• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

ROJEVA 10ê GULANA 2026an

Navenda Nûçeyan/ AW

10 GULAN 2026 - 08:29
Kategorî: ROJANE
A A

* Bi ser şehadeta hunermenda deng zîz Hozan Mizgînê re 34 sal derbas bûn. Tevî ku salên dirêj ji ser re derbas bûn jî hunera Hozan Mizgînê ya bi têkoşîna azadiyê hatiye honandin di nava civakê de her diçe belavtir dibe.

* Sînemager û yek ji avakera Sînejînê Dîrok Artos li ser girîngiya xebatên Sînejînê û sînemaya Kurdî bi taybetî li Rojava, diyar kir ku wan hewl daye bi Sînejinê re bikaribin pirsgirêkên heyî, dîroka heyî û xeyalên siberojê bi rêya sînemayê derxin holê û bi taybetî xeyalên jinan derxin pêş û got: “Me got sînemaya Kurd hê zarok e. Em bikin ku vê zarokê mezin bikin weke sînemaya jinê jî pêş bixin û weke huner bikin pêşenga şoreşê.”

* Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê ku li Enqereyê xebatên çand û hunera Kurdî dike, ji aliyê gel vê rastî alaqayeke mezin tê. Rêveberê Navenda Çanda Anataliyayê Abbas Kiliçoglu bi lêv kir ku di 15ê Gulanê de jî ew dê bi bernameyên cur bi cur li qadan bin û bang li gel kir ku tevlî bernameyan bibin.

* 15ê Gulanê di sala 2006an de wekî “Roja Cejna Zimanê Kurdî” hat ragihandin. Îro li Tirkiyeyê rewşa zimanê Kurdî her ku diçe ber bi xirabûnê ve diçe. Kovar, rojname gelek kêm tên çapkirin, tenê 2 qanal weşanê bi zimanê Kurdî dikin.

* Endama Sekreteriya Yekîtiya Demokratîk Songul Korkmaz û kurê Mûstafa Mesût Tekîk, Çekdar Mesût Tekîk anîn ziman ku heta ji destê wan bê ew ê li ser rêya Mûstafa Mesût Tekîk û rêhevalên wî yên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bimeşin.

* Li Cizîrê dê aliyê saziyên zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk ve komxebata ziman were lidarxistin. (09:00-17:30)

* Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di çarçoveya pîrozbahiyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de dê bi dirûşma “Em ji bo zimanê xwe dibezin” ji Parka Sumerê heta Qada Şêx Seîd pêşbirka bezê li dar bixe. (11:00)

* 2yemîn Rojên Pirtûkan a Erxeniyê ku bi hevkariya Şaredariya Erxeniyê, Egîtîm Sen, YEWKURD (Yekitiya Weşangerên Kurd), DTSO, GABB, Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê û şaredariyên navçeyan tê lidarxistin dê îro bi dawî bibe. (10:00 -18.00)

* Dayikên Aştiyê yên Wanê, dê bi şîara “Ji bo dayikan diyariya herî mezin aştî ye” li ber Kampusa Girtîgeha Wanê daxuyaniyê bidin. (13:00)

* Meclîsên Dayîkên Aştiyê yên Şirnex û Mêrdînê dê li ber deriyê Giryîgeha Şirnexê bi dirûşma “Dayîk aştî, edalet û azadiyê dixwazin” daxuyanî bidin. (13:00)

* Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyanî bide. (13:00)

* Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Amedê û Êlihê dê têkildarî “Mafê Hêviyê” li ber deriyê Girtîhega Amed û Qubînê ya Êlihê daxuyanî bidin. (13:00)

* Derhênerê Şanoyê û Perwerdekarê Hunerê Ghodbedîn Sadeghî, dê li eywana ŞanoWanê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi sernavê “Têkiliya Çanda Kurdan û Şanoyê” gotûbêjekê li dar bixe. (14:00)

* ANKA-DER dê di çerçoveya bernameyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li avahiyê xwe yê li navçeya Çankayayê bernameya şanoya zarokan li dar bixe. (15:00)

* Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîkê ê di 10ê Gulana 2025an de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dabû dê di pêşengiya DEM Partiyê de li ser gora xwe bê bibîranîn. (15:30)

* Amedspor dê li Qada Newrozê ya navçeya Rezanê ya Amedê bi tevlibûna gelek hunermendan, bi bernameyekê şampiyontiya xwe pîroz bike. (16:00-23:00)

Etîket: rojev
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026
ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

20 TEBAX 2026
ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 19ê TEBAXA 2026an

19 TEBAX 2026
ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

18 TEBAX 2026
ROJEVA 17ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 17ê TEBAXA 2026an

17 TEBAX 2026
ROJEVA 16ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 16ê TEBAXA 2026an

16 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne