• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji Rojava û Rojhilat peyamên konferansê: Destkeftî tenê dikare bi yekîtiyê bên parastin

Amed / AW

26 NÎSAN 2026 - 14:37
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Di peyamên ji Rojava û Rojhilatê Kurdistanê ji bo Konferansa Kurdên Bakur Yekîtiya Xwe ya Neteweyî Nîqaş dikin re hatî şandin de banga xurtkirina yekîtiyê hate kirin. Di peyaman de hate destnîşankirin ku destkeftiyên heyî tenê bi yekîtiya neteweyî dikarin werin parastin û misogerkirin.

Di Konferansa Kurdên Bakur Yekîtiya Xwe ya Neteweyî Nîqaş Dikin de peyamen ji Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê hatine şandin, hatin xwendin. Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed di peyama ku ji konferansê re şand de, destnîşan kir ku cihêrengiya fikran ne sedema perçebûnê, lê berovajî dewlemendiyek e.

‘Nêrînên cuda dewlemenî ne’

Îlham Ehmed di peyama xwe de balkişand ser pêşketina di aliyê yekîtiya neteweyî de û wiha got: “Tevî hemû zehmetiyên ku di dîroka Kurdan de hatine jiyîn, demên dawî nîşan dan ku cudahiyên fikir û nêrînan nebûne sedema perçebûnê. Berovajî vê yekê, ev dewlemendiyek e. Li hemberî êrişan, yekîtiya gelê Kurd û gelên din gelekî girîng e. Çi astengî derkevin pêşiya me jî, divê em wan derbas bikin. Em yekîtiya neteweyî ji dirûşmeyê derdixin û dixin pratîkê. Di vê xalê de me li Rojavayê Kurdistanê konferansek li dar xist, piştî danûstandinên bi salan me yekîtiya xwe ava kir. Ji bo ku Kurd li Sûriyeyê bigihêjin mafên xwe û bibin aliyekî çareseriyê, ev helwest pêwîst e. Li Bakurê Kurdistanê jî gelê Kurd daxwaza yekîtiyê dike.”

‘Qonaxa hişyariya siyasî û yekrêziyê ye’

Li ser navê Dîplomasiya KJARê Şîyan Horam jî di peyama xwe de balkişand ser dîzayna nû ya Rojhilata Navîn û rola yekîtiya gelê Kurd di vê pêvajoyê de. Horam ev nirxandin kirin:

“Di vê qonaxê de ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin, yekrêzî û yekîtiya gelê Kurd mijara herî jiyanî ye. Hêzên statukoparêz xwestin nasname û dîroka gelê Kurd binax bikin, lê têkoşîna me ya giranbiha hem bi pratîk hem jî bi teorî ev dîrok parast û gihand asta projeya Neteweya Demokratîk. Ev destkeftî bi pêşengiya jinên Kurd û şoreşgeran hatine afirandin. Ev qonax, qonaxeke hesas û ya hişyariya siyasî ye. Ji bo em bikaribin van destkeftiyan biparêzin, ruhê yekîtî û yekrêziyê pêwîst e. Êrişên li ser Kurdistanê, êrişên li ser hemû neteweyên din in jî; lewma divê em bi yekdengî li hemberî van êrişan bisekinin.

Projeya Neteweya Demokratîk a ku bi pêşengiya Rêber Apo û têkoşîna nîv sedsalî ya Tevgera Azadiyê hatiye afirandin, îro zemînek e ku hemû gel dikarin bi hev re lê bijîn. Projeya civaka aştî û demokratîk tenê bi yekîtî û yekrêziyê serdikeve. Em vê konferansê li mîmarê azadiyê û li hemû têkoşerên azadiyê pîroz dikin.”

Etîket: BakurBaşûrÎlham EhmedKJARKurdistanPYDRojavaRojhilatŞiyam Horam
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
3 meh in Zehra Pîrdehqan û Perwîn Qizilbaş winda ne

3 meh in Zehra Pîrdehqan û Perwîn Qizilbaş winda ne

26 ÎLON 2026
Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

26 ÎLON 2026
Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

‘Jin çirûska azadî û demokrasiyê ne

16 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne