• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Anatolyaya Navîn pîrozbahiya Xidirelyaz

Enqere/ Aw

29 GULAN 2026 - 17:09
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Li navçeya Haymanaya Enqereyê 19êmîn pîrozbahiya Xidirelyaz hat lidarxistin. Hezaran welatî bi coş û kêfxweşî hatina biharê pîroz kirin.

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Haymanayê û welatiyên Anatolyaya Navîn ên herêma Konya û Enqereyê şahiya 19emîn a Xidirelyaz a Haymanayê li gundê Belçîkhîsar a girêdayî navçeya Haymanaya Enqereyê şahî li dar xistin. Welatiyên bajarên Enqere, Konya, Kirşehîr, Çorum  û navçeyên derdorê tevlî şahiyê bûn. Berdevka Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK) Meral Daniş Beştaş, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî û hezaran welatî tevlî şahiyê bûn. Şahiya Xidirelyaz piştî deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên aştî û demokratiyê dest pê kir.

Şahiya Xidirelyaz wek mîna pîrozbahiya hatina biharê tê pîrozkirin. Welatiyên bi zarokên xwe  tevlî şahiyê bûn lîstikên galerî lîstin, xwarin çêkirin û govend gerandin. Bi hezaran welatî cil û bergên Kurdî rengên cur bi cur şahiyê xemilandin. Hunermedên Koma Anatolaya, Koma Şengal derketîn ser dikê û beşdaran coşandin. Piştre Berdevka HDKê Meral Daniş Beştaş axivî.

‘Divê statuya birêz Ocalan were diyarkirin’

Meral Daniş Beştaş diyar kir ku nîşaneya hebûna gelê Kurdên ê Anatolayaya Navîn hebûna Kurdan hêztir dike û wiha got: “Cejna Xidirelyaz cejna hatina biharê pîroz be. Tu desthilatdar nikare hebûna Kurdan bi qedexe û sirgûnan biqedine. Gelek zexm û zordarî li ser Kurdan hatin meşandin lê nîşaneya wê ya li vir parastina çand û hunara Kurdan e. Parastina wê ya zimanê Kurdî encamên bişaftinên li ser zimanê Kurdî hatin ferzkirin bê derbasdar hiştiye. Her bijî berxwedana me. Tu hêzek nikarê ziman û çanda Kurdî tune bike. Gelê Kurd bi sedan sal in derveyî makezagon û hiqûqê hatine hiştin. Îro jî rebazên bişaftinê guherîne lê awayeke din tê meşandin. Em di nav pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ne. Pêvajo nêzî sal û nîveke berdavam dike lê ji aliyê dewletê ve tu gavên şênber nehatine avêtin. Pêvajo tê mijûlkirin gavên pêwîst nayên avêtin. Hevalên me Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş hê jî dîlgirtine. Hemû girtiyên siyasî divê bên berdan. Divê azadiya Birêz Ocalan û statuya wî ya sermûzekerevan ji aliyê hiqûqî vê bê diyarkirin. Em ê xwe bi bawer têkoşîna xwe berdewam bikin. Hebûna wê eşkerekirina serketina têkoşîna gelê Kurd e.”

Axaftina Meral Daniş Beştaş ji hêla girseyê ve bi dirûşmên ‘Bijî berxwedana Kobanê, bijî berxwedana Rojava’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Jin-Jiyan-Azadî’ ve hat qûtkirin.

Piştî axaftinan hunermed li ser dikê bi stranên xwe girseyê coşand û şahî bi govend gerandinê bidawî bû.

Etîket: EnqereHaymanaşahiya XidirelyazXidirelyaz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
Karkerên madenê cara 3yemîn hatin binçavkirin

Karkerên madenê cara 3yemîn hatin binçavkirin

13 TEBAX 2026
Zêdetirî 80 karker careke din hatin binçavkirin

Zêdetirî 80 karker careke din hatin binçavkirin

11 TEBAX 2026
Trump piştî gefa Îranê bi dizî ji Enqereyê çûye!

Trump piştî gefa Îranê bi dizî ji Enqereyê çûye!

11 TEBAX 2026
Li Enqereyê civînên ‘pêvajoyê’

Li Enqereyê civînên ‘pêvajoyê’

6 TEBAX 2026
Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê li Îzmîr û Enqereyê hatin bibîranîn

Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê li Îzmîr û Enqereyê hatin bibîranîn

20 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne