Serokê Amedsporê Nahît Eren serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kir û formayê Amedsporê diyarî Erdogan kir.
Amedsporê li ser hesabê xwe yê fermî ragihand ku li ser vexwendina Serokkomar Recep Tayyip Erdoğan, bi beşdariya serok, rahêner û lîstikvanên ku derketine Trendyol Super Lîgê, li Kulliyeya Serokkomariyê hevdîtinek hat lidarxistin.
Serokê Amedsporê Nahît Eren, Cîgirê Serokê Amedsporê Şengul Saruhanoglu, Rahênerê Amedsporê Besnik Hasi û lîstikvanên Amedsporê Mehmet Yeşil û Cem Ustundag beşdarî hevdîtinê bûn.
Di daxuyaniya hat parvekirin de hat gotin ku di hevdîtinê de, serok , rahêner û lîstikvanên Amedsporê yek bi yek axivîn û bal kişandin ser rola werzişê ya di xurtkirina hestên yekbûn, piştevanî û aştiyê de û hêvî kirin ku sezona nû ji bo hemû kuluban serkeftî û bi ruhê fair-playê de derbas bibe.
Heyetê bal kişand ser girîngiya rengvedana aliyê werzişê yê ku hestên dostanî,xwişk-biratî û piştevaniyê xurt dike û daxwaz kir ku sezona 2026-2027an a Trendyol Super Lîgê ji bo hemû kuluban bi xêr û serkeftî be û wiha gotin: “Em hêvî dikin ku sezona nû ji bo hemû kulubên me bi xêr û serkeftî derbas bibe û ji bo vexwendina wî ya nazik em spasiya Serokkomar Birêz Recep Tayyip Erdogan dikin.”















