• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

Navenda Nûçeyan / AW

30 HEZÎRAN 2026 - 19:54
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Zîlan (Zeynep Kinaci) û Sema Yuce, kesayetên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd, di salvegera xwe de li Êlih, Agirî, Mûş, Îdir, Mêrdîn, Wan û Îzmîrê hatin bibîranîn.

WAN

Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi hevkariya Meclîsa Jinên Ciwan a DEM Partiyê, bi boneya 30emîn salvegera şehadeta Zîlan (Zeyneb Kinaci) û 28emîn salvegera şehadeta Sema Yuce bernameya bîranînê li dar xist. Bernameya bîranînê li ber avahiya DEM Partiyê ya Wanê hate lidarxistin. Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, Parlamenterên DEM Partiyê yên Wanê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên demokratîk ên bajêr û gelek welatî tev li bîranînê bûn. Li qada bîranînê pankarta “Jina birêxistinkirî civaka azad e” hate daliqandin û portreyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Zîlan û Sema Yuce hatin danîn.

Bernameya bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û Marşa Çerxa Şoreşê hate xwendin. Di bîranînê de endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Mevlude Aza axivî û diyar kir ku ew bi saya têkoşîna cangoriyan heta vê astê hatine.

Di berdewamiyê de Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli axivî û da zanîn ku jinên Kurd pêşengtiya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dikin.

Piştre nameyên ku Sema Yuce û Zîlan beriya şehadetê nivîsîbûn, hatin xwendin. Piştî xwendina nameyan bername, bi nîşandana sînevizyonê berdewam kir.

Bername bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

ÎZMÎR
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin (MEBYADER-EGE), TJA û DEM Partî, li avahiya partiyê ya bajar bernameyeke bîranînê li dar xistin. Li hêwana ku bîranîn lê hat lidarxistin bi domdarî dirûşmên “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Bîranîn bi nîşandana sînevizyonê û rêzgirtina ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
Piştre Aktîvîsta TJA’yê Newroz Çelîk, nameya Zîlanê xwend. Piştî xwendina nameyê, Dayika Aştiyê Behiye Yalçin axivî û wiha got: “Bila êdî cenaze neyên, bila dayik êdî rondikên çavên xwe paqij nekin, em êdî aştiyeke bi rûmet dixwazin. Hevrêyên Rêbertiyê di vê rêyê de bedena xwe dan ber agir. Em bi şehadeta wan serbilind in, lêbelê em ê jî soza ku ji roja yekem de daye, heta dilopa dawî ya xwîna xwe, bimeşînin. Heta ku aştiyeke bi rûmet bê vî welatî, em ê vê soza xwe li erdê nehêlin. Em ê keda ku wan daye li erdê nehêlin. Em ê li ser şopa wan vê têkoşînê berdewam bikin.”
Bernameya bîranînê bi dirûşman bi dawî bû.

AGIRÎ

Ji bo salvegera Zeynep Kinaci (Zîlan) û Sema Yuce, kesayetên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd, li avahiya DEM Partiyê ya bajarê Agirî ji aliyê MEBYA-DERê ve bernameyek bîranînê hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn.

Ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hat girtin û mûm hatin vêxistin. Di axaftinên ku di çalakiyê de hatin kirin de, soza bi têkoşîna Zîlan û Sema Yuce re hat dubarekirin û biryardariya berfirehkirina mîrateya wan hat nîşandan.

Di bîranînê de pêşandana slaytê ya li ser jiyan û têkoşîna her du jinan jî hat nîşandan.

 Bernameya bîranînê bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.Ji pêşengê Tevgera Azadiya Kurd Zîlan û Sema Yuce hatin bibîranîn. Di bîranînê de hate diyarkirin ku Sema Yuce û Zîlan sembolên azadiyê ne.

ÊLIH

Ji bo salvegera Zeynep Kinaci (Zîlan) û Sema Yuce, kesayetên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd, li avahiya DEM Partiyê ya bajarê Agirî ji aliyê MEBYA-DERê ve bernameya bîranînê li Navenda Çanda Bahar hat lidarxistin.

Endama MEBYA-DERê  Guneş Çetinkaya Erdem diyar kir ku Zîlan û Sema Yuce sembolên azadiyê ne û riya wan ronî kirine.

Hevseroka DEM Partî ya Êlihê Perîhan Begîk jî axivî û da zanîn ku Zîlan û Sema jiyana wan ronî dikim.

Bername bi nîşandana sînevîzyonekê bidawî bû.

MÛŞ

Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Zeynep Kinaci bi bîr anî. Gelek kes tevlî bîranînê bû û bi pêşandana sînevîzyona li ser jiyana Zeynep Kinaci bi dawî bû.

ÎDIR

Li Îdirê Zeynep Kinaci û Sema Yuce, bi pêşengiya MEBYA-DERê li avahiya DEM Partî ya Îdirê hatin bibîranîn. Nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek kes tevlî bîranînê bûn. Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî axaftinan, sînevîzyon hat pêşandan. Bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.

MÊRDÎN

Bi pêşengiya MEBYA-DER’ê li avahiya DEM Partiyê şehîdên meha Hezîranê hatin bibîranîn. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek kes tevlî bîranînê bûn. Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevseroka MEBYA-DERê Makbule Okmen di bîranînê de axivî û wiha got, “Destkeftiyên ku heta îro hatine bidestxistin, bi saya têkoşîna şehîdan e. Em jî li vir soz didin van ku her tim xwedî li têkoşîna wan derketin.”

Bîranîn piştî pêşandana sînevîzyonê bi dirûşmeyên, “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi xwendina helbestan bi dawî bû.

Etîket: AgiriBîranînÊlihÎdirMerdinMûşsalvegerSema YuceWanZeynep Kinaci
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

5 COTMEH 2026
Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

3 COTMEH 2026
‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

3 COTMEH 2026
Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

25 ÎLON 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne