• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Keskîn Bayindir li Dîlokê axivî: Divê vegera gerîlayan were misogerkirin

Dîlok / AW

6 TÎRMEH 2026 - 23:43
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserok Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di civînên ku li navçeyên Çingîfê, Qale û Şahînbeyê hatin lidarxistin de axivî û got: “Ji bo ku careke din çek neyên bikaranîn vegera gerîlayan a malên wan were misogerkirin, gavên qanûnî bên avêtin.”

Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir û şandeya pê re bi dirûşma “Em gotina aştiyê bi gel re ava dikin” de li navend û gundên Dîlokê civînên gel û rêze çalakiyên xwe berdewam dikin. Heyeta DBPê ku Hevserokê Giştî Keskin Bayindir jî di nav de bû, di roja duyemîn a bernameyê de ewilî çû taxa Amarayê yê navçeya Çingîfê, di civîna li gund de ku welatiyên Tirkmen jî bi giranî beşdar bûn, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hat nîqaşkirin û welatiyan derbarê qonaxa pêvajoyê û derxistina qanûna çarçoveyê de pirsên xwe arasteyî heyetê kirin.

‘Pêvajoya aştiyê ji bo hemû gelan e’

Hevserokê Giştî yê DBPê Keskin Bayindir di civînê de axivî û bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û wiha got: “Pêvajoya aştiyê ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Tirkmen, Ereb, Tirk û hemû gelan e. Ev pêvajo ji bo bingeha jiyana hevpar a nasname, bawerî û pêkhateyên cuda hat destpêkirin. Ji bo serkeftina vê pêvajoyê, divê em aliyê xwe aşkere bikin û têkoşîna xwe mezin bikin.”

‘Ji bo avakirina civaka demokratîk gavên nû werin avêtin’

Keskîn Bayindir li ser pirsa welatiyan a “Gelo bi derketina qanûna çarçoveyê re her tişt diqede?” wiha bersiv da: “Ev qanûn destpêk in. Ji bo avakirina aşitiyê divê berî her tiştî şer û pevçûn bi temamî rawestin. Ji bo vê jî divê girtiyên azadiyê yên di zindanan de werin berdan. Astengiyên li pêşiya vegera mirovên me yên ku ji ber dozên siyasî çûne sirgûnê werin rakirin û ji bo ku careke din çek neyên bikaranîn vegera gerîlayan a malên wan were misogerkirin. Piştî van gavan, divê bi guhertinên makezagonî re ji bo avakirina civaka demokratîk gavên nû werin avêtin.”

Di civînê de welatiyekî 70 salî jî bal kişand ser rola jin û ciwanan û ev tişt got: “Gotine ‘daristan şewitiye’ ji bo vemirandina vî agirî şiyarbûna çend kesan têrê nake. Divê yên şiyar bûne, yên razayî jî hişyar bikin. Kêmasiya me ya herî mezin a di vê pêvajoyê de nebûna jin û ciwanan e. Em dikarin bi pêşengiya jin û ciwanan vê pêvajoyê bi ser bixînin.”

Welatiyekî din jî destnîşan kir ku divê li dijî provokasyonan eniyeke yekbûyî ya hêzên demokrasiyê were avakirin û çavdêriya pêvajoyê li her qadê were kirin.

Heyeta DBPê piştî gundê Amarayê, derbasî gundê Nûrgûcûkê yê navçeya Qaleyê bû. Li vê derê jî Keskîn Bayindir agahî dan gel û guh da pirs û fikarên wan.

Li ser pirsa welatiyekî ya ku got, “Li vê erdnîgariyê li binê her dar û kevirî canekî bêkefen heye, dê rewşa wan di pêvajoya nû de bibe çi?” Bayindir wiha bersiv da: “Em ne li cîhanê û ne jî li vir ji sifirê dest pê nakin. Em tu carî raboriyê jê nabin û ji bîr nakin. Gelê me li her derê dibêje ku ew ewlehiyê bi dewletê nayîne. Mafdar e jî, ji ber ku hafizaya wî zindî ye û êşên wî nû ne. Ji ber vê yekê, pêvajoyên aşitiyê ne pêvajoyên jêbirina raboriyê ne; berovajî vê, pêvajoyên bîranîn û rûbirûbûna bi raboriyê re ne. Pêvajoya axaftina li ser rêgirtina li êşên nû ye.”

Li Şahînbeyê dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ deng veda

Heyetê piştî bernameya gundan, berê xwe da taxa Malazgirtê ya navçeya Şahinbeyê ya li navenda Dîlokê. Civîna li vê derê veguherî şahiyekê û gel bi giranî tevlî govendê bû. Di civîna ku jin û ciwan tê de li pêş bûn de, dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.

Keskîn Bayindir li vir bang li girseyê kir û diyar kir ku ew di qonaxeke pir krîtîk de ne û wiha got: “Ev pêvajo ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve tê meşandin û gihîştiye qonaxekê. Ji bo vê yekê berpirsyariyeke mezin dikevin ser milê me. Divê em di her qada jiyanê de têkoşîna aşitiyê mezin bikin da ku destê Birêz Ocalan li ser maseya muzakereyê bihêz bibe. Gava em têkoşînê mezin bikin, dê dewlet jî neçar bibe gavan baveje.”

Civîna gel piştî axaftinan bi gerandina govendê bi dawî bû

Etîket: civîna gelDîlokHevserokê Giştî yê DBPê Keskîn BayindirŞahînbey
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Em ji bo aşitiyeke bi rûmet têdikoşin’

‘Em ji bo aşitiyeke bi rûmet têdikoşin’

30 TEBAX 2026
Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

18 TEBAX 2026
Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026
‘Ev gaveke biçûk e, em dixwazin gavên mezintir bên avêtin’

‘Ev gaveke biçûk e, em dixwazin gavên mezintir bên avêtin’

17 TEBAX 2026
Li Êlihê civîna gel: Çareserî bi saya pêngava 15ê Tebaxê ye

Li Êlihê civîna gel: Çareserî bi saya pêngava 15ê Tebaxê ye

16 TEBAX 2026
Li Amedê civîna gel: Divê gel xwedî li pêvajoyê derkeve

Li Amedê civîna gel: Divê gel xwedî li pêvajoyê derkeve

15 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne