Enqere – Berdevkê AKPê Omer Çelîk, Serokê Koma AKPê Abdullah Guler û Wekîlê Serokê Giştî yê AKPê Efkan Ala tekildarî qanûna çarçoveyî, bi Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş re civiyan.
Dan û standinên li ser pêşnûmeya qanûna çarçoveyî didomin. Têkildarî mijarê Berdevkê AKPê Omer Çelîk, Serokê Koma AKPê Abdullah Guler û Wekîlê Serokê Giştî yê AKPê Efkan Ala li meclisê bi Serokê Meclise Numan Kurtulmuş re hevdîtin pêk anîn. Beriya hevdîtinê, Serokê Koma AKPê Abdullah Guler pirsên rojnamegeran bersivand û diyar kir ku xebatên wan ên li ser qanûna çarçoveyî berdewam dikin. Piştî hevdîtinê tu daxuyanî nehat dayîn.
Li aliyê din, di pêşengtiya Cigirê Serokkomar Cevdet Yilmaz de Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin û rêveberên AKPê û rayedarên wezaretên tekildarê mijarê civînek li dar xistin.













