• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Platformên Ekolojîst ên Îzmîrê: Gimgim JESê naxwaze

Îzmîr / AW

21 NÎSAN 2026 - 21:52
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêxistinên ekolojiyê li Qada Qesaban a Çîgliya Îzmîrê li hev civiyan û li dijî projeyên talankirina xwezayê yên li Gimgimê pêk tên dengê xwe bilind kirin. Di daxuyaniyê de destnîşankirin ku destwerdanên li herêmê tên kirin, qirkirinên ekolojîk in.

Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê û Platforma Parastina Geliyê Periyê, li dijî gefên li ser qadên jiyanê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Di çalakiyê de dirûşma “Dest nede hewa, av û axa min” û “Gimgim ne bi tenê ye” hatin berzkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcu Gul Çubuk jî beşdarî daxuyaniyê bû û piştgirî da çalakgeran. Metna daxuyaniyê ji aliyê endama Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê, Eylem Koşar Bagic ve hat xwendin.

‘Em vê ferzkirina bêhiquqî qebûl nakin’

Eylem Koşar Bagic diyar kir ku ev hewldan ne tenê veberhênanekî enerjiyê ye û got: “Ev hewildana ku em pê re rû bi rû ne; rasterast destwerdaneke li ser ax û mîrasa me ya çandî ye. Em wekî zarokên wê axê û parêzvanên jiyanê; vê ferzkirina bêhiquqî ya li ser av, mêrg û çavkaniyên me yên debarê, bi tu awayî qebûl nakin. Hêla me jiyan e, têkoşîna me ji bo domandina vê jiyanê ye. Em bi biryar in ku vê emaneta ku me ji bav û kalên xwe girtiye, ne wekî çolekê, wekî welatekî ku jiyan jê diherike dewrî zarokên xwe bikin.”

‘JES korbûna zanistî ye’

Eylem Koşar Bagic bal kişand ser rîskên erdhejê û projeyên Santralên Jeotermal (JES) û wiha berdewam kir: “Herêma me li ser xeta şikesteka erdhejê ya herî taloke de cih digire. Di navenda erdhejê ya pileya yekemîn de çêkirina JESan, korbûna zanistî ye. Metalên giran û gazên jehrî yên ku tevli avên bin erdê dibin, tenduristiya gel, çandinî û sewalkariyê diqedînin. Ev kîmyasal ji bo çavkaniyên me yên avê rîskeke mezin a qirêjbûnê ne ku venegere.”

Banga tevlîbûna mitîngên Gimgim û Kêrevinê

Eylem Koşar Bagic di dawiya daxuyaniyê de banga tevlîbûna mitîngên ekolojiyê kir û wiha got: “Bi vê biryardariyê; em di 23ê Nîsanê de ji Îzmîrê dikevin rê. Em bang li hemû raya giştî dikin ku di 24ê Nîsanê de li Gimgimê û di 25ê Nîsanê li Kêrevinê beşdarî mitîngên me bibin û dengê me bilind bikin.”

‘Gelê dê li dijî zilm û talanê têbikoşe’

Piştî daxuyaniyê Parlamentera DEM Partiyê Burcugul Çubuk jî axivî û got: “Em dizanin ev gelê ku heta îro li dijî bi dehan talan û zilmê li ber xwe daye, dê îro jî li dijî van êrîşan bi yekitiyê têbikoşe.”

Daxuyaniya çapemeniyê piştî berzkirina dirûşman bi dawî bû.

 

Etîket: ÇalakîGimgimİzmirjes
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

22 ÎLON 2026

Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026
‘Seba veradîyayîşê Mehmet Saît Yildirimî qanûnê neweyî hewce nêkenê’

Tehliyeya Mehmet Saît Yildirim cardin hate astengkirin

7 ÎLON 2026
Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

3 ÎLON 2026
Karker û rêveberên sendîkayê hatin binçavkirin

Karker û rêveberên sendîkayê hatin binçavkirin

25 TEBAX 2026
Li Gimgimê ji bo 3 şehîdan şîn hatin danîn

Li Gimgimê ji bo 3 şehîdan şîn hatin danîn

25 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne