Karkerên madenê ku ji bo destheqê xwe di çalakiyê de bûn bi tevî malbatên xwe hatin binçavkirin. 84 karkerên madenê ku bi tevî malbatên xwe ji duh ve di bin çavan de bûn di seatên şevê de hatin berdan.
Karkerên madenê yên giredayê Sendîkaya Madenê ya Xweser ên ku li Holdînga SSS a Yildizê yê Doruk Madenê û Etî Gumuş Madenê yê Elezîzê dixebitin ji bo destheqê xwe hatin Enqereyê. Karkerên xwestin bi Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî re hevdîtin bikin dest bi çalakiyê kiribûn. Karkerên ku ji aliyê polîsan ve hatin astengkiri di 4 rojên çalakiyê de 3 caran hatin binçavkirin. Herî dawî Serokê Sendîkaya Madenê ya Xweser Gokay Çakir û pisporê rêxistinkirinê Başaran Aksu jî di nav de 84 karker bi malbatên xwe re hatin binçavkirin. Ji bilî Başaran Aksu ku bi hinceta “Heqret ji peywîrdarên dewletê re kiriye” hemû karker û malbat di seatên şevê de hatin berdan. Pîşti ku karker hatine berdan dê di seat 11an de dîsa ji bo hevdîtinê li ber Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî çalakiya xwe bidomînin.













