Serokwezîrê Iraqê û Serokkomarê Îranê peymanên aborî, diravî, enerjî û têkiliyên derve îmze kirin.
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî û serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan bi merasîmekê peymanên der barê têkiliyên derve, diravî, aborî û enerjiyê de îmze kirin.
Beriya îmzekirina peymanan El Zeydî û Pizişkiyan hevdîtineke dualî pêk anîn. Di hevdîtinê de dosyayên hevbeş, rêbazên pêşxistina têkiliyên dualî, xurtkirina tevkariya di gelek waran de di navbera her du welatan de nîqaş kirin.
El Zeydî vê sibehê di çaçroveya serdaneke fermî de gihaşt paytexta Îran Tehranê. El Zeydî bi rayedarên Îranê re hevdîtin pêk anîn û dosyayên herêmî û yên her du welatan gotûbêj kirin.













