildiz bûye patronê wezaretê û ew çi bejê wisa dikin.”

Holdîna SSS a Yildizê bê ruhsat xebitî ye

Ji karkerên madenê Suat Akinci ku ji navçeya Madenê ya Xarpêtê ye û wiha qala nelirêtiyên holdînge kir: “Holdînga SSS a Yildizê cihê ku bikar tîne çend salan bê rûhsat bi kar aniye. Holdîng derewan dike û heqê me nade. Ew holdîng çend salan bê ruhsat xebitî. Lê tiştek ji wan nekirin. Em jî ji bo heqdestê xwe çend roj in li vir di bin tavê de ne.”

Etîket: Karkerên madenêMehmet AbîşMurat ÇelîkNecatî DenîzRamazan UstunSebahattîn YildizSuat AkinciYildiz Holdîng
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Tişta ku wezaret û Holdînga Yildizê li me dikin bê wijdanî ye”

‘Tişta ku wezaret û Holdînga Yildizê li me dikin bê wijdanî ye”

20 TEBAX 2026
Karkerên li ber xwe didin: Bila dewlet qeyim biavêje ser holdîngê jî!

Karkerên li ber xwe didin: Bila dewlet qeyim biavêje ser holdîngê jî!

19 TEBAX 2026
‘Me dibînin û dibihîzin, lê pirsgirêkên me çareser nakin’

‘Me dibînin û dibihîzin, lê pirsgirêkên me çareser nakin’

18 TEBAX 2026
Otomatik taslak

Çalakiya karkeran di roja 8an de ye: Dê çalakiya me 24 seatan bidome

17 TEBAX 2026
Çalakiya karkeran di roja 6an de ye

Çalakiya karkeran di roja 6an de ye

15 TEBAX 2026
Karkerên madenê hatin berdan

Karkerên madenê hatin berdan

15 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 2
    Zeynep Yaş: Hebûna çandî bi naskirin, komkirin, dariştin û jiyînê dibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne