Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk di 12yemîn salvegera komkujiya Şengalê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ew hovîtiya li ser Kurdên Êzidî ji bîr nakin. Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bang li civaka navneteweyî, dewletên herêmê û hikûmeta Iraqê kir ku komkujiyê wekî jenosîd qebûl bikin û statuya taybet a Şengalê nas bikin.
Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi boneya 12yemîn salvegera êrişên çeteyên DAIŞê yên li ser Şengalê û destpêkirina qirkirina li dijî civaka Êzidiyan a ku di 3yê Tebaxa 2014an de pêk hat, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser qetlîamên li dijî Kurdên Êzidî û hat diyarkirin ku armanca fermanê ne tenê qetilkirina mirovan, di heman demê de tunekirina çand û baweriyeke qedîm bû.
Înisiyatîfê di daxuyaniyê de bi bîr xist ku di dema êrişan de dewleta Iraqê û hêzên navneteweyî berpirsiyariya xwe ya parastina gel pêk neanîne û wiha got: “Li ber çavên cîhanê li Şengalê jin, zarok, mêr, pîrejin û kalemêr ji 5 hezarî zêdetir Kurdên Êzidî hatin qetilkirin. Jin rastî tundiyeke zayendî ya hovane hatin û li bazaran wekî kole hatin firotin. Kesên ku ji vê karesatê rizgar bûn, koçber bûn. Hê jî aqûbeta hezaran kesan ne diyar e û bi hezaran kes jî li kampên penaberiyê di nava şert û mercên dijwar de dijîn.”
‘Fermana 74an girîngiya yekîtiya gelê Kurd bi bîr xist’
Înîsiyatîfê diyar kir ku komkujiya 3yê Tebaxa 2014an di bîra hemû Kurdistaniyan de travma û êşeke giran e û wiha pê de çû: “Bêguman jenosîda ku di 3yê Tebaxa 2014an de dest pê kir, tenê di hiş û bîra gelê Ezidî de ne travmayeke mezin e. Lewra di wan rojên tarî de kêmasiya yekîtiya neteweyî ya Kurd cardin bi awayekî tund xwe dabû hîskirin. Dîsa jî korîdora azadiyê bi destên şervanên azadiyê hat vekirin û çiya di van rojên zehmet de bûn stargeh. Ji ber vê, ezmûna fermana 74an ji bo her Kurdekî welatperwer girîngiya yekîtiyê jî nîşan dide.”
‘Divê Tirkiye nêrîn û armanca xwe ya li ser Şengalê biguhere’
Înîsiyatîfê destnîşan kir ku Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY), di 15ê Hezîrana 2016an de êrişa li dijî gelê Êzidî wekî ‘Jenosîd’ qebûl kiriye di heman demê de bang li dewleta Tirk re jî hate kirin û wiha got: “Wekî NY divê di serî de dewletên ku Êzidî lê dijîn, hemû dewlet vê kerasetê wekî jenosîd pênase bikin. Herwiha Parlamentoya Tirkiyeyê jî xwedî berpirsiyar e ku vê kerasetê wekî jenosîd qebûl bike. Lewra bi milyonan xwişk û birayên civaka Êzidî di nava sînorên Tirkiyeyê de dijîn. Bi taybetî, di pêvajoya Aştî û Ciwaka Demokratîk de divê Tirkiye nêrîn û armanca xwe ya li ser Şengalê biguhere û ji bo dermankirina vê travmayê berpirsiyariyeke mirovî bigire ser xwe.”
‘Êdî yek Kurd nîn e ku li hemberî zilm û zordariyê bêdeng bimîne’
Înîsiyatîfê di daxuyaniya xwe de wiha bang li Hikûmeta Bexdayê kir: “Bi taybetî, divê Hikûmeta Bexdayê guh bide daxwaza Şengaliyan da ku şert û mercên ewledar werin peydakirin. Êzidî bi çand û baweriya xwe, gelekî taybet e û encax bi statuyeke taybet dikare were parastin. Di vê çarçoveyê de divê demildest bi hevkariya NYê statuya Şengalê were naskirin, li dijî êrişên derve û hundir ên li ser Şengalê helwesteke rasteqîn were nîşandan. Lewra her xetere û êrişên li ser gelê Êzidî li ser hemû Kurdistaniyan çavkaniya streseke mezin e. Êdî yek Kurd nîn e ku li hemberî zilm û zordariyê bêdeng bimîne.”
‘Divê em li birînên hev xwedî derkevin’
Înîsiyastîfê di dawiya daxuyaniyê de, banga xwedîderketinê li hemû gelê Kurdistanê kir û wiha got: “Em cardin binî xêz dikin ku gelê me dê tu carî jenosîda Êzidiyan û hevkarên DAIŞê ji bîr neke. Çi Elewî, çi Êzidî, çi Sunî; divê her Kurd li birîn û jana xwişk û birayên xwe xwedî derkeve. Di 12yemîn salvegera jenosîdê de em hemû kujeran bi tundî şermezar dikin û qurbaniyan bi rêzdarî bi bîr tînin.”













