Çewlig – Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê piştî 12 salan bi tevlîbûna bi hezaran welatiyan Festîvala Çand û Xwezayê hate lidarxistin. Beşdarên festîvalê diyar kirin ku ew ji ber vejîna çand û kevneşopiya xwe gelek kêfxweş in û xwestin bernameyên wiha dê li navenda Çewlîgê û navçeyên din jî berdewam bikin.
Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê ku bi xwezaya xwe, cihêrengiya xwe ya çandî û kozmopolît tê nasîn herî dawî di Tebaxa 2014an de Festîvala Çand û Hunerê ya Karacehennem hate lidarxistin. Ji ber zextên siyasî, qedexeyên li ser çalakiyên çandî û polîtîkayên qeyiman piştî 12 salan di 23 û 24ê Tîrmehê Festîvala Çand û Xwezayê ya Kanîreşê hate lidarxistin. Di festîvalê de ji panelan heta guhdarîkirina dengbêjan, ji konserên girseyî heta pêşbaziya hespan bernameyên cûr be cûr hatin lidarxistin. Dengbêj Alî Tûrgût û Îmdat Bîngol û Hevserokê DEM Partiyê yê Çewlîgê Sedat Ormangoren ku tev li festîvalê bûn, derheqê festîvalê û talana xwezayê ya li navçeyê û gundên wê de ji ajansa me re axivîn.
‘Ji ber vejîna çand û kevneşopiya xwe gelek kêfxweş in’

Dengbêj Alî Tûrgût ê ji gundê Baxçe yê Kanîreşê ye, diyar kir ku ew ji ber vejîna çand û kevneşopiya xwe gelek kêfxweş in û bi lêv kir ku ev çalakî dibin wesîleyacîran û dost dîsa werin cem hev.
Alî Tûrgût bal kişand ser festîvalên berên û diyar kir ku beriya 30-40 salan ev kevneşopî bi rengekî zindî dihate domandin lê piştre astengî derketin holê û anî ziman ku îro azadiya axaftina bi zimanê dayikê û naskirina çandê girîng e.
Her wiha Alî Tûrgût di axaftina xwe de bertek nîşanî talankirina xwezayê û çêkirina JESan da û destnîşan kir ku ev projeyên zirarê didin qadên şînkahî, daristan û tenduristiya civakê erdnîgariya wan xera dike, ji ber wê ew bi tu awayî van santralan li herêma xwe naxwazin.
‘Dengbêjî çîrok, dîrok û nasnameya kevnar a civakê ye’

Îmdat Bîngol destnîşan kir ku dengbêjî ne tenê kilamên asayî ne, ew çîrok, dîrok û nasnameya kevnar a civakê bi xwe ye û destnîşan kir ku heke dengbêjî winda bibe wê dîrok û zimanê dayikê jî winda bibe.
Dengbêj Îmdat Bîngol kêfxweşiya xwe ya ji bo parastina xwezaya paqij û erdnîgariya Kanîreşê jî anî ziman û destnîşan kir ku sîstema nû ya jeotermalê li ser berjewendiyên şirketên mezin ava bûye.
Îmdat Bîngol diyar kir ku ne tenê li Kanîreşê, li Gimgim, Mûş û derdorê jî tu kes van projeyên ku axê talan dikin naxwaze û piştgiriya xwe ji bo sazî û mirovên ekolojîst re ragihand.
‘Gel bi coşeke mezin xwedî li festîvalê derket’

Hevserokê DEM Partiyê yê Çewligê Sedat Ormangoren jî bal kişand ser girîngiya lidarxistina festîvalê ya piştî 12 salan û ev tişt anî ziman: “Ev çalakî bersiveke mezin e ji bo daxwaz û hesreta gel a li hemberî çand, ziman û partiya wan. Piştî astengî û zextên salên borî, bi taybetî piştî peyam û geşedanên siyasî yên dawî rehetiyek di nav civakê de çêbû û gel bi coşeke mezin xwedî li festîvalê derket.”
Her wiha Sedat Ormangoren da zanîn ku çalakiya ku bi panel, govend, guftûgoyên ekolojîk û kilamên dengbêjan li Kanîreş û zozanên Çermeyê dest pê kiriye dê li Navenda Çewligê û navçeyên din jî berdewam bike.












