• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Heta niha hemû gav ji aliyê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ve hatine avêtin’

Êlih /AW

7 HEZÎRAN 2026 - 10:23
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Endamê MEBYA-DERa Êlihê Mele Ahmet Başak ê ku kurê wî jî di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest daye, anî ziman ku heta niha dewleta Tirk derbarê pêvajoyê de tu gavên şênber neavêtiye û wiha got: “Heta niha gavên ku hatibin avêtin jî ji aliyê Tevgera Azadiya Kurd û Rêber Apo ve hatine avêtin û tiştên ku gotine jî hemû pêk anîne.”

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku di 27ê Sibata 2025an de ji aliye Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ve hatibû destpêkirin, nêzîkî du sal in hê jî ji aliyê dewleta Tirk ve gaveke wisa şênber nehatiye avêtin. Piştî ku bang hate kirin PKKê di 5-7ê Gulanê de 12yemîn Kongreya xwe li dar xist û di 12yê Gulanê de fesihkirina xwe ji raya giştî re ragihand. Piştî wî di 11ê Tîrmehê de li Şikefta Casenayê ya bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê komeke gerîla çekên xwe şewitandin. Piştre Tevgera Azadiyê Kurd hemû hêzên xwe yên gerîla ji bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê vekişand. Tevî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd ew qas gavên şênber avêtin hê jî ji aliye dewleta Tirk ve gavên şênber nehatine avêtin. Dewlet heta niha ji xeynî avakirina komîsyonê pê ve tu tiştekî şênber nekiriye. Di civînên komîsyonê de jî ji bo pêvajo pêş bikeve dîsa tiştek nehatiye kirin.

Endamê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) a Êlihê Mele Ahmet Başak destnîşan kir ku nêzîkî du sal in pêvajo hatiye destpêkirin lê hê jî dewleta Tirk ji bo pêvajo pêş bikeve gaveke wisa şênber neavêtiye.

‘Baweriya me bi Rêber Apo heye’

Ahmet Başak anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Serokê MHPê Devlet Bahçelî tişta ku derbarê pêvajoyê de dibêjin, Erdogan hê jî tiştek şênber, zelal negotiye û wiha axivî: “Ev bû nêzîkî du sal in hê jî dewleta Tirk gaveke wisa şênber navêtiye. Heta niha gavên ku hatibin avêtin jî ji aliyê Tevgera Azadiya Kurd û Rêber Apo ve ne û tiştên ku gotine hemû jî pêk anîne. Baweriya me bi Rêber Apo, rêxistina wî û bi mezinên me yên ku bi vê pêvajoyê re eleqedar dibin heye. Ew çi bêjin em li pey wan in. Lê bawerî bi hikûmetê nayê, ji ber ku heta niha hê gaveke erênî neavêtine. Divê êdî dewlet gavên şênber û zelal bide nîşandan. Heta niha şaredariyên ku qeyum tayînê wan kirine, hê şaredarek neziviriye ser peywira xwe. Kes ji wan jî ne sûcdar in. Di vir de gave biavêtibûna dê baweriya me çêbibûna. Serokê MHPê her hefte dertê û diaxive, êdî axaftinên wî jî weke hefteyên ewil ji mirov re samîmî nayên. Ger Rêber Apo neyê berdan, dê tu tiştek bi ser nekeve. Divê Rêber Apo serbest bê berdan. Hinek tişt ketin dubareyê êdî qîmeta axaftinên têne kirin jî namîne. Malbatên girtî û şehîdan temam dibêjin, em aştiyê dixwazin. Ez jî malbateke şehîda me, kurê min ji zanîngeha çû. Malbat, xwişk û birayên wî jî hebûn, tevî ku wî xwe feda kir dîsa jî em dibêjin aştî.”

‘Ji berê û heta niha zilm li me tê kirin’

Ahmet Başak destnîşan kir ku dewleta Tirk ji berê ve zilmê li Kurdan dike,  Kurd her tim li dijî zilmê li ber xwe dane û wiha dewam kir: “Em doza tiştekî nakin, xwedê teala yek mafek daye me. Ev ziman xwedê daye me, ne Tirkan, ne Ereban, ne Farisan û jî Îngilîzan daye me. Çima yê teva serbest e, yê Kurdan qedexe ye? Û komîsyona ku li meclisê jî hatibû avakirin, di nava rapora komîsyonê de jî rê nedan mafê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û ziman. Ew komîsyon jî tev vikûvala bû, her tişt di destê Erdogan de ye. Ew komîsyon hemû jî bi awayekî sembolîk bû. Êdî tu tiştek di destê meclisê de jî tune ye. Dema meclis çi jî bike deqeya ku Erdogan bêje na na ye, bila kes xwe nexapîne. Ji berê û heta niha zilm li me tê kirin, niha jî li CHPê dikin. Tişta ku li CHPê jî tê kirin ne tiştek baş e, zilm e, kê dibe bila bibe divê zilm lê neyê kirin. Qala heq, hiqûq, edalet, mehkemeyan û dozgeran dikin lê êdî tiştek wisa jî li Tirkiyeyê nemaye.”

‘Pergal di nava nakokiyan de ye’

Her wiha Ahmet Başak di dawiya axaftina xwe de got ku ji ber dewlet gav neavêje êdî bawerî jî bi pêvajoyê nayê kirin û wiha qal kir: “Em dikarin bêjin ev pêvajo rasterast xapandin e. Ji ber ku heta niha tu gaveke wisa şênber nehatiye avêtin. Heta niha tişta ku hatiye kirin bi Rêber Apo re carinan hevdîtin têne kirin, berê nedihiştin malbat û parêzerên wî jî hevdîtinan bikin. Desthilatdar qet nafikire û nabêje ev serê du salan e ciwan nehatine kuştin ji herdu aliyan ve. Mesrefên şer ên bi milyonan dihatin ew jî êdî tune ye. Divê êdî kes bi rihetî bi Rêber Apo re hevdîtinan bikin û rojnameger bi hêsanî biçin gel wî. Hevdîtinên ku ji çend mehan derbas bibin ev aştiyê bi xwe re nayîne, ger Rêber Apo vê pêvajoyê nedana destpêkirin tu kesek nikaribû bida destpêkirin. Û pergal bixwe di vê pêvajoyê de di nava nakokiyan de ye. Heta niha sed hezar bedelên giran hatine dayîn di vê dozê de. Heta yek Kurd hebe dê dev ji vê dozê bernedin, ji ber ev doz jêveneger e. Ez hêvî dikim ev pêvajoy biçe serî. Bes e bila êdî tu kes neyê kuştin.”

Etîket: Ahmet BaşakMEBYA-DERMele Ahmet Başak
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Cenazeyê Mevlût Elver li Goristana Xaçortê hat veşartin

Cenazeyê Mevlût Elver li Goristana Xaçortê hat veşartin

1 COTMEH 2026
MEBYA-DERa Êlihê Riza Altûn û şehîdên meha îlonê bi bîr anî

MEBYA-DERa Êlihê Riza Altûn û şehîdên meha îlonê bi bîr anî

30 ÎLON 2026
Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

10 ÎLON 2026
Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

10 ÎLON 2026
Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

10 ÎLON 2026

Li 5 navçeyên Stenbolê dê bernameyên bîranînê bên lidarxistin

10 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne