Li Enqereyê Lûtkeya 36emîn a NATOyê berdewam dike. Serokê Amerîkayê Donald Trump jî ji bo beşdarî Lûtkeyê bibe gihîşt Enqereyê. Trump û Tayyîp Erdogan dê bicivin.
Lûtkeya 36emîn a NATOyê li Qasra Serokkomariyê ya Tirkiyeyê ya li navçeya Yenîmahalle ya Enqereyê didome. Serok û wezîrên dewletan ku beşdarî lûtkeyê bûn, gihîştin Enqereyê. Axaftina destpêkê ya Lûtkeyê Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Cîgirê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz kirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî ji bo beşdarî lûtkeyê bibe hate Enqereyê. Trump ji aliyê Serokkomar Erdogan ve hate pêşvazîkirin. Her wiha di seat 15:00an de Trump dê li Qasra Serokkomariyê bi Tayyîp Erdogan re hevdîtinê pêk bîne.
Hevdîtina Erdogan û serokên din
Serokkomar Erdogan heta niha Serokê Kanadayê Mark Carney, Serokkomarê Finlandiyayê Alexander Stubb re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinan de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Xezînê û Maliyê Mehmet Şîmşek, Serokê Ragihandinê yê Serokkomariyê Burhanettin Duran û Serşewirmendê Ewlehî û Polîtîkayên Dervê yê Serokkomariyê Akîf Çagatay Kiliç cih girtin.
Civîna Wezîrên Karên Derve
Her wiha li lûtkeyê di navbera serok û wezîran de dîplomasî jî li pêş dikeve. Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler bi Wezîrê Partastinê yê Letonyayê Raivis Melnis û Wezîrê Parastinê yê Kanadayê David McGuinty re hevdîtin pêk anî.
Çalakî û bertekên li dijî NATOyê
Her wiha li aliyê din jî çalakî û nerazîbûna li dijî Lûtkeyê NATOyê didomin. DEM Parti, TÎP û EMEPê çalakî li dar xistin û nerazîbûn nîşanî Lûtkeya NATOyê û binçavkirinan dan û xwestin hemû cihên lêşkerî yên NATOyê bên girtin.













