Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî ku li meclisê axivî, bal kişand ser qedexekirina malperên çapemeniya Kurd û got:”Ew qedexeyên li dijî hiqûqê divê demildest bên rakirin.”
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî qedexekirina hesabê Xê ya ajansa me, rojnameya Azadiya Welat, Berû û Nûmedya24 anî rojeva meclisê. Sezaî Temellî ku di Lîjneya Giştî ya Meclise de bertek nîşanî astengiyan da û got: “Ew qedexeyên li dijî hiqûqî divê demildest bên rakirin. Bi destê BTKyê Tirkiyeyê veguheriyê komara sansurê. Herî dawî Azadiya Welat, Ajansa Welat û Nûmedya24 ku bi Kurdî weşanê dikin hatin girtin. Her tim hûn dibêjin TRT 6 heye vê feraseta sansurkar nikarin vêşerin. Divê ew qedexeyên li dijî hiqûqê demildest bên rakirin.”













