• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
15 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji qeyrana sedsalî ber bi firsenda dîrokî ve: Peymana Lozanê û pêvajoya aştiyê

Mansur Kuyumcu / AW

24 TÎRMEH 2026 - 08:39
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Îzmîr – Peymana Lozanê sed sal berê nexşeya herêmê ne li ser rastiya civakî, li ser tunehesibandina Kurdan ava kir. Îro di salvegera peymanê de, pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” derfetekê dîrokî radixîne ber siyasetê ku ji vê krîza sedsalî vegere û sedsala nû bi hişmendiya civaka demokratîk tacîdar bike.

Dema ku di 24ê Tîrmeha 1923an de Peymana Lozanê hat îmzekirin, nexşeya nû ya Rojhilata Navîn ne li ser bingeha rastiya civakî, li ser tunehesibandina neteweya Kurd hat avakirin. Peymana Lozanê tenê sînorên dewletan diyar nekir; rasterast Kurdan ber bi parçebûnê ve bir. Ev perçebûn jî Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îranê bir ber bi bêîstîkrarî û krîzên kûr û şer û pevçûnên mezin ve bir. Îro, di salvegera vê peymanê de, nîqaşên “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” yek ji rojeva sereke ye û ev rojev hem derfeteke dîrokî radixîne ber siyasetê hem jî deriyekî nû ji bo rastkirina vê keşeya sedsalî vedike.

Peymana Lozanê: Koka qeyrana sed salan

Dermankirina nexweşiyekê bi tesbîtkirina wê ve dest pê dike. Dema mirov destpêka krîza îro nebe ser Peymana Lozanê, wê pirsgirêk tenê wekî meseleyeke ewlehiyê ya 30-40 salên dawî bê destgirtin û wisa bê pênase kirin. Lê belê dema mirov li ser Peymana Lozanê hûr dibe, mirov dibîne ku ev krîzeke sedsalî ya statû, nasname û hiqûqê ye.
Beriya Lozanê, di Peymana Sevrê ya 10ê Tebaxa 1920an de (di maddeyên 62, 63 û 64an de) ji bo Kurdan mafê xweseriyê û piştre jî mafê serxwebûnê hatibû nivîsandin. Lê belê di muzakereyên Lozanê de berjewendiyên emperyalîst ên dewletên rojavayî û polîtîkaya pragmatîk a Enqereyê bûn yek. Ji aliyekî ve, heyeta Enqereyê ya bi serokatiya Îsmet Înonu di civînên Lozanê de li hember dewletên Ewropayê bi berdewamî digot: “Em ne tenê nûnertiya Tirkan dikin, em nûnertiya Tirk û Kurdan dikin ku ev pêkhate xwediyên eslî yên vê xakê ne.” Ji aliyê din ve jî, dewletên mîna Brîtanya ji bo ewlehiya sînorên nû yên petrolê (Mûsil-Kerkûk) û parastina berjewendiyên xwe yên mêtinger, bi dilxweşî ev nîşandana “nûnertiya hevpar” pejirandin. Bi vê lihevkirina dualî mafên Kurdan ên di Sevrê de bûn qurbana bazar û berjewendiyan. Piştî ku peyman hat îmzekirin jî, dewletên rojavayî berjewendiyên xwe yên bazirganî û dîplomatîk parastin, û dewleta nû hatî avakirin Tirkiye jî hemû sozên “nûnertiya hevpar” piştguh kirin; li şûna wê sîstemeke hişk a yekparêz û navendparêz ava kirin.

Sîstema Kêmneteweyan û înkara Kurdan

Yek ji xalên herî krîtîk ên Peymana Lozanê beşa “Parastina Kêmneteweyan” (Maddeyên 37-45) bû. Di dîplomasiya Ewropayê ya wê demê de, têgiha “kêmnetewe” ne li ser bingeha etnîkî, li ser bingeha olî hatibû çêkirin. Enqereyê ev yek wekî derfeteke hiqûqî bi kar anî: Tenê civakên ecnebî (mîna Ermenî, Rum û Cihûyan) wekî kêmnetewe hatin hesibandin. Ji ber ku Kurd misilman bûn, neketin nav vê statûya parastinê û wekî “hêmana eslî” hatin binavkirin. Lê ev binavkirin ne ji bo danîna mafan, ji bo bêstatûhiştina Kurdan hat bikaranîn. Tevî ku di Maddeya 39an a Lozanê de dihat gotin ku “Tu welatiyê Tirkiyeyê divê di warê bikaranîna zimanê xwe de neyê astengkirin”, ev madde tu carî neket meriyetê. Piştî makeqanûna 1924an, zimanê Kurdî di hemû qadên giştî, perwerde û dadgehan de hat qedexekirin û polîtîkayên asîmîlasyonê bûn bingeha sîstem û hiqûqa nû.

