• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çîgdem Kiliçgun li Semsûrê ye: Divê rê li ber aştiyê bê vekirin

Semsûr / AW

5 TÎRMEH 2026 - 12:41
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevseroka Giştî ya DBPê Çigdem Kiliçgun Uçar li Semsûrê bi nûnerên saziyên civakî, rûspî û keyayan re di bernameya taştê de civiya û diyar kir ku ew dixwazin hemû nasnameyên cuda li ser vê axê bi hev re di nava aştî û demokrasiyê de bijîn û wiha got: “Êdî hemû kes aştiyê dixwaze. Dewlet bi gavneavêtina xwe ve rê li ber aştiyê digire. Divê rê li ber aştiyê vebe.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çiğdem Kiliçgun Uçar di çarçoveya bernameya partiya xwe ya bi dirûşma “Em gotina aştiyê bi gel re saz dikin” li navçeya Kolikê ya Sêmsûrê bi nûnerên rêxistinên sivîl, çapemeniya herêmî, rûspiyên navçeyê û keyayan re di bernameya taştê de civiya. Bername li kafeyek Kolikê hate lidarxistin.

Çîgdem Kiliçgun Ûçar û beşdaran di civînê de bi hev re taştê xwar. Çîgdem Kiliçgun Uçar daxuyanî da û bal kişand ser geşedanên di nava pêvajoyê de diqewimin.

‘Divê rê li ber aştiyê vebe’

Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku pirsa bingehîn ev e ku çima sed sal e pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin û wiha got: “Îro em di serdemeke weha de ne ku ji her demê zêdetir nêzî çareseriya pirsgirêka kurd bûne. Gelên ku ji dîrokê ve di nav vê welatî de bi hev re dijiyan, çi bû ku ji nişka ve hatin rûbirûkirin û tunehesibandin. Tirkiye, yek ji yekemîn dewletên netewe yên avaker e. Rojhilata Navîn bi vî rengî hat sêwirandin. Gelo di vê sedsalê de kurdan çi kir? Kurd her dem di nav têkoşînê de bûn. Çima di hiqûqê de cih ji bo kurdan nîn e? Di heman demê de, tevahiya welat bi bêhiqûqiyekê re rûbirû hat hiştin. Ji ber vê yekê em dibêjin çareseriya pirsgirêka kurd, rizgarî û azadiya Tirkiyeyê ye. Piştî bangawaziya 27ê Sibatê, cara yekemîn e ku partiyên di meclisê de ji bo çareseriyê hatine cem hev. Em di erdnîgariyeke weha de ne ku sîstem bixwe di nav krîzeke kûr de ye. Kurd, li herêmên ku krîzên dewletê lê hene, têkoşîna demokratîkbûnê dimeşînin. Di şerê Îranê de xwestin ku Kurd di ji bo berjewendiyên hêzên hegomonîk herî pêş de şer bikin. Lê gelê Kurd êdî rêya xwe diyar kiriye û çand û nasnameya kurdan li Rojhilata Navîn wekî avakerê demokrasiyê tê naskirin. Serdema nû, serdema jiyana hevpar e. Ji ber vê jî armanc ew e ku aqilê dewletê yê ku sedsala xwe bi înkarê derbas kiriye, ber bi demokratîkbûn û jiyana hevpar ve were veguherandin. Lê belê dewlet bi gavneavêtina xwe ve hewl dide paşeroja Tirkiyeyê dîl bigire. Ji ber vê yekê hewcedarî bi qanûna çarçoveyê heye. Çima zimanê gelekî nakeve bin mîsogeriya qanûnî? Em dixwazin ku hemû nasnameyên cuda li ser vê axê bi hev re di nava aştî û demokrasiyê de bijîn. Êdî hemû kes aştiyê dixwaze. Dewlet bi gavneavêtina xwe ve rê li ber aştiyê digire. Divê rê li ber aştiyê vebe.”

’40 roj in destûra şandeyê nehatiye dayîn’

Çigdem Kılıçgun Uçar, bersiv da pirsa “Hûn di vê serdemê de bi hemû derdoran re tên cem hev, tevlîkirina aliyên din di nav vê pêvajoyê de dê çi bandorê li ser birêvebirina pêvajoyê bike?” û wiha got: “Birêz Ocalan vê rewşê pir girîng dibîne û dibêje ku ‘Ez dixwazim vê pêvajoyê bi hemû dorhêlan re nîqaş bikim’. Lê belê dewlet di vê xalê de bi dernexistina qanûna çarçoveyê rê li ber vê yekê digire. Ev 40 roj in ji bo çûyîna şandeyê bersiveke erênî nedaye. Divê em li ser maseua ku hatiye avakirin, aliyê ku aştiyê dixwaze bihêz bikin. Çima her kes nebe xwedî gotinekê ji bo aştiyê? Ji bo vê yekê em di siyaseta demokratîk de israr dikin û em ê israra xwe bidomînin.”

Bername piştî pirs û bersivan bi lêdana çepikan bi dawî bû.

Etîket: DBPEm gotina aştiyê bi gel re saz dikinHevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun UçarKolikSemsûr
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Bîranîna şehîdan a li Semsûrê bi serdanan didome

Bîranîna şehîdan a li Semsûrê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026
Ev ne şîn bû, peyama serkeftinê bû

Kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dê li Semsûrê bên bibîranîn

7 ÎLON 2026
Ji DBPê ji bo meşa 1ê Îlonê bangawazî

Ji DBPê ji bo meşa 1ê Îlonê bangawazî

29 TEBAX 2026
DBPê ferdên malbata Dedeogûllari bi bîr anî

DBPê ferdên malbata Dedeogûllari bi bîr anî

30 TÎRMEH 2026
Li Semsûrê şewat: Şêniyan banga alîkariya lezgîn kir

Şewata li Semsûrê hate tefandin

29 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne