6 ciwanên ku tev li nobeda Qada Batikentê ya li dijî hişbir û fihûşê hatibû lidarxistin bibûn duh hatibûn binçavkirin. Ji van 3 ciwan hatin girtin.
Koma Alîgirên Amedsporê ya bi navê KuçeAmed û ciwanan ji bo piştevaniya pêngava “Rabin” ku Platforma Şiyar Be li dijî hişbir û fihûşê daye destpêkirin li Qada Batikentê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê di 5ê Tebaxê de ji bo sê rojan çalakiya nobedê li dar xisti bûn. 6 ciwanên ku tev li çalakiya nobetê bûn duh hatin binçavkirin. Ciwanên bi navê Hejar Başer, Mazlûm Dogan Sarikaya, Mûhammed Şakar, Fûrkan Koç, Mûrat Aslan û Suleyman Ay ku li Miduriyeta Polîsan a Amedê îfadeyên wan hate wergirtin dê îro sewqî dadgehê hatin kirin. Hate diyarkirin ku ciwan bi îdiaya “Li dijî qanûna meş û xwepêşandanê derketine” û “birîndakirinê” hatine binçavkirin.
Ji 6 ciwanên sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin Hejar Başer, Mazlûm Dogan Sarikaya û Fûrkan Koç ji heman îdiayan hatin girtin û ew şandin girtîgehê