Mîrasa sedsalî ya wêrankar û bingeha civaka demokratîk

Peymana Lozanê ji bo dewleta Tirkiyeyê bû zemînek ku sîstema xwe ya yekparêz li ser ava bikin. Dewleta Tirkiyeyê berjewendiyên jeopolîtîk ên hêzên rojavayî bi kar anî, sozên “nûnertiya hevpar” ên ku dabûn Kurdan bi temamî binpê kirin û mîraseke giran a înkarê ji vê yekê afirand. Ev sîstema ku li ser navendparêziyê hat sazkirin, di makeqanûnên 1924, 1961 û 1982yan de ket meriyete. Dewletê bi rêya makeqanûna 1924an zimanê Kurdî di qada giştî de qedexe kir û polîtîkaya asîmîlasyonê kir stratejiya fermî; bi ya 1961ê re daxwazên nasnameyî mîna “gef û xetere” dît û bi ya 1982yan jî ev zext û zordarî gihand lûtkeyê. Vê siyaseta sedsalî ya dewletê ku cudahiyên civakî mîna dijmin dîdît, Tirkiye xist nav xeleka pevçûn û şeran.

Îro “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” tam li hemberî vê siyaseta dewletê ya sedsalî disekine. Ev pêvoja qebûl nake ku civak bi zordariya navendparêz bê birêvebirin. Lİ şûna hişmendiya tunehesibandinê, mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî û fermîbûna zimanan diparêze. Li dijî sîstema yekparêz û asîmîlasyonîst, têgiha “welatiyên wekhev” ku hemû nasname û çandan di bin sîwana hiqûqê de diparêze pêşniyar dike. Dîsa li dijî desthilatdariya Enqereyê ya navendparêz, xurtkirina rêveberiyên herêmî yên xweser mîna şerta bingehîn a îstîkrarê dibîne. Ji ber vê yekê, derbasbûna ji vê siyaseta dewletê ya yekparêz ber bi modela pir-dengî ve, garantiya yekane ye ku welat ji vê krîza sedsalî rizgar bibe.

Rêya çareseriyê: Ji karesata sedsalî ber bi aşitiya mayînde ve

Siyaseta sed sal berê ya li Lozanê, pevçûn û bêîstîkrarî belavî çar dewletan kir. Dabeşkirina herêmê û siyasetên înkarê yên li Amed, Hewlêr, Qamişlo û Mehabadê nîşan dan ku krîza Kurdan ne meseleyeke navxweyî ya yek dewletî ye, di heman demê de hîmê îstîkrara herêmî bi xwe ye.

Îro siyaseta Tirkiyeyê li ber hilbijartineke dîrokî ye. An dê bi israr berdewamiyê bide vê krîza sed salî ya ku çavkaniyên civakî û aborî yên welat pûç dike, an jî dê bi gavên şênber fersenda mezin a sedsala 21ê bi kar bîne.

Rêya ku vê pêvajoyê ji karesat û xefikên Lozanê biparêze, avakirina temînata destûrî û hiqûqî ye. Qebûlkirina nasnameya civakî, perwerdeya bi zimanê zikmakî û parvekirina desthilatdariyê ya bi rêveberiyên herêmî re, temînata yekane ya jiyana hevpar ye. Di salvegera Lozanê de, vegera ji vê şaşiya sedsalî ber bi sîstema civaka demokratîk ve, dê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevahiya gelên herêmê bibe destpêka serdemeke nû ya azad û aram.

Etîket: fersenda dîrokîînkarMêtingerîPêvajoya Aştî û Civaka DemokratîkPeymana LozanêsalvegerXefka Sedsalî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bavê Jîna Emînî: Hezaran ewlad tev li malbata me bûn

Bavê Jîna Emînî: Hezaran ewlad tev li malbata me bûn

14 ÎLON 2026
Di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de kê çi kir?

Xelkê Amedê: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dê pêvajoyê li pêş bixe

9 ÎLON 2026
Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

3 ÎLON 2026
‘Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe bijîn’

‘Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe bijîn’

2 ÎLON 2026
Mûstafa Karasû: Divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin

Mûstafa Karasû: Divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin

2 ÎLON 2026
Sebahat Tuncel: Bi destxistina maf û azadî girêdayî têkoşîna rêxistinî ye

Sebahat Tuncel: Bi destxistina maf û azadî girêdayî têkoşîna rêxistinî ye

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi dawî bû: Em ê doza aştî û azadiyê bidomînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zana Farqînî: Hedefgirtina tabelayên bi Kurdî ne helwesteke mirovî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Duran Kalkan: Komînalîte cewhera azadiya mirovahiyê ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne