• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
15 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Gelê Kobanê: Kobanê nasnameya neteweyî temsîl dike

Navenda Nûçeyan / AW

9 TÎRMEH 2026 - 22:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Kampanyaya Gel a Parastina Navê Kobanê bi çalakiyeke girseyî girêdana xwe bi navê dîrokî yê bajêr re dubare kir û diyar kir ku navê Kobanê nasnameya neteweyî temsîl dike û sembola berxwedanê nîşan dide.

Îro, şêniyên Kobanê, bi amadebûna hejmarek çalakvan, rojnamevan û rewşenbîran, di çarçoveya rêzeçalakiyên kampanyaya parastina “navê Kobanê” de ku bi dirûşmeya “Kobanê nasnameyeke ku nayê jêbirin û navek -e ku hêjayî îspatkirina di belgeyên fermî de ye” xwepêşandaneke girseyî li dar xist.

Xwepêşandan ji Çerxerêya Aştî ber bi Qada Jina Azad a li naverasta Kobanê dest pê kir. Beşdaran pankartên “Ne Eyn El Ereb, erê Kobanê”, “Kobanê nasname ye, xeta sor e”, “Nav maf e, Kobanê mafekî dîrokî ye” hildan.

Li Qada Jina Azad li ser navên beşdarên kampanyayê û xelkê bajêr daxuyaniyekê bi zimanê Erebî û Kurdî ji hêla rojnamevan Xezne Celal û welatî Şêx Nebî Hemê ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Kobanê ne tenê navekî bajêr e, lê nasname, dîrok, bîrdank û sembola cîhanî ya azadî û berxwedanê ye. Ev navê ku cîhan tev dizane û bi yek ji girîngtirîn serkeftinên mirovî li dijî terorîzmê ve hat girêdan ne hûrgiliyek zimanî ye lê beşek resen ji nasnameya bajêr û mîrasa wî ye.

Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku navê Kobanê di tevahî belge, sicil û peyamên fermî yên hikumetê de were pejirandin, ji ber ku ev nav rastiyeke dîrokî û çandî ya bajêr hildigire û cihê xwe yê ku bi fedakariyên xelkê wê hat avakirin diparêze.

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew tevahî şêweyên îhanetê û rêznegirtinê li dijî welatiyên Kobanê red dikin. Rûmeta hemwelatiyên bajêr ne mijara bazariyê ye, her êrişek li ser wan êrişa li dijî nirxên jiyana hevbeş û hurmetê ye.

Her wiha hat gotin ku piştî 2014an cîhanê bi rêya Kobanê Sûriye nas kir; dema ku Kobanê li dijî çeteyên DAIŞê sekinî. Wê demê navê Kobanê bi wêrekî, berxwedanê û netesmîlbûyînê li seranserî cîhanê belav bû. Ev nav li ser asta cîhanê cihê rêzgirtinê ye, lê hikumeta nû vê rastiyê paşguh dike û îsrar dike ku navê Eyn El Ereb bi kar bîne.

Di daxuyaniyê de b ang li tevahî hêzên civakî, çandî û hiqûqî û welatiyên Sûriyeyê hat kirin ku rêzê ji nasnameya Kobanê re bigirin, rûmeta xelkê wê biparêzin û li xîtabên kîndariyê û nijadperestiyê bisekinin û bi hev re welatekî li ser bingeha wekhevî û hevduqebûlkirinê ava bikin.

Di dawiyê de dibe ku aliyên siyasî di belgeyên fermî de gotinan biguherin, lê nikarin navê ku di wijdana mirovan de ye biguherin, nav bi xwînê hatin lêkirin bi biryaran nayên jêbirin.

Çalakî bi dirûşmên girêdana bi navê Kobanê û bijî berxwedana Kobanê bi dawî bû.

Etîket: Çalakîgekê Kobanênavê Kobanêxwepêşandan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Karker û rêveberên sendîkayê hatin binçavkirin

Karker û rêveberên sendîkayê hatin binçavkirin

25 TEBAX 2026
Li Îzmîrê ji bo Paula Maier çalakî: Bila sûcdarên bi unîforma bên darizandin!

Li Îzmîrê ji bo Paula Maier çalakî: Bila sûcdarên bi unîforma bên darizandin!

21 TEBAX 2026
‘Me dibînin û dibihîzin, lê pirsgirêkên me çareser nakin’

‘Me dibînin û dibihîzin, lê pirsgirêkên me çareser nakin’

18 TEBAX 2026
Li Îzmîrê bûn dengê Gimgim û Kanîreşê: Ji JESê re NA!

Li Îzmîrê bûn dengê Gimgim û Kanîreşê: Ji JESê re NA!

11 TEBAX 2026
‘Aştî ji Qada Koşûyolûyê re derbas dibe’

‘Aştî ji Qada Koşûyolûyê re derbas dibe’

11 TEBAX 2026
Rêzeçalakiyên jinan ên li dijî tundiyê dest pê kir

Rêzeçalakiyên jinan ên li dijî tundiyê dest pê kir

29 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi dawî bû: Em ê doza aştî û azadiyê bidomînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zana Farqînî: Hedefgirtina tabelayên bi Kurdî ne helwesteke mirovî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Duran Kalkan: Komînalîte cewhera azadiya mirovahiyê ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne