Cenazeyê Erkan Sak ê ku çend roj berê ketibû Çemê Xabûrê hat dîtin.
Li gundikê Xabûrê yê gundê Herdîşê yê navçeya Qilebanê yê Şirnexê di 9ê Tîrmehê de welatiyê bi navê Erkan Sak (28) dema masî digirtin ketibû avê û ji wê rojê heya niha welatî û tîmên lêgerîna binavî yên girêdayî Şaredariya Cizîrê di Çemê Xabûrê de lêgerîn pêk anîn.
Di encama lêgerînê de cenazeyê Erkan Sak bi qasî 3 kîlometre dûrtirî cihê ketibê avê hat dîtin. Dê cenazeyê Erkan Sak li gundikê Xabûrê were definkirin.













