• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Keskîn Bayindir: Divê zimanê çapemeniyê pozîtîf be

Riha / AW

3 TÎRMEH 2026 - 14:11
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir li Rihayê di çarçoveya bernameya “Em gotina aştiyê bi gel re saz dikin” bi rojnamegeran re civiya û diyar kir ku divê nêzîkatiya her kesî li ser vê bingehê be ku ka dê çawa tevkariyê li vê pêvajoyê bike û zimanê çapemeniyê ji bo pêvajoyê jî pozîtîf be. 

Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir li Rihayê di çarçoveya bernameya “Em gotina aştiyê bi gel re saz dikin” bi rojnamegeran re di civînek taştê de civiya. Civîn li Karakopruyê pêk hat. Li gel Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan û rêveberên DBPê di civînê de amade bûn.

‘Divê çapemenî zimanekî pozîtîf bi kar bîne’

Keskîn Bayindir piştî taştêyê der barê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de agahî dan û piştre bersiva pirsên rojnamegeran da. Keskîn Bayindir li ser pirsa rojnamegeran a “Di vê pêvajoyê de bendewariya we ji çapemeniyê çi ye?” axivî û wiha got: “Em dibêjin Çapemeniya Azad. Kevneşopiyeke wê ya ku agahiyên rast û heqîqî digihîne civakê heye. Di pêvajoyên wiha de zimanê ku çapemenî bi kar tîne û peyama ku dixwaze bide, ji siyasetê pir bi bandortir e. Di vê çarçoveyê de ev pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Bêguman hinek kêmasî hene. Ji çapemeniya neteweyî heta ya herêmî, kêmasiyeke wiha heye ku vê pêvajoyê hîn jî bi zimanê kevn digirin dest. Em dibînin ku hin şêwazên axaftinê hene ku vê pêvajoyê weke qezenckirina hinekan û windakirina hinekan dibînin. Em vê yekê jî rast nabînin. Gelê me jî di vê pêvajoyê de ziman û nêzîkatiyeke pozîtîf dixwaze. Bendewariyeke wiha heye ku her kesê li ser ekranan nûçeyan pêşkêş dike û bernameyan çêdike, vê pêvajoyê bi awayekî heqîqî bigire dest. Civak li benda vê yekê ye û banga me jî ev e. Divê nêzîkatiya her kesî li ser vê bingehê be ku ka dê çawa tevkariyê li vê pêvajoyê bikin.”

‘Divê statuya hiqûqî û siyasî ya birêz Ocalan zelal bibe’

Keskîn Bayindir li ser pirsa rojnamegeran a muxatabiya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da û wiha axivî: “Rola birêz Abdullah Ocalan a di vê pêvajoyê de dîrokî ye û sermuzakerevan e. Em di meseleya Kurd de weke mifteyê îfade dikin. Ev heqîqeteke wiha ye ku di aliyê dîrokî de derketiye holê. Ev nayê wateya nedîtina dînamîkên ku di civaka Kurd de derketine holê. Ji ber vê yekê hemû dînamîkên Kurd aktorên girîng ên vê pêvajoyê ne. Di vî alî de hevdîtin û xebatên me yên ligel hemû aktoran hene. Bêguman bi dîtina min ne dema nîqaşa aktorê sereke ye. Niha Kurd çi dixwazin? Daxwazên wan çi ne? Daxwazên wan ên qanûnî û makeqanûnî çi ne? Civak çi difikire? Li qadan çi tîne ziman? Divê guh bidin bersivên van pirsan. Birêz Ocalan di vê pêvajoyê de dixwaze statuya wî ya hiqûqî û siyasî zelal bibe û çareseriya qanûnî û destûrek demokratîk di meseleya Kurd de dixwaze.”

Etîket: Em gotina aştiyê bi gel re saz dikinHevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bayindir: Em qanûneke bê statuya Birêz Ocalan qebûl nakin

Bayindir: Em qanûneke bê statuya Birêz Ocalan qebûl nakin

24 TÎRMEH 2026
Ûzûnay: Armanca civînên me rêxistinkirin û sazkirina hişmendiya komûnal e

Ûzûnay: Armanca civînên me rêxistinkirin û sazkirina hişmendiya komûnal e

21 TÎRMEH 2026
Welatiyên Agiriyê: Du sal derbas bûn lê derbarê pêvajoyê de gav nehatiye avêtin

Welatiyên Agiriyê: Du sal derbas bûn lê derbarê pêvajoyê de gav nehatiye avêtin

12 TÎRMEH 2026
Bayindir: Em ji bo welatekî ku her kes tê de azad bijî dixebitin

Bayindir: Em ji bo welatekî ku her kes tê de azad bijî dixebitin

7 TÎRMEH 2026
Keskîn Bayindir li Dîlokê axivî: Divê vegera gerîlayan were misogerkirin

Keskîn Bayindir li Dîlokê axivî: Divê vegera gerîlayan were misogerkirin

6 TÎRMEH 2026
Keskîn Bayindir: Li pêşiya me aştiyeke birûmet û azadî heye

Keskîn Bayindir: Li pêşiya me aştiyeke birûmet û azadî heye

5 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne