• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
15 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê li Îzmîr û Enqereyê hatin bibîranîn

Enqere / AW

20 TÎRMEH 2026 - 19:46
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê di salvegera 11emîn a komkujiyê de ji aliyê Hezên Ked û Demokrasiyê ên Enqereyê û rêxistinên ciwanan û Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê yên Îzmîrê hatin bibîranîn.

Îzmîr 

Rêxistinên ciwanan û Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê yên Îzmîrê di 11emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê de daxuyaniyek dan û meşek li dar xistin. Di daxuyaniya ku li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê hat dayîn de, pankarta bi nivîsa “Dê tu xewn nîvco nemîne” û wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin hildan. Her wiha gelek caran dirûşmên “Pîrsûsê ji bîr neke, nede bîr kirin”, “Kujer DAIŞ, hevkar AKP” û “Hesabê Pîrsûsê wê bê pirsîn” hatin berzkirin. Daxuyaniya Înisiyatîfa Malbatên Pîrsûsê Onder Aktaş û daxuyaniya Rêxistinên Ciwanan jî Beliz Karapinar xwend. Daxuyanî ji bo bîranîna kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

‘Komkujiya Pîrsûsê êrîşeke bi rêxistinkirî ye’

Di metna çapemeniyê ya Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê de ev îfade cih girtin:

“Di salvegera 11emîn a komkujiyê de em careke din tînin ziman: Komkujiya Pirsûsê ne êrîşeke ku kesekî bi tenê kiriye, ne jî bûyereke yekane ye. Komkujiya Pirsûsê erîşeke birêxistinkirî ye. Ji ber vê yekê daxwaza me ya ku ne tenê kujer, lê hemû kesên ku rê li ber komkujiyê vekirine û zemîna pêkanîna vê komkujiyê amade kirine bêne darizandin dê berdewam dike.”

Daxwazên Însîyatîfa Malbatên Pirsûsê

“Em wek kesên ku daxwaza edaletê ya Pirsûsê mezin dikin, daxwazên xwe yên ku 11 salî em careke din bi raya giştî re parve dikin:

*Derxistina holê ya hemû kujerên rastîn ên ku berpirsiyariya wan di komkujiyê de heye,

*Meşandina lêpirsîneke bandor û serbixwe di derbarê peywirdarên dewletê yên ku xemsarî û berpirsiyariya wan heye,

*Girtina bersûcên ku reviyane û anîna wan a li hemberî dadgehê,

*Nirxandina Komkujiya Pirsûsê wek sucekî li hemberî mirovahiyê û meşandina prose û doza bêyî demboriyê,

*Tekezkirina darizandineke adil, zelal û bi bandor.”

‘Me ji bîr nekiriye, em ê hesab bipirsin’

Di metna çapemeniyê ya Rêxistinên Ciwanan de jî ev hatin gotin:

“Heta ku hesabê Pirsûsê neyê pirsîn, li van axan mirov nikarin behsa edaleta rastîn bikin. Heta ku berpirsiyarên Komkujiya Amedê ya 5ê Hezîranê, Komkujiya Garê ya Enqereyê ya 10ê Cotmehê û hemû komkujiyên li dijî gelan neyên darizandin, edalet pêk nayê. Zincîra bêcezatiyê ya ku di navbera komkujiyan de hatî avakirin, tercîheke siyasî ye ku wêrekiyê dide êrîşên nû. Em dizanin ku Pîrsûs ne tenê şîn e, di heman demê de banga têkoşînê ye. Ew îradeya piştevaniyê ya ku ber bi Kobanê ve dirêj bû ye, îro jî di têkoşîna jiyana wekhev û azad ya gelan de dijî. Em ê mîrasa têkoşînê ya ku rêwiyên xewnan hiştine mezin bikin; li dijî faşîzmê, emperyalîzmê, mêtingeriyê û şer, em ê li cem gelan cihê xwe bigirin. Îro em careke din diqîrin: Têkoşîna 33 rêwiyên xewnan rêya me ronî dike. Me ji bîr nekiriye, em ê hesab bipirsin!”

Paşê nûnerên komele, siyasetmedar û rêxistinên ciwanan jî axivîn û diyar kirin ku heta kujerên Komkujiya Pîrsûsê derkevin holê û edalet pêk bê, ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Herî dawiyê Parlementera Îzmîrê ya DEM Partiyê Burcugul Çubuk axivî û diyar kir ku piştî Komkujiya Pirsûsê wan tim têkoşîna xwe mezintir kiriye û got: “Pirsûs êrîşa faşîzmê ya ku dixwest rê li ber hevdîtina Kurdistanê û çîna karkerên Tirkiyeyê bigire bû. Em 11 sal in her meh û her salvegerê nîşan didin ku ev êrîş çawa têk çûye. Li vê erdnîgariyê ti hêzeke şoreşger ku têkoşînê dimeşîne bi komkujiyan paşde neçûye. Ev komkujî di hafizeya me de bûn diyarde û nîşana têkoşînê. Em ê li vê erdnîgariyê li dijî pilanên NATO, emperyalîstan, şer û şeherkirina gelan a li dijî hev, mil bi mil bisekinin û bi hev re têkoşînê bidomînin. Ez li hemberî nemiran bi rêzdarî ditewînim. Kesên ku wenda kirine jî careke din bi vê pergala fashîst re bi bîr tînim. We meşrûiyeta xwe ji dest da. We hêza ji bo hebûna xwe wenda kir. Hûn tenê bi şer dikarin hebin. Em ê mafê xwe yê aştiyê ji destê we bi zorê bigirin û em ê we têk bibin.”

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê ya pênc deqeyan hat kirin. Piştî çalakiya rûniştinê jî, girse ber bi Qada Gundogduyê ve meşiya û qurnefîl avêtin deryayê. Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

Enqere

Hezên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê û Rêxistinên Ciwanan di 11emîn salvegera komkujiya Pirsûsê de qurbaniyên komkujiyê bibîranîn. Bîranîna li Rêya Yukselê ya navçeya Çankaya ya Enqereyê pêkhat gelek kes tevlî bûn. Girseyê, bi pankarta li ser wêneyên kesên di komkujiyê de hatine kuştin li kolana Konurê heta cihê bîranînê meşiyan. Di meşe de girsê bê navber dirûşmeyên, “Ji bo Pirsûsê edalet û ji bo hemû kesan edalet”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Kujer ÎŞÎD û hevkar jî dewletê” berzkirin.

Metna hevpar a daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê Giştî yê SYKPê Mertcan Tîtîz ve hat xwendin. Mertcan Tîtîz bi lêv kir ku tevî 11 sal ji ser komkujiyê re derbas bûnê jî lêpirsîneke bi bandor nehatiyê meşandin û kujer nehatinê ceza kirin. Mertcan Tîtîz destnîşan kir ku Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu tevî daxwaza malbatan jî ji aliyê dadgehê ve nehatiyê guhdarkirin û dadgehe hertim daxwaza guhdarkirinê ya malbatan red kiriyê.

 

Mertcan Tîtîz diyar kir ku ew dê şopdarê doza Pirsûsê bin û daxwazên xwe wiha rêz kir:

“*Divê hemû faîlên di komkujiyê de berpirsyariya wan heye derkevin holê.

*Divê li dijî personelên cemaweriyê ku di komkujiyê de berpirsyariya wan heye lêpirsîneke bi bandor û xweser pêk were.

*Divê bêrsûcên firar bên dîtin û derkevin pêşberî dadgehê.

*Divê komkujiya Pirsûsê weke sûce li dijî mirovahiyê bê pênasekirin û ji demboriyê re neyê hiştin.

*Divê lêpirsîneke bi bandor û zelal bê meşandin.”

Piştî daxuyaniyê navê qurbaniyên komkujiyê hat gotin û bîranîn bi dawî bû.

Etîket: BîranîncangorîEnqereKomkujiya Pirsûsê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

Li Amedê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

12 ÎLON 2026
Li gelek bajaran pakrewanên têkoşîna azadiyê tên bibîranîn

Li gelek bajaran pakrewanên têkoşîna azadiyê tên bibîranîn

10 ÎLON 2026
Ji Êlihê heta Qersê bernameyên bîranînê didomin

Ji Êlihê heta Qersê bernameyên bîranînê didomin

10 ÎLON 2026
Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

10 ÎLON 2026
Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

10 ÎLON 2026
Ji malbatan peyama dilsoziya bi şehîdan re: Em ê soza we bicih bînin

Ji malbatan peyama dilsoziya bi şehîdan re: Em ê soza we bicih bînin

10 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi dawî bû: Em ê doza aştî û azadiyê bidomînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zana Farqînî: Hedefgirtina tabelayên bi Kurdî ne helwesteke mirovî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Duran Kalkan: Komînalîte cewhera azadiya mirovahiyê ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne