• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji Qada Gundogduyê bang kirin: Em ê keda xwe ji dest kedxwaran xelas bikin

Îzmîr / AW

1 GULAN 2026 - 15:46
Kategorî: KED Û ABORÎ, MANŞET
A A
Bi hezaran karker û kedkarên ku beşdarî mitînga 1ê Gulanê ya li Qada Gundogdu ya Îzmîrê bûn, bi yek dengî qêriyan ku ew ê keda xwe û mafên xwe ji destê kedxwaran xelas bikin.

Mitînga 1ê Gulanê ku ji aliyê Komîteya Amadekar a 1ê Gulanê ya Îzmîrê ve hatibû organîzekirin, li Qada Gundogdu ya Konakê birêve çû. Girseya gel ji sê milan ve ji Qada Basmaneyê, Qada Cumhuriyetê û ji ber Bendera Alsancakê ber bi qadê ve meşiya. Di meşê de pankartên wekî “Karker bibin yek, ev pergal dê biguhere”, “Di pergala xerab de çerxa saxlem nabe”, “Xwediyên rastîn ên bajêr ber bi 1ê Gulanê ve dimeşin”û “Ji bo ked, edalet, wekhevî, aştî û azadiyê em li qadan e” hatin hilgirtin.

Di dema meşê de gelek caran “Serkeftin dê bibe ya kedkarên berxwedêr” û “Bijî Berxwedana Karkeran” li asîmanên Îzmîrê deng vedan.

Ji bilî sendîka û partiyên siyasî; rêxistinên jinan û saziyên mafên mirovan jî bi rengên xwe beşdarî mitîngê bûn. Piştî axaftinên destpêkê, li ser navê karkerên Temel Contayê ku 508 roj in, ji bo mafên sendîkayî di grevê de ne, Sînem Kaya û karkerên Digel Tekstîlê axivîn.

‘Kes ne bi tenê ye’

Li ser navê Komîteya Amadekar, Nûnerê Herêma Egeyê ya DÎSKê Denîz Gumuştekîn axivî û diyar kir ku ew ji bo eşkere kirina rûyê rastîn yê vê pergalê û ji bo guhertina wê li qadê ne. Denîz Gumuştekîn bal kişand ser xizaniya karkeran û got: “Dewlemend dewlementir bûn, kedkar jî her ku çû feqîrtir bûn. Barê bacê ma ser milê karker û karmendan. Kesên teqawid bûyî li bazaran mecbûrî bermahiyên fêkiyan hatin kirin. Jin di nava çerxa tundiyê de hatin hiştin. Peymana Stenbolê hat betalkirin û canê jinan bêewlehî ma. Lê bila her kes zanibe; kes ne bi tenê ye! Jiyaneke bêyî tundî û wekhev, mafê me ye.”

‘Em ê siberoja xwe ava bikin’

Denîz Gumuştekîn destnîşan kir ku ev pergal xwezayê jî talan dike û ev yek anî ziman: “Ji bo rantê qadên jiyanê tune dikin. Gelê me yê ku ji gund û warên xwe tê derxistin, berxwedana xwe mezin dikin. Em welatekî wusa dixwazin ku ked neyê xwarin, tenduristî û perwerde ji bo her kesî be û edalet serwer be. Siberoja vî welatî em ê bi destên xwe ava bikin.”

Mitînga bi heybet, piştî axaftinan bi konsera hunermend Selda Bagcan bi dawî bû.

Etîket: 1ê GulaneİzmirQada Gundogdu
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

22 ÎLON 2026

Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026
‘Seba veradîyayîşê Mehmet Saît Yildirimî qanûnê neweyî hewce nêkenê’

Tehliyeya Mehmet Saît Yildirim cardin hate astengkirin

7 ÎLON 2026
Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

3 ÎLON 2026
ÎHD: Girtiyên nexweş ên giran Yanik, Maral û Aktaş berdin

ÎHD: Girtiyên nexweş ên giran Yanik, Maral û Aktaş berdin

22 TEBAX 2026
Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê: Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e

Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê: Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e

22 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne