Wan – Maşallah Devrîm bapîrê Serhat Devrim ê ku di Komkujiya Pirsûsê de tevî 33 ciwanên sosyalîst û şoreşger hatibû qetilkirin, behsa komkujiyê û nêzikatiya dewletê kir û got: “Bi baweriya me dewlet bi her tiştî zane û baş zane çawa bûye, lê helbet rastî bi awayekî dirust derneket holê.”
Komkujiya Pirsûsê di 20ê Tîrmeha 2015an de, li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di baxçeyê Navenda Çandê ya Amarayê de pêk hat. Nêzî 300 ciwanên endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), ji bo pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin û beşdarî xebatên alîkariya mirovî bibin, li Pirsûsê civiyabûn. Di dema ku ciwanan li baxçeyê navenda çandê daxuyaniya çapemeniyê didan de, xwekujekî endamê DAIŞê di nav ciwanan de teqemeniyên li ser xwe teqandin. Di encama vê êrişa xwekujî ya hovane de 33 ciwanan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 100 kesî jî birîndar bûn. Yek ciwanê ku di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû jî Serhat Devrim (19) bû. Kalikê qurbanî Serhat, Maşallah Devrîm derheqê kesayeta neviyê û komkujiyê de ji Ajansa Welat re axivî.
‘Hezkirina wî ya ji bo welat û gele Kurd pir zede bû’
Bapîrê Serhad Devrim, Maşallah Devrim bal kişand ser dilovaniya neviyê xwe û da zanîn ku ew di nav vê tevgerê de ku ji bo miletê Kurd têdikoşe bi dilovaniya xwe dihat naskirin û got: “Hîn di zaroktiya xwe de, wî heval û zarokên ku derfetên wan ên aborî kêm bûn li derdora xwe kom dikirin û dianîn malê. Bi pîrika xwe re pir samîmî bû. Hêj di zaroktiya xwe de derdiket baxçe, zarok kom dikirin û bi wan re ‘erefane’ parvekirina xwarinê ya komûnal dikir. Bi wan re dixwar, bi wan re radibû û rûnişt. Her ku mezin bû, hezkirina wî ya ji bo welat û gelê Kurd jî ew qas mezin bû. Helbet wî ji me jî hêz û piştgirî distand, kurik wisa gihîştibû.”
‘Kujer bi tena serê xwe nekaribû vî karî bike’
Maşallah Devrîm hûrgiliyên roja komkujiyê û pêvajoya hiqûqî ya komkujiyê bi bîr xist û ev yek gotin: “Bi baweriya me dewlet bi her tiştî zane û baş zane çawa bûye, lê helbet rastî bi awayekî durust derneket ortê. Heke li pişt wan hêz û quveteke din tunebûya, ev tişt nedibû. Kujerê ku niha xwedê giravî di hundir de ye û ceza standiye, em bawer nakin, belkî derxistibin û çûbe jî. Wî bi tena serê xwe nekaribû vî karî bike, mirovên pê re pir bûn.”
‘Birîndar bi gazê hatin fetisandin’
Maşallah Devrim da zanîn ku dema ev bûyer qewimî ew bixwe jî çûye Sirûcê û got : “ Şahidên çavdêr di dadgehê de ji wan re gotine yekî ku bombe teqand xilas kirin, ‘Yekî sergirtî girtin nava xwe û polîsan ew hilda û xilas kir. Gava bombe teqiya, wan kafirên ku bombe teqandin, hiştin ku ew 33 ciwan û bilî wan jî yên ku birîndar di bin xaza polîsan de bifetisin.’ Xelkê wê derê digot nehiştine ku ambûlans û mirov birîndaran rakin û hiştine ku ciwan li wir bimirin di nexweşxaneyê de jî birîndar bi gazê hatine fetisandin. Mixabin îro ev rastî derneketin ortê, birin û anîn û gotin ku du polîs li wir birîndar bûne yan hatine lêxistin, ev hemû çîrok bûn û ev çîrokên dewleta kûr a Tirkiyeyê bûn ku kujer xilas kirin.”

‘Di pratîkê de em tiştekî nabînin, divê qanûn derkeve’
Maşallah Devrim diyar kir ku daxwaza wan ew e ku êdî ciwanên wan şehîd nekevin, ciwanên wan neyên kuştin û aşitiyê çêkin, lê ew bi hêsanî bawer nakin û wiha berdewam kir: “Neviyê min şehîd bû û çû, lê bila ciwanên me yên din neçin. Ez niha jî bawer nakim; ji ber ku di vê pêvajoya mûtabakatê de, ew daxwaz û pêngavên ku amade kirine nayên meclîsê. Heke ji dil bûna, diviyabû heta niha qanûn derketiba. Diviyabû ev kesên ku çek danîne, sîlahên xwe şewitandine û ji çiyê hatine, bihatina û ketibana nav qada siyaset û demokrasiyê. Di vî warî de, bi qenaeta min daxuyaniyên Devlet Bahçelî ji yên desthilatdariyê samîmîtir e, lê dîsa jî em di pratîkê de tiştekî nabînin.”
‘Daxwaza me tenê ew e ku pêvajoya aştiyê dewam bike’
Maşallah Devrim di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser berdêlên giran ên ku hatine dayîn û got: “Îro tenê di nav sînorên Mûşê de 5 hezar û 600 şehîdên Me hene û ez behsa hemû Kurdistanê nakim, tenê li Mûşê ev qas berdêl hatiye dayîn. Daxwaza me tenê ev e ku pêvajoya aştiya demokratîk dewam bike, ev aştî çêbibe, aştiya milet pêkan bibe û êdî bila ciwanên me neyên şehîdkirin, ji bilî vê daxwazê tu armanceke me ya din nîn e.”















