• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Newroz Uysal Aslanê îxraçkirina kedkarên cemaweriyê anî rojeva meclisê

Enqere / AW

10 HEZÎRAN 2026 - 12:09
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslanê derbarê îxraçkirina Hevserokê Şaxa Egîtîm-Senê ya Şirnexê Adnan Şenbayram, rêveberên Egîtîm-Sena Şirnexê Mesût Aslan, Nîzam Kaplan û rêveberê Şaxa SESê ya Şirnexê Abdulkadîr Oruker de pêşniyazpirsek pêşkeşî Meclisê kir.

Hevserokê Şaxa Egitîm-Senê ya Şirnexê Adnan Şenbayram, rêveberên Egitîm-Sena Şirnexê Mesût Aslan, Nîzam Kaplan û rêveberê Şaxa SESê ya Şirnexê Abdulkadîr Oruker bi hinceta tev li xwepêşandanên êrişên li dijî Rojava bûbûn hatibûn îxraçkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslanê, tekildarî îxraçkirina kedkarên cemaweriyê pêşniyazpirsek pêşkeşî Meclisê kir.

Newroz Uysal Aslanê diyar kir ku mufetîşên Wezareta Perwerdehiyê derbarê kedkarên cemaweriyê yên hatine îxraçkirin de pirsên li dijî mafê demokratik yên sendîkayê pirs kirine û ev yek jî nişan dide ku rêveberiya cemaweriyê ne li gorî hiqûqê li gorî siyasetê tevdigere. Newroz Uysal Aslanê da zanîn ku derbarê MYKa Egîtîm-Senê Sîmge Yardim û Hevserokê Şaxa Egîtîm-Sena Şirnexê Adnan Şenbayram de ji ber daxuyaniyên li dijî tacîza Burak Ercan a li 48 zarokan kiribû jî doz hatiyê vekirin û anî ziman ku bi vê yekê re şûna kesên tacîz kirine bên darizandin kesên li dijî vê yekê daxuyanî dane tên darizandin.

Newroz Uysal Aslan di pêşniyazpirsê de xwest hemû aliyên îxraçkirina kedkarên cameweriyê were lêkolînkirin û ji bo mafê sendîka, mafê xwe îfadekirinê û mafê xwepêşandanên aştiyanê sepanên zextê bidawî bibin û ji bo vê jî çi tedbir hewce bin bên diyar kirin û ji aliyê meclise vê bê lêkolînkirin.

Her wiha Newroz Uysal Aslanê li ser tacîza li dijî zarokan a li Şirnexê ji bo Serokatiya Meclisê bersiv bide ev pirs kirin:

” * Li Şirnexê di salên 2013an û 2026an de derbarê îstîsmara zayendî, êriş û tacîza zayendî ya li dijî zarokan çend lêpirsîn hatine destpêkirin û ji bo fihuşê zext li çend zarokan hatiye kirin?

* Ji van lêpirsînan çend bi dozê encam girtine, çend ji wan hatine betalkirin û çend hîn jî didomin?

* Li Şirnexê, ji sala 2013an vir ve, hejmara dozên îstismara zarokan û tundiya zayendî ya ku mamoste, karmendên bicîhanîna qanûnê, leşker, karmendên giştî, an kesên bi saziyên giştî ve girêdayî ne çend e?

* Di 5 salên dawî de, derbarê îstismara zarokan, êrîşa zayendî, tacîza zayendî, kuştina jinan û tundiya zayendî ya li dijî jinan li seranserê Tirkiyeyê çend lêpirsîn hatine destpêkirin û çend dozên giştî hatine vekirin? Gelo ev daneyên di destê wê de ne dê ji Serdozgeriya ku li doza Sîmge Yardim û Adnan Şenbayram dinêrê re bê şandin an na?

* Ji aliyê Wezareta wê ve dê derbarê mamoste, rojnameger û rêxistinên jinan ku van sûcên îstîsmarê derdixînin holê û ji ber vê yekê zext li wan tê kirin de tu xebat tê kirin an na?

* Li Şirnexê di dosyayên îstîsmarê yên ku navê xebatkarên dewletê tê de derbas dibin de polîtikayên necezakirinê tên sepandin. Kedkarên cemaweriyê ku vê yekê derdixînin holê tên darizandin. Wezareta wê ji ber vê rewşê dê gavên çawa biaveje?

Etîket: ÎxrackirinKedkarên CemaweriyêNewroz Uysal Aslanpêşniyazpirs
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Girtîgeha Osmaniyeyê jin rastî lêgerîna tazî û muameleya xirab tên

Li Girtîgeha Osmaniyeyê jin rastî lêgerîna tazî û muameleya xirab tên

19 MIJDAR 2026
Bêrîvan Kûtlû li ser gora xwe hate bibîranîn

Bêrîvan Kûtlû li ser gora xwe hate bibîranîn

17 MIJDAR 2026
Li Girtîgeha Boluyê di saleke de berdana 17-18 girtiyan hatiye astengkirin

Li Girtîgeha Boluyê di saleke de berdana 17-18 girtiyan hatiye astengkirin

17 MIJDAR 2026
Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

16 MIJDAR 2026
Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

23 COTMEH 2026
Ji ber peyva ‘birêz Ocalan’ berdana wî 6 sal hate taloqkirin!

Ji ber peyva ‘birêz Ocalan’ berdana wî 6 sal hate taloqkirin!

22 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne