• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DYAyê bi îdiaya ‘gendêliyê’ dest datîne ser vîlaya Mensûr Barzanî

Navenda Nûçeyan / AW

26 NÎSAN 2026 - 13:23
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Desthilatdariyên federal ên DYAyê, bi îdiaya ku pereyê kirîna wî bi riya sextekarî û bertîlgirtinê ji pereyê hikûmeta DYAyê hatiye peydakirin, hewl didin dest danên ser xaniyê vîla ê Mensûr Barzanî yê li Beverly Hillsê.

Saziyên federal ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), ji bo desteserkirina xaniyekî pir mezin û luks ê bi nirxê 30 mîlyon dolarî ku li taxa Beverly Hillsê ye, pêvajoya hiqûqî dabû destpêkirin. Hat ragihandin ku xwediyê vilayê Fermandarê Hêzên Taybet ên Pêşmergeyan Mensûr Barzanî ye. Di gilînameyê de tê îdiakirin ku Barzanî ji bo kirîna vê vilayê sextekarî li Hikûmeta DYAyê kiriye.

Bertîla sotemeniyê ya ji bo şerê li dijî DAIŞê

Li gorî nûçeya Ross O’Keefe ya ji New York Postê, Wezareta Dadê ya DYAyê Mensûr Barzanî bi girtina bertîlê ji şirketekê sûcdar dike. Ev şîrketa ku navenda wê li Vîrjînyayê ye, zêdetirî 700 mîlyon dolar ji Ajansa Lojîstîk a Parastinê ya Wezareta Parastinê ya DYAyê (DOD) wergirtiye. Ev pere ji bo gihandina sotemeniyê bo hêzên DYAyê û koalîsyonê yên ku di çarçoveya Operasyona ‘Inherent Resolve’ (Biryardariya Xwezayî) de li dijî DAIŞê şer dikirin, hatibû dayîn.

Li ser her lîtreyekê 25 sent bertîl!

Karbidestên şîrketê, ji bo ku bikaribin bi taybetî sotemeniya firokeyên jet bigihînin hêzên hevpeymanan ên li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, ev pereyê hikûmetê wekî bertîl dane Mensûr Barzanî. Rayedaran destnîşan kir ku Barzanî bi giştî bi sedan mîlyon dolar ji van şirketên bi Hikûmeta DYAyê re peyman çêkirine wergirtiye. Li gorî belgeyên dadgeha DYAyê ji serê her lîtreyek sotemeniyê 25 sent hatiye girtin.

Pere derbasî hesabê ‘trust’ê kiriye

Di gilînameyê de hate diyarkirin ku karbidestên şîrketê di bin zextê de bûn û eger sotemenî negihanda, dê peyman ji destê wan biçûya. Tê îdiakirin ku Mensûr Barzanî, ev pereyên bertîlê derbasî hesabekî ‘trust’ê kiriye (hesabê sêyem ê bawerpêkirî) da ku xaniyê luks ê li navnîşana 945 Foothill Road a Beverly Hillsê bikire û nûjen bike.

Nirxê vilayê 29 milyon dolarî e

Xaniyê ku 10 hezar metreçargoşe ye û 4 odeyên razanî û 8 serşokên wê hene, di sala 2018an de bi 20 mîlyon dolarî hatibû kirîn û piştre bi 30 mîlyon dolarî hate nûjenkirin. Li gorî daneyên malpera firotina xaniyan Zillow, niha nirxê vî xaniyê luks derdora 29 mîlyon dolar e.

Doz berdewam dike

Doza li ser mijarê, ji aliyê beşa Taybet a Pakkirina Pereyên Qirêj a Wezareta Dadê ve bi piştgiriya Ofîsa Karûbarên Navneteweyî tê birêvebirin. Li gorî parêzerên xezîneya DYAyê tê payîn di demek kin de xanî bi desteserkirin û radestî xezîneyê bê kirin. Her wiha bi boneya gendiliyê derbarê Mensûr Barzanî û gelek kesên pêre têkildar jî biryara qedexekirina ketina DYAyê tê xwestin.

Etîket: dozDYAgendêlîMensûr Barzanîvîla
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Li dijî Şaredariya Bayrakliyê operasyon: 45 kes hatin binçavkirin

Li dijî Şaredariya Bayrakliyê operasyon: 45 kes hatin binçavkirin

6 COTMEH 2026
Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026
Dadgehê daxwaza girtina kujerê Seyîthan Durdu red kir

Dadgehê daxwaza girtina kujerê Seyîthan Durdu red kir

25 ÎLON 2026
Pezeşkiyan îdîa kir ku wan êrişî herêmên cîran nekirine

Pezeşkiyan: Qedandina şer girêdayî DYAyê ye

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne