Li dijî îdîayên tecawiz, îşkence û mirina gumanbar ên ku li Navenda Rehabîlîtasyona Şîfayê ya Taybet a Êlihê di pêşengiya TJAyê û Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê meşeke bi girseyî hat lidarxistin û piştî meşê daxuyanî hate dayîn.
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê li dijî îdayên tecawiz, îşkence û mirina bi guman ên ku li Navenda Rêhebîlîtasyona Şîfa ya Taybet a Êlihê, ji pêşiya nexweşxaneya Farabîmê heta Parka Yilmaz Guney meşek li dar xistin. Di meşê de pankarta “Li dijî tacîz, tecawiz û her cûre tundiyê em li qadan e” hat vekirin û dowîzên wekî “Tacîz, tecawiz, hişbir em li dijî her cûre tundiyê dimeşin”, “Jin di berxwedanê de ne”, “Gelê Êlihê ne bi tenê ye”, “Azadiya jinê bahçeyê herî veşartî ye”, “Êdî bes e” û “Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê” hatin hilgirtin. Piştî meşa ku bi sedan kes beşdar bûn, daxuyanî hat dayîn.
‘Divê yekîneyên parastinê bên avakirin’
Di destpêkê de Aktîvîsta TJAyê Nurten Uzumcu axivî û diyar kir ku angaştên îşkence û tecawizê yên li navenda rehabîlîtasyonê ya li Êlihê nikarin bûyerên ku kirine bên veşartin wiha got: “Îro em di pêvajoyeke wisa de ne ku li Kurdistanê êrîşên zayendî û hişbiber belav bûne. Bûyerên mehên dawî yên li Êlihê em pir xemgîn kirin. Bi taybetî tiştên ku li Navenda Rehabîlîtasyona Şîfa ya Taybet a Êlihê qewimîne, nayên qebûlkirin. Destgirtina li ser îşkence û destavêtina zayendî ya ku derketiye holê tenê wekî dosyayeke taybet a ku dê gelek kes jê werin darizandin, ne rast e. Ev encam û pirsgirêka polîtîkayên sîstematîk in. Ev encama girtina saziyên jinan e. Îro li Êlihê tenê ev pirsgirêk nehatiye jiyîn. Îdîaya xwekuştina Îpek Er jî encama van polîtîkayan e. Mifte li tu saziyên jinan nayê xistin. Ew nikarin tu carî mifte li têkoşîna azadiyê, hiş û biryardariya jinê bixin. Û gotina vê yekê jî girîng e, em dibînin ku tiştên qewimîne li dijî ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku berdewam dike ye. Ger ku pêvajoyek hebe û berdewam bike, divê ev pirsgirêk neyên jiyîn. Em jî divê rêbazên xwe yên rûbirûbûna van pirsgirêkan xurt bikin. Pêdivî heye ku qadên civakî yên ewle yên ku civak, jin û ciwan dikarin xwe aîdî wan hîs bikin bên zêdekirin. Divê yekîneyên parastinê bên avakirin. Bi gelemperî, ji bo kesayet û civakek saxlem, avaniyeke civakî ya ku tê de kes bi tenê nayê hiştin.”
‘Pirsgirêk encama polîtîkayên şerê taybet e’
Piştre Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Semra Guneş axivî û bal kişand ser vê yekê ku pirsgirêkên heyî ne kesane, civakî ne û got: “Banga me ji bo gelê Êlihê ye; li kolanan, li taxan bi ciwanên me re werin cem hev û rêxistin bûna xwe bidin avakirin. Divê em yekîtiya xwe ava bikin û em bi hev re têbikoşin. Em civaka demokratîk bi hev re ava bikin. Îro li vir ji gelek derdoran heval beşdarî çalakiya me bûne. Pirsgirêka li vir, ne tenê pirsgirêka Êlihê ye. Pirsgirêka li Êlihê û Kurdistanê encama polîtîkayên şerê taybet e. Divê em li dijî polîtîkayên şerê taybet bi rêxistinbûna civaka exlaqî û polîtîk bi hev re têbikoşin. Divê em hemû bi hev re li dijî polîtîkayên şerê taybet dengê xwe bilind bikin û li qadan bin. Divê em tiştên diqewimin qebûl nekin, bêdeng nemînin û heta dawiyê şopdarê wê bin.”
‘Em bi hêrs in û hêrsa me naqede’
Herî dawî Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin axivî û got: “Gelê Êlihê ji 15ê Hezîranê û vir ve li ser piyan e û hêrsa wan qet jî kêm nebûye. Ji roja ku bûyera li Navenda Rehabîlîtasyona Şîfayê hatiye bihîstin û vir ve, dengê xwe her tim bilind dikin. Ji wê rojê û vir ve, li taxan, li kolanan û îro jî li navenda bajêr em hewl didin heqîqetekê derxin holê. Em bi hêrs in û hêrsa me naqede. Em ne îstismarkirina zaroka 8 salî, ne ya Îpek Er û ne jî ya Rojwelat Kizmaz a ku ji aliyê mêran ve hatin kirin, ji bîr nakin. Em ê ji bîr nekin jî. Îro em dixwazin dengê xwe bigihînin hemû gelê Êlihê, Kurdistan û desthilatdariyê. Em pir baş dizanin ku ev bûyer wekî encama vê rûxandin û rizîbûna di nav dewletê de diqewimin e. Em li dijî polîtîkayên şerê taybet ên ku hewl didin civaka me birizînin, li vir in.”
Çalakî bi çepik û bi dirûşmeyan bi dawî bû.

















