EM Partiyê ji bo Suleyman Aksu yê ku di 20ê Tîrmeha 2015an de li Pirsusê di nav 33 kesên ji aliyê DAIŞê ve hatibû qetilkirin de bernameyeke bîranînê li dar xist. Dayika wî Kudret Aksu diyar kir ku 11 sal in rojê du dana tê ser gora kurê xwe û got: “Kurê min mamoste bû, sîleha di destê wî de pêlîstokên zarokan bûn.”
Li Pirsusê di 20ê Tîrmeha sala 2015an de, di êrişa xwekuj a DAIŞê ya li dijî endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst de 33 ciwan hatibûn qetilkirin. Suleyman Aksu yek ji wan ciwanan bû ku di komkujiyê de hatibû qetilkirin. Di salvegera komkujiyê de Platforma Saziyên Demokratîk a Colemêrgê, ji bo Suleyman Aksu li ser gora wî bernameyeke bîranînê li dar xist. Dayikên Aştiyê, Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onûr Duşunmez, endam û rêveberên saziyên sivîl û rêveberên DBP û DEM Partiyê yên navçeya Geverê û malbata Suleyman Aksu tev li bîranînê bûn.
‘Em ê xewn û xeyalên wan pêk bînin’
Di bernameyê de ewilî li ser gora Suleyman Aksu a li Taxa Ormanê, parlamenter Onur Dusunmez axivî û bal kişand ser pêngava wan ciwanên ku ji bo Kobanê çalakiyê de bûn û wiha got: “Wan ciwanên sosyalîst xwestin dilê zarokên Kobanê dilxweş bikin û ji bo Rojava pireke aştiyê ava bikin. Ew şehîdên Pirsûsê li pey xwe xewn û xeyal û barê giran hiştin û çûn. Mamoste Suleyman, mamosteyê zarokên Kurd bû. Em her sal tên li vir, li ser gora wî bibîr tînin û em soza xwe dubare dikin. Em ê xewn û xeyala ciwanên xwe ku bûne cangoriyên Kurdistanê, bicih bînin. Em ê we tu carî ji bîr nekin.” Onur Duşunmez anî ziman ku ew bi saya pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê demê de hinekî dîtir nêzîkî pêkanîna xewn û xeyalên cangoriyan in.
‘Rojê du dana têm ser gora Suleymanê xwe’
Dayika Suleyman Aksu, Kudret Aksu jî li ser gora kurê xwe axivî û wiha got: “Ev 11 sal in rojê du dana têm ser gora Sulaymanê xwe. Ez li Suleyman xerîbim, ez wî nabînim. Ka ji bo çi kurê min qetil kirin, kurê min mamoste bû, sîleha di destê wî de pêlîstokên zarokan bûn.”
Piştî daxuyaniyê Dayikên Aştiyê gul danîn ser gora Suleyman Aksu.
Piştî serdana goristanê girse derbasî rêxistina DEM Partiyê ya Geverê bû û li vir li sînevîzyona ku ji bo bîranîna Suleyman Aksu û hevrêyên wî hatibû amadekirin, temaşe kirin.













