• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Cizîrî li dijî qeyûman meşiyan

AW

30 MIJDAR 2024 - 13:28
Kategorî: ROJANE
A A
Şirnex – Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê li dijî tayînkirina qeyûm a li ser Şeredariya Mîksê bi dirûşmeyên, “Elçiyê aştiyê li Îmraliyeyê”, “Bijî berxwedana gelê Kurd” û “Qeyûm wê hesab bidin gel” çalakiya meşê li dar xist.

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê li dijî tayînkirina qeyûm a li ser Şeredariya Mîksê ya Wanê li Kolana Hunerê ya navçeya Cizîrê daxuyanî da. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partî yên Şirnex û navçeyên wê, Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên saziyên sivîl, Parlamenterê DEM Partiyê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Beşdaran, di daxuyaniyê de pankarta “Qeyûm darbeya li dijî vîna gel e” hilgirtin û dirûşmeyên “Qeyûm wê hesap bide gel” û “Bêdengî mirinê berxwedan jiyanê” berz kirin.

Di daxuyaniyê de Hevseroka DEM Partî ya Şirnexê Nurcan Alturk axivî. Nurcan Alturk bertek nîşanî tayin kirina qeyûm a li ser Şeredariya Mîksê da û ev tişt anîn ziman: “Ew polîtikayên qirêj bi sernakevin. Gelê Kurd li dijî van polîtikayan tu carî serê xwe netewand û wê tu car netewîne. Hûn dest dînîn ser vîna gelê Kurd jî hûn ê nekarin heza wan bişkînin. Hûn me hemûyan bigirin jî bi hezaran Kurd wê cihê me bigrin. Em bang li desthilata AKPê dikin ku dest jî van polîtikayên qirêj berde û şeredariyan radestî gelê Kurd bike. Em li dijî vê yekê çong dananîn. Wê bi lîstikan Şeredariya Şirnexê girtin lê şeredariyên ku wê nekarî bigrê jî niha bi lîstikan desteser dikin. Ji aliyekî ve qala nîqaşên çareseriyê dikin ji aliyê din ve jî qeyûman tayinî şeredariyên me dikin û civanên me digrin. Ev çi dirûtiyê. Dest jî vê dirûtiyê berdin.”

‘Em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin’

Piştî Nurcan Alturk parlamenterê DEM Partiyê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî diyar kir ku ew ê li dijî polîtikayên qirêj ya desthilata AKP û MHPê têkoşîna xwe bilind bikin û wiha got: “Dest ji van polîtikayên qirêj berde. Dest danîna ser vîna gelê Kurd li dijî zagon û demokrasiya Tirkiyeyê darbeyê. We heta niha 2 caran vîna gelê Kurd desteser kir. Lê gelê Kurdistanê li dijî vê yekê bersivek da. Lê we cara 3’an jî vîna gelê Kurd desteser kir. Em li vir dibêjin hûn sed caran jî vîna gelê Kurd desteser bike jî gelê Kurd wê dîsa di sinduqan de bersiveke xurt bide. Ji aliyekî ve qala çareseriyê dikin û dibêjin bila DEM Partî biçê bi birêz Abdullah Ocalan ve hevdîtinan bike ji aliyê din ve jî van polîtikayên qirêj dimeşîne.”

‘Elçiyê aştiyê li Îmraliyeyê’

Gotina Mehmet Zekî Îrmez girse bi yek dengî bi dirûşmeya, “Elçiyê Aştiyê li Îmraliyê ye” birîn û bênavber dirûşm berz kirin. Mehmet Zekî Îrmez axaftina xwe wiha domand: “Di Cotmehê ve nîqaşên çareseriyê berdewam dikin. Lê tevî vê yekê jî binçavkirin, şer û desteserkirina vîna gelê Kurd kêm bû ye. Em gotinên wan dirûst nabînin. Lê tevî vê yekê jî weke rêxistin û saziyên gelê Kurd ji bo aştiyek pêk bê çi bikeve ser milê me em ê bikin. Em ê li dijî desteserkirina vîna gelê Kurd, binçavkirin û pêvçûnan li berxwe bidin. Em serî li dijî polîtikayên desthilatdariya AKP û MHPê natewînin. Banga me ji rayagiştî re ew ê ku ji bo desthilatdariya AKP û MHPê dest ji van polîtikayên qirêj berde û demokrasî û wekheviyek bê welêt divê hemû kes dengê xwe bilind bike. Piştî daxuyaniyê girsê bi dirûşmeya, “Bi berxwedanê em ê bi serbikevin” dest bi meşê kirin. Girse tevî astengiyan jî, ji Kolana Hunerê heta ber avahiya DEM Partî ya navçeya Cizîrê meşiyan. Girse dirûşmeyên, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Qeyûm wê biçin em ê bi serbikevin” meşiyan avahiya DEM Partî ya Şirnexê. Welatiyên li derdorê jî bi çepikan piştgirî dan girseyê.

Etîket: CizîrDBPDEM PartîNûrcan AlturkQeyûmşİRNEŞirnexTJAZekî Îrmez
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

19 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne