Karkerên madenê ev 17 roj in ji bo destheqê xwe li ber Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî di nav çalakiyê de ne. Parêzerê Sendîqaye Mursel Under diyar kir ku hevdîtinên bi holdîngê re kirine erênî pêk hatine û ew nêzî encamê ne.
Karkerên madenê yên giredayê Sendîkaya Karên Madenê ya Xweser ên ku li Holdînga SSS a Yildizê yê Doruk Madenê û Etî Gumuş Madenê ya Xerpetê dixebitin, ji bo destheqê xwe bigirin hatin Enqereyê. Karkarên ku hatin Enqereyê bi daxwaza hevdîtinê bi Wezerata Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî re bikin, ev 17 roj in li ber wezaretê di nav çalakiyê de ne. Karker li bendê ne ku bi wezaretê re hevdîtin bikin û nedayîna destheqê wan çareser bikin.
Karker tevî malbatên xwe bi otobusan ve hatin ber wezaretê. Li vir parêzerê sendîqayê Mursel Under li ser rewşa hevdîtinan û rewşa çalakiyê daxuyaniyek da. Karker û malbatên wan di daxuyaniye de amede bûn.
‘Em ê sibê encamê ragihînin’
Mursel Under diyar kir ku wan duh biryar girtibûn heta ber Serokkomariyê bimeşin û wiha got: “Duh heta derengê şevê heyetekî me bi nûnerên holdîngê re hevdîtin kirin. Ew hevdîtin erênî pêk hatin. Ji ber vê jî em îro rewşa çalakiyê diguherînin. Heyetek ji parazêrên sendîqayê pêk tê, hevdîtina li gel rayedarên holdingê dê îro jî bidomîne. Karker û malbatên wan jî ji bo serokê sendîqayê Gokay Çakir û pisporê rêxistinkirinê Başaran Aksu ku duh hatibûn binçavkirin, li ber Dadgeha Enqereyê ne. Em ji nêz ve rewşa wan dişopînin. Em pir nêzî encamê ne. Li ser hevhatinê bi holdîngê re dan û standin tên kirin. Em ê sibê encama herî dawî ragihînin.”
Piştî daxuyaniyê karker û malbatên wan ji bo şopandina rewşa binçavkiriyan çûn ber Dadgeha Enqereyê.




















