Wan – Hevseroka DBPê ya Wanê Gonul Ûzûnay derbarê civînên gel de axivî û diyar kir ku ev civîn ji bo pêvajoyê girîng in û wiha got: “Bi van civînan em dixwazin gel bi hişmendiya komûnal, xebateke kolektîv xwe bi rêxistin û saz bike.”
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, li gelek bajar û navçeyan civînên gel li dar xist. Di van civînan de siyaseta AKPê û dewletê, pêşnûmeya qanûna çerçoveyî ya ku di rojeva raya giştî de ye, gavneavêtina deweletê a ji bo pêvajoyê, rist û rola siyaseta demokratîk di vê pêvajoyê de, fikir û nêrînên gel hatin nîqaşkirin û gotûbêjkirin. Gel bendewarî û rexneyên xwe yên ji bo siyaseta demokratîk anîn ziman.
DBPê bi beşdariya Hevserokên xwe yên Giştî Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Ûçar di çarçoveya vê plansaziyê de li 12 bajar û bi dehan navçeyên bakurê Kurdistanê nêzî 200 civînên gel û hevdîtinan li dar xist.
Hevseroka DBPê ya Wanê Gonul Ûzûnay ku ew bi xwe jî tev li civînên gel ên di van rojên dawî de li Wanê pêk hatin bû, derbarê armanca van civînan, fikir û nêrînen gel de ji ajansa me re axivî.
‘Cara yekemîn e ku pirsgirêk ewqas radîkal tên nîqaşkirin’
Gonul Ûzûnay diyar kir ku sal û nîveke pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk berdewam dike û ev cara yekemîn e ku pirsgirêka Kurd ewqas bi awayekî radîkal tê nîqaşkirin û wiha got: “Bi bangewaziya rêzdar Abdullah Ocalan pirsgirêka Kurd di zemîna demokrasiyê de em dikarin bêjin cara yekemîn e ewqas, radîqal tê niqaş kirin. Em jî weke DBPê bi taybetî di demên dawî de me kampanyayek bi şiyara ‘Em aştiyê bi gel re saz dikin’ civîn pêkanîn.”
‘Armanc avakirina hişmendiya komûnal e’
Gonul Ûzûnay derbarê armanca civînan de jî nirxandin kir û ev yek anî ziman: “Armanca me ev e ku bi van civînan em bi gel ra hem pêvajoyê nîqaş bikin, hem jî girêdayî pêvajoyê, em dizanin gelek pirsgirêkên civakî jî di nav gelê me de diqewimin. Bi çaresernekirina pirsgirêka Kurd re em bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Di vê pêvajoyê de divê di milekî de aştî û di milekî din jî civaka demokratîk bê avakirin ku aştiyeke bi rûmet jî were sazkiririn. Girîngiya van civînên me bi vê mabestê derkete holê. Me xwest em bi gel re, nirxandina vê pêvajoyê bikin. Bi van civînan em dixwazin gel bi hişmendiya komûnal, xebateke kolektîv xwe bi rêxistin û saz bike. Bi vê armancê me got ku em van civînan pêk bînin. Bi hev re nexşeriyeke nû ji bo xwe saz bikin, çareseriya me çi ye, di vê çareseriyê de çi dikeve berpirsyariya qada polîtîk, çi dikeve berpirsyariya qada civakî em nîqaş bikin, bi hev re saz bikin. Heta niha jî bi vê armancê civîn pêk hatin lê di van civînên dawiyê de pirsgirêkên civakî, yên şexsî, siyasî yek bi yek nirxand.”
‘Divê êdî desthilat û dewlet gavên şênber biavêjin’
Gonul Ûzûnay da zanîn ku bi van civînan derket holê ku gel jî civînên bi vî rengî dixweze û wiha axaftina xwe domand: “Gel dixwaze ku rehet xwe bîne ziman da ku xwe bide fêmkirin. Me dît ku daxwaza gelê me ew e ku çareseriyeke demokratîk pêk were, aştiyeke bi rûmet were pêkanîn. Lê belê peywira herî girîng ku dikeve ser dewlet û desthilatê, lê hê jî pêk neaniye ku ev pêvajo bi serkeftî be. Ji ber vê yekê me di van civîna de dît ku gel êdî ji pêvajoyê bawer nake. Ji ber wê ji divê êdî dewlet mecbûr e ku gavan biavêjin. Gelê me ev pir rehet anî ziman. Yanî heta niha çi ketiye ser milê Gelê Kurd, Tevgera Azadiya Kurd û Rêberê Gelê Kurd rêzdar Abdullah Ocalan, hatiye pêkanîn. Divê ku ji vê saetê şûn ve êdî desthilat û dewlet gavên şênber biavêjin, ev yekemîn daxwaz û rexne bû ji bo dewletê ye.”
‘Rexne û pêşniyarên gelê me ji bo me çerçoveyek danî holê’
Gonûl Ûzûnay da anî ziman ku di van civînan de rexneyên gel ji bo wan ango partiyê hebûne û gel ev rexne û pêşniyarên xwe di çerçoveyeke rêxistinî de anîne ziman û wiha got: “Ev rexne û pêşniyarên gelê me ji bo me çerçoveyek danî holê, divê em di nav xwe de binirxînin, xet xwe ya siyasetê, me heta niha çawa xebat meşandine, plansazî kirine; di plansaziyên xwe yên nû de bidin ber xwe. Ev ji bo me pir girîng e.”
‘Divê êdî Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad be’
Gonul Ûzûnay herî dawî daxwaz û bendewariyên gel ên ki di van civînan de derketine pêş anî ziman û axaftina xwe wiha qedand: “Her wiha dîsa daxwaz û bendewariya gelê me ew bû ku mixatabê sereke yê vê pêvajoyê rêzdar Abdullah Ocalan e, divê ku rêzdar Abdullah Ocalan bigihîje statuya xwe û bi awayek fîzîkî azad bibe. Daxwaza sereke ya duyemîn jî ew bû ku mafên gelê Kurd yê ziman û çandî were bicihanîn. Bi hezaran girtiyên siyasî hene, rewşa van diyar bibe û ev bigihîjin azadiya xwe. Bi hezaran hevalên me li sirgûnê ne, divê ev hemû vegerin welatê xwe. Ev daxwazên gelê me eşkere û zelal bûn.”












