• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Metîngeriya li ser jin û xwezayê bi hev re girêdayî ne’

Bedlîs / AW

7 TEBAX 2026 - 15:13
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Aktivîsta TJAyê Sebahat Tuncel a di çalakiya serdana Gola Krater ên Nemrûdê axivî, bal kişand ser nêzîkatiya li hemberî jin û xwezayê û wiha got: “Metîngeriya li ser jinan bi metîngeriya li ser xwezayê re girêdayî ye û weke jin em çawa têkoşîna azadiyê dimeşînin, divê em li hemberî talana xwezayê jî rawestin.”

Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê ku ji aliyê Şaredariya Tetwanê ve bi dirûşma ‘Li Tetwanê çand heye, huner heye, em hene’ tê meşandin, di roja xwe ya 8emîn de bi serdana Gola (Gehr) Krater ên Nemrûdê berdewam kir. Bernameya serdanê bi performansa Koma Erbaneyê ya KASEDê dest pê kir. Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel, nûnerên saziyên sivîl û partiyên sizyasî û gelek welatî tev li bernameyê bûn.

‘Mijara ku em ê herî zêde nîqaş bikin ekolojî ye’

Aktivîsta TJAyê Sebahat Tuncel di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dîrok û girîngiya Gola Kraterê ya Nemrûdê û paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan bi bîr xist û wiha got: “Mesele ne tenê li dijî talankirina xwezayê derketin e; mesele di heman demê de avakirina siberojeke azad û xwedîderketina li perspektîfa ekolojîk e. Ekolojî tenê parastina derdorê nîn e, şêweyekî jiyanê û felsefeyek e. Di heyama pêşiya me de mijara ku em ê herî zêde li ser bisekinin û nîqaş bikin dê ekolojî be. Ji ber feraseta ku xwezayê nebîne û li ser xwezayê her tiştî wek maf bibîne, îro jîngehek ku em lê bijîn nehiştiye. Krîza avhewayê ya îro rasterast berhema feraseta ku xwezayê wek çavkaniya qezencê dibîne ye. Çavkaniyên xwezayê ji bo herkesî bi awayekî wekhev bes in.”

‘Têkoşîna azadiya jin û parastina xwezayê yek in’

Sebahat Tuncel di axaftina xwe de nêzîkatiya li ser xwezayê û ya li ser jinan bi hev ve girê da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Nêzîkatiya li hemberî xwezayê, di heman demê de nêzîkatiya li hemberî jinan e. Ev mijar yek ji xalên bingehîn ên têkoşîna azadiya jinan e. Em her dem diyar dikin ku metîngeriya li ser jin û ya li ser xwezayê rasterast bi hev re têkildar in. Zext, tundî û qirkirina li ser jinan di heman demê de encama desthilatdariya li ser xwezayê ye. Em wek jin çawa têkoşîna azadiyê dimeşînin, divê em li hemberî van polîtîkayên mêtîngeriyê yên li ser xwezayê jî nerazîbûna xwe nîşan bidin. Em ê tev de jiyana demokratîk ava bikin.”

Piştî axaftinê bername bi gera ber bi behrê ve bi dawî bû.

Etîket: Gola Krater ên NemrûdêNemrûdSebahat TuncelTetwan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bîranîna Şengalê: Tevgera Azadiyê nebûya dê encam xirabtir bûya

Bîranîna Şengalê: Tevgera Azadiyê nebûya dê encam xirabtir bûya

3 TEBAX 2026
‘Li şûna helwesta ‘bisekine û bibîne’ divê em hîn çalaktir bin’

‘Li şûna helwesta ‘bisekine û bibîne’ divê em hîn çalaktir bin’

2 TEBAX 2026
58emîn Mîhrîcana Tetwanê bi meşê destpê kir

58emîn Mîhrîcana Tetwanê bi meşê destpê kir

31 TÎRMEH 2026
Bernameya Mihrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê diyar bû

Bernameya Mihrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê diyar bû

25 TÎRMEH 2026
Sebahat Tuncel: Aştiya esasî bi mîsogerkirina azadiya gelê Kurd gengaz e

Sebahat Tuncel: Aştiya esasî bi mîsogerkirina azadiya gelê Kurd gengaz e

12 TÎRMEH 2026
Gundê Porê: Li qeraxa Behra Wanê şibakeyek bihûştê

Gundê Porê: Li qeraxa Behra Wanê şibakeyek bihûştê

10 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne