• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

Enqere / AW

15 GULAN 2026 - 20:53
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Zimanzan û nivîskar Sadik Varli ku di konsera ji bo Cejna Zimanê Kurdî de axivî bi lêv kir ku zimanê Kurdî di bin xeterê de ye û bang li gel kir ku ne tenê rojeke her roj Kurdî biaxivin.

Platforma Saziyên Demokratîk, bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li eywana Nergîsê ya navçeya Çankaya ya Enqereyê konsera zimanê Kurdî li dar xist. Bi sedan kes tevlî konserê bûn. Welatî bi cil û bergên Kurdî û bi malbatî tevlî konserê bûn. Li eywana konser hat lidarxistin pankarta li ser, “Cejna zimanê Kurdî pîroz be” dinivisî hat daliqandin. Di konserê de Koma Koroya Şanoyê ya Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER), Koma Anatoliyayê û Koroya Zarokan a Anatoliyayê yên Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê derketin ser dikê. Beşdaran jî bênavber dirûşmeyên, “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê me hebûna me ye” berz kirin.

Beriya konserê zimanzan û nivîskar Sadik Varli axivî û li ser rewşa zimanê Kurdî rawestiya. Sadik Varli di destpêka axaftina xwe de Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û wiha axivî: “Zarok hê nehatinê dinyayê di hundirê zikê dayika xwe de ziman hîn dibin. Ji ber wê jî dibêjin zimanê zikmakî. Her wiha zimanê dayikê ye. Ji ber ku zarok heta 6 saliya xwe hiş û rêmanên wî bi zimanê dayikê teşe digire. Ji bo wê jî ziman ji bo zarokan xwedî wateyeke mezin e.”

‘Parastin û pêşvebirina Kurdî li her Kurdî ferz e’

Sadik Varli di berdewama axaftina xwe de li ser dîroka axaftina zimanê Kurdî jî rawestiya û got ku destpêka axaftina zimanan li gor lêkolînan teqlîda xwezayê ye. Sadik Varli li ser polîtikayên bişaftin û tunehesibandina zimanê Kurdî jî rawestiya û rewşa Kurdî ya îro wiha vegot: “Rewşa ziman a îro mixabin ne baş e. Dogan Kiliç di helbesteke xwe de dibêje; Li Rojhilat mirovek hebû. Mala wî hebû lê nanê wî tunebû. Nanê wî hebû lê mala wî tunebû. Mala wî hebû nanê wî hebû lê vê carê êdî ew tûne bû. Mixabin rewşa Kurdî jî wisa ye. Ji berê tiştek me tune bû lê zimanê me hebû. Lê niha televizyon, rojnamê, ajans, kovar û hertiştê me heye lê Kurdî nayê axaftin em tune ne.”

‘Parastin û pêşvebirina Kurdî li her Kurdekî ferz e’

Di berdewama axaftina xwe de Sadik Varli destnîşan kir ku  ji bo ziman ji holê ranebe, parastin û pêşvebirina Kurdî li her Kurdî ferz e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê her sazî weke komîneke têkoşîna ziman bimeşîne. Divê zimanê siyasetê û bazirganiyê Kurdî be. Li welat berendamên wekiltiyê heta endamên meclisa şeredariyê divê bi Kurdî bizanibin. Zimanê Kurdî bi qasî şîrê dayikê li Kurdan helal e. Kuştina zimanê Kurdî kuştina hemû Kurdan e. Ji bo em neyên kuştin werin em li zimanê xwe xwedî derbikevin, biparêzin û pêş bixînin.”

Koroya Zarokan derket ser dikê

Piştî axaftina Sadik Varli koroya zarokan a ANKA-DERê derket ser dikê û bi peyvên Kurdî ên di destê wan de pênaseya peyvan kirin û Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin. Piştre jî koroya zarokan a Anatoliyayê derket ser dikê û şanoyeke ku qala zimanê Kurdî û têkoşîna ji bo zimanê Kurdî dike peşkûş kirin û helbest xwendin. Beşdarvanan jî bi kêfxweşî şanoya zarokan temaşe kirin û dirûşm berz kirin.

Koma Anatoliyayê derket ser dikê

Herî dawî jî Koma Anatoliyayê derket ser dikê û stranên xwe pêşkeşî beşdaran kirin. Koma Jinên Anatoliyayê bi stranên xwe beşdaran coşandin. Beşdaran jî bi stranên Koma Anatoliyayê şeveke xweş derbaskirin. Konser bi stranan bi dawî bû.

Etîket: Cejna Zimanê KurdîEnqerekonserSadik Varli
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bîranîna şehîdan ya li Colemêrgê bi serdanan didome

Li Enqereyê bîranîna şehîdan di roja 2emîn de didome

9 ÎLON 2026
Karker û rêveberên sendîkayê hatin binçavkirin

Karker û rêveberên sendîkayê hatin binçavkirin

25 TEBAX 2026
Desteya Şopandin û Tespîtê civîna yekem li dar xist

Desteya Şopandin û Tespîtê civîna yekem li dar xist

24 TEBAX 2026
ÎHD: Girtiyên nexweş ên giran Yanik, Maral û Aktaş berdin

ÎHD: Girtiyên nexweş ên giran Yanik, Maral û Aktaş berdin

22 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
Karkerên madenê cara 3yemîn hatin binçavkirin

Karkerên madenê cara 3yemîn hatin binçavkirin

13 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne