• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Berxwedana 223 karkerên di roja 289an de ye: Li dijî vîna gelê Wanê heqaret e

Wan / AW

13 GULAN 2026 - 18:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
223 karkerên ku ji aliyê qeyimê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve ji kar hatibûn derxistin, di roja 289an a berxwedana xwe berdewam kirin û gotin: “Girtina alîgiran ji deriyê paş de ne tenê li keda me, lê di heman demê de li dijî vîna hemû gelê Wanê heqaretek e.”

Li Wanê 223 karkerên ku ji aliyê qeyimê Şaredariya Bajarê Mezin ve ji kar hatibûn derxistin, çalakiya xwe ya ji bo vegera ser kar didomînin. Karkeran di roja 289an a berxwedana xwe de, li ber Edliyeya Wanê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Em karê xwe dixwazin’ , ‘Em dê bi berxwedanê ser bikevin’ hat vekirin û dirûşmên ‘bijî berxwedana karkeran’ hat berzkirin. Gelek karker tevlî daxuyaniyê bûn.

‘Hefteyek beriya niha bêyî lêkolînê kes wergirtine kar’

Serokê Şaxa Genel-Îşê ya DÎSKê ya Wanê Omer Tekîn metna daxuyaniyê xwend. Omer Tekîn diyar kir ku ew 289 roj in li benda edaletê ne û got: “Kesên ku ji bo birêvebirina şaredariya vî welatî hatine wezifedar kirin, mixabin ne wekî rêveberên giştî, lê wekî serokên bajêr ên partiya desthilatdar tevdigerin. Hê beriya hefteyekê, bêyî ku lêkolînek were kirin û li liyakatê were nêrîn; tenê bi referansa sendîkayên alîgir û bi nêzîkatiya siyasî kes girtine kar. Kesên ku ji bo kar hatine girtin, bi torpîlê û bi nêzîkatiya rêveberên heyî hatine girtin. Heta heke pêwîst be, em dikarin nav bi nav jî eşkere bikin. 223 karkerên ku hatine derxistin, kedkar in û keda her yekî ji wan herî kêm 5 sal e. Maf yê me ye, lê yên ku hatine girtin dibe ku meha xwe jî tije nekirine. Ma têgihîştina we ya heq, hiqûq û wijdanê ev e?”

‘Şaredariya Bajarê Mezin li ser nasnameyê siyasetê dike’

Omer Tekîn destnîşan kir ku ev karkerên nû li şûna 223 karkeran hatine girtin û diyar kir ku rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin bi zelalî nîşan da ku ev kar ne wijdanî, ne hiqûqî û ne jî yasayî ye. Omer Tekîn anî  ziman ku rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin bi eşkereyî diyar kir ku siyasetê li ser nasnameyê dike û ev tişt got: “Rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin dibêje; ‘Heke tu ne alîgir bî û serî netewînî, nan ji te re tune ye.’ Lê belê, reng û nasnameya nan, ked û bi birçîbûnê terbiye kirinê nîne.”

‘Li dijî vîna gelê Wanê heqaret e’

Di dawiyê de Omer Tekîn bang li siyasetmedarên bajêr kir û wiha bi dawî kir: “Em bang li hemû siyasetmedarên bajêr dikin; li ser karkeran û li ser keda karkeran siyasetê nekin, heq û hiqûqê li xwediyan vegerînin. Edaleta ku dereng dimîne, ne edalet e. Em 289 roj in li ber derî li benda edaletê ne, girtina alîgiran ji deriyê paş de ne tenê li keda me, lê di heman demê de li dijî vîna hemû gelê Wanê heqaretek e.”

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Etîket: 223 karkerBerxwedanŞaredarîWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Mahîr Dogan: Ji sêdarê ber bi maseya mizakereyê ve xeta berxwedanê biser ket

Mahîr Dogan: Ji sêdarê ber bi maseya mizakereyê ve xeta berxwedanê biser ket

17 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026
Roja duyemîn a şîna li Wanê bi dawî bû

Roja duyemîn a şîna li Wanê bi dawî bû

25 TEBAX 2026
Li Wanê dê ji bo cangoriyan şîn bê danîn

Li Wanê dê ji bo cangoriyan şîn bê danîn

23 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne