• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Meletiyê panela Ziman û Wêjeyê: Divê her qad bibe Kurdî

Meletî / AW

14 HEZÎRAN 2026 - 16:31
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Komeleya Wêjekarên Kurd bi navê ‘Ziman û Wêjeya Kurdî’ panelek li darxist û di panelê de hat destnîşankirin ku divê bê statuya Zimanê Kurdî neyê qebûlkirin û hat diyarkirin ku divê her der qad bibe Kurdî

Komeleya Wêjekarên Kurd li Parka Weqfê ya girêdayî taxa Paşakoşkê ya Meletiyê bi navê ‘Ziman û Wêjeya Kurdî’ panelek li dar xist. Rêxistina DEM Partiyê ya Meletiyê, Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) û saziyên demokratîk tev li panelê bûn.

Panela ku di moderatoriya helbestan Alî Şûkran Akgok de hat meşandin, nivîskar Hecî Ozkal li ser ‘Duh, îro û sibê ya Kurdî’, Nivîskar Mîne Acer li ser ‘Têkiliya Dayik û Ziman’ û Nivîskar Mehmet Şahîn jî li ser ‘Ziman û Wêje’yê axivîn.

Nivîskar Mina Acer di panelê de li ser girîngiya zimanê dayikê û rola jinan a di parastina wêjeyê de axivî û destnîşan kir ku mal, dayik û bav bingeha parastina ziman in û wiha got: “Zarok hê di zikê dayika xwe de dest bi naskirina cîhanê dike. Dengê yekem ê ku dibîhîze, ritm û dengê dayikê ye. Ji ber wê, dayik ne tenê zarokek tîne dinyayê, di heman demê de zimanekî, çandekê û nêrînekê jî tîne dinyayê. Çand, huner, dîrok û bîra gelekî di sînga dayikan de tê parastin û heta ku dayik bi wî zimanî biaxivin, ew ziman zindî ye.”

Metirsiyên Modernîzm û Asîmîlasyonê

Mîne Acer bal kişand ser metirsiyên li ser zimanê dayikê û got ku îro ev têkiliya pîroz di bin xetereyê de ye û ev tişt anî ziman: “Bi bandora modernîzmê û pergalên asîmîlasyonê, sînorên me û malên me bê ziman dimînin. Heke em dixwazin zimanê me bijî, divê em bizivirînin ser koka xwe. Parastina zimanê dayikê ne tenê karê zimannas an nivîskaran e, ew berî her tiştî karê malê ye, karê dayik û bavan e.”

‘Bêstatubûn nayê qebûlkirin’

Nivîskar Hecî Ozkal li ser rewşa ‘duh, îro û siberoja Kurdî’ diyar kir ku Zimanê Kurdî zimanekî pir dewlemend û wêjeyî ye û wiha got: “Îro li hember ewqas zext û zordariyê, bê statûbûnê, Zimanê Kurdî li ber xwe dide û li ser piyan e. Lê divê bêstatubûna Zimanê Kurdî neyê qebûlkirin û her der bibe qada Kurdî.”

‘Ziman bê wêje bê ruh e’

Nivîskar Mehmet Şahin jî li ser têkiliya zaman û wêje rawestiya û bi lêv kir ku ziman hebûna mirovan e û ev nirxandin kir: “Ziman bê wêje bê ruh e. Wêje asoyên zimên xurttir û dewlemendtir dike. Ê ku ziman dike ziman wêje ye. Di hemû geşedanên siyasî, civakî û şoreşê de wêje roleke pir girîng dilîze. Wêjeya kurd hem milê devkî hem jî milê nivîskî danheviyek ciddî heye. Mîrasek pir bi nirx ji me re hatiye hiştin. Li ser vê mîrasê ziman û wêjeya kurdî pêşxistin erka me ya esasî ye. Ji bo vê yekê statûya zimanê kurdî xeta me ya sor e.”

Panela Ziman û Wêjeya Kurdî bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Etîket: Komeleya Wêjekarên KurdMêletîziman û wêjeya KurdîZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

29 ÎLON 2026
Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

22 ÎLON 2026
MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

20 ÎLON 2026
Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

20 ÎLON 2026
Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

18 ÎLON 2026
Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

17 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne