• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

Enqere / AW

2 TÎRMEH 2026 - 11:38
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî anî ziman ku beriya Meclîs bikeve batlaneyê, qanûna çarçoveyê were rojevê mutabakatek heye û wiha got: “Hemû pêşniyarên tên Meclîsê nabin qanûn. Lê em hêvî dikin hemû partî li ser vê qanûnan bibin yek û ev qanûn derbikevin.”

Serokwekîle Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Sezaî Temellî di destpêka axaftina xwe de bi mabesta salvegera Komkujiya Madimakê qurbaniyan bibîr anî û wiha got: “Hê jî berpirs nehatine cezakirin û faîl bêceza hatin hiştin. Hê jî ji bo welatiyên me yên Elewî zimanekî nîjadperest tê bikaranîn. Ji Madimakê heta Koçgiriyê em hemû komkujiyan şermezar dikin.”

Pakêta darazê

Sezaî Temellî bal kişand ser paketê nû yê darazê û wiha got: “Meclîs ji ber ku zivistanê nexebitî batlaneya Meclîsê ya meha Tîrmehê tê dirêjkirin. Ji ber ku li ser hev pakêtên nû yên darazê tên pêşiya me. Biryarên ku ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hatine batalkirin lê ji aliyê desthilatê ve dîsa tên pêşiya me ku bibin qanûn. Heta niha 12 pakêtên darazê li Meclîsê derbas bûne. Hûn van 12 pakêtan bînin cem hev meriv dibîne ku ev 12 pakêt jî bendewariya gel a edaletê re nabe bersiv û bêedaletiyê zêdetir dike. Hê jî sepanên qeyûman berdewam dike. Hê jî biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa bi cih nehatine. Di van pakêtan de ev yek tune ye. Dibêjin em ê biryardayîna dadgehan zûtir bikin. Li dadgehên bêedaletî heye. Heke hûn biryarên dadgehan zûtir bikin dê bêedaletiyê zûtir bikin. AKPê got em ê YOKê rakin lê piştî hat ber desthilatê, YOKê xurttir kir. Bênîtelîka zanîngehan zêdetir dibe. Her wiha xizaniya xwendekarên zanîngehê jî zêde dibe. Her wiha akademîsyen jî di vê rewşê de ne. Lê pakêteke ku van pirsgirêkan çareser bike jî tune ye. Me bihîstiye ku pakêteke ku zextên li ser zanîngehan zêdetir bike dê were rojeva Meclîsê, lê hê nehatiye.”

‘NATO rêxistinek şer e’

Sezaî Temellî destnîşan kir ku bandora lutkeya NATOyê dê 10 salan bidome û wiha axivî: “Ji bo lutkeya NATOyê her derê Enqereyê hatine girtin û gelek kes hatin binçavkirin û girtin. NATO rêxistineke şer e. NATO şer û pevçûnan derdixîne. Di encama vê lûtkeya NATOyê de şerên nû li pêşiya me ne. Em li dijî şer ini, ji bo wê em ji NATOyê re dibêjin na.”

‘Krîza aborî her ku diçe zêdetir dibe’

Sezaî Temellî destnîşan kir ku welatî ji ber xizaniyê nikarin debara xwe bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Feqîriya nav xelkê her ku diçe zêdetir dibe. Her kes xizan dibe. Divê meaşê asgarî di meha Tîrmehê de were zemkirin. Ji bo pêşî li xizaniyê be girtin hewcehî bi polîtîkayeke nû ya aboriyê heye. Divê çavkanî ji ji sermayedaran re neçe û ji hemû welatiyan re wekhev bibe. Ji bo wê jî em ê di dawiya hefteyê de li Amedê Komxebata Aboriyê li dar bixin û amadekariya wê dikin.”

‘Mutabakatek heye’

Sezaî Temellî derbarê pirsa li ser qanûna çarçoveyê jî da zanîn ku beriya ku Meclîs bikeve betlaneyê ev qanûn were rojevê mutabakatek heye û wiha got: “Hemû pêşniyarên tên Meclîsê nabin qanûn. Lê em hêvî dikin hemû partî li ser vê qanûnan bibin yek û ew qanûn derbikevin. Meclîs dikare navber jî nede û xebata xwe dirêj bike.”

Etîket: Qanûna ÇarçoveSezaî Temellî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayîkên Aştiyê: Ji bo aştiyeke mayînde divê Rêber Apo azad be

Dayîkên Aştiyê: Ji bo aştiyeke mayînde divê Rêber Apo azad be

24 HEZÎRAN 2026
Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

21 HEZÎRAN 2026
Temellî: Divê demildest şert û mercên azad ên birêz Ocalan pêk werin

Temellî: Divê demildest şert û mercên azad ên birêz Ocalan pêk werin

4 HEZÎRAN 2026
Heyeta DEM Partiyê dê roja yekşemê biçe Îmraliyê

Heyeta DEM Partiyê dê roja yekşemê biçe Îmraliyê

22 GULAN 2026
Heyeta CHPê serdana Koma DEM Partiyê kir

Heyeta CHPê serdana Koma DEM Partiyê kir

13 GULAN 2026
Temellî: Êdî tehamula civakê nameye, divê Meclîs ji bo çêkirina qanûnan bixebite

Temellî: Êdî tehamula civakê nameye, divê Meclîs ji bo çêkirina qanûnan bixebite

11 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê: Dê xebatên me bidomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (29)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne