• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li ber wezaretê bang kirin: Bila Yusuf Tekîn îstîfa bike

Enqere / AW

18 NÎSAN 2026 - 14:32
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Egîtîm Sen, sazî û rêxistinên civakî di roja 4an de li ber Wezareta Perwerdehiyê “Nobeda Jiyanê” berdewam kirin û bang li Wezîrê Perwerdehiyê Yusuf Tekîn kirin ku îstîfa bike.

Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm Sen) ku li dijî êrişên li ser dibistanên navçeya Sêwereg a Rihayê û Mereşe pêk hatibûn li ber Wezareta Perwerdehiyê dest bi “Nobeda Jiyanê” kiribû di roja 4an de li ber Wezaretê daxuyanî da. Gelek rêxistinên civakî, partiyên siyasî û şaxên Egîtîm Sen ên bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî serdana nobedê kirin û beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de pankarta li ser, “Yusuf Tekîn îstîfa” dinivisî hat hilgirtin. Girsê bê navber dirûşmeyên, “Ev destpêk e, têkoşîn berdewam e”, “Em perwerdehiya demokratîk û laîk dixwazin” û “Kujerê zarokan rejîma qesrê ye” berz kirin.

Beriya daxuyaniyê ji bo kesên di êrişan de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyeke rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê metna daxuyaniyê ji aliyê Serokê Giştî yê Egîtîm Senê Kemal Irmak ve hat xwendin.

‘Divê Yusuf Tekîn îstîfa bike’

Kemal Irmak anî ziman ku berpirsê van bûyeran Yusuf Tekîn divê îstîfa bike û wiha got: “Hêrsa me ji êşa me mezintir e. Me 3 rojan kar berda û ev 4 roj in jî em li ber Wezareta Perwerdehiyê nobeda xwe didomînin. Ji ber ku em dizanin yên di vê avahiyê de rûniştinê şûna ewlehiya jiyana me biparêzin kursiyên xwe difikirin. Tundiya li dibistanan bi tenê ewlehiyê ve nayê pênasekirin. Ev bûyer ji perwerdehiyê heta çandê, ji aboriyê heta civakî encamên polîtikayên şaş in. Polîtîkayên tundiyê rewa dikin, polîtikayên dijberiyê dibin sedam ku zarokên 14-15 salî bibin kujer. Yên zarokan teşwîqî mafyayê û tundiyê dikin ku dibistan kirine qada tundiyê. Çareserî ew e ku polîs tevdîran bigirin. Çareserî di veguherîneke bingehîn de ye. Çareserî perwerdehiya laîk, demokratîk, perwerdehiya di mafê zimanê dayikê de, wekheviya zayendî û zanistê de ye.”

‘Têkoşîna me dê berfirehtir bibe’

Kemal Irmak diyar kir ku heta pirsgirêk bi awayekî bingehîn bên çareserkirin dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha pê de çû: “Yusuf Tekîn ji dema hatiye ser peywîrê û heta niha ji pirsgirêkên perwerdehiyê re çavê xwe girtiyê. Bi daxuyaniyan rûmeta mamosteyan binpê kiriye, dibistan kirine labaratuara birdoziyan. Heke mamostê û şagirt di dibistanan de tên kuştin berpirs hûn in. Divê Yusuf Tekîn ji civakê lêborîn bixwazê û îstîfa bike. Têkoşîna me wê ji niha şûn ve jî li her derê bidome.”

‘Rizandina civakê encama polîtîkayên dijberî, rant û tundiyê ye’

Hevseroka KESKê Ayfer Koçak jî destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe ji bo keda wan bi qîmet be bidomînin û wiha axivî: “Ji bo wê me digot; divê xizmetên tenduristiyê ji bo hemû civakê bin, demokratîk laîk, bi zimanê dayikê bin û li gor zanistê bin. Ji bo wê em têkoşîna aştî, parastina xwezayê û azadiya jinan dimeşînin. Desthilatê polîtîkayên tund di nava civakê de çêkir û dijberî ava kir. Pêşiya qetilkirina jinan vekir. Helbet berpirsên wê diyar in. Yek jî li vir e. Wezîre Perwerdehiyê ye. Ji bo wê em dibêjin îstîfa bike. Rizandina civakî encama polîtîkayên dijberî, rant û tundiyê ye. Heke em dixwazin ji vê rewşe rizgar bibin divê em bo hev re ji van polîtîkayan re bêjin na.”

Piştî daxuyaniyê beşdar axivîn û hest û daxwazên xwe anîn ziman.

Etîket: Egîtîm SenNobeta JiyanêWezîrê Perwerdehiyê Yusuf Tekîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nobeta edaletê ya karmendên ji kar hatine derxistin didome

Nobeta edaletê ya karmendên ji kar hatine derxistin didome

26 HEZÎRAN 2026
Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

22 HEZÎRAN 2026
Hevseroka KESKê Ayfer Koçak: Parastina aştiyê ne sûc e

Hevseroka KESKê Ayfer Koçak: Parastina aştiyê ne sûc e

19 HEZÎRAN 2026
Nobeta edaletê ya kedkarên ji kar hatine dûrxistin didome

Nobeta edaletê ya kedkarên ji kar hatine dûrxistin didome

12 HEZÎRAN 2026
Kedkarên ji kar hatine dûrxistin dest bi nobeta edaletê kirin

Kedkarên ji kar hatine dûrxistin dest bi nobeta edaletê kirin

5 HEZÎRAN 2026
Ji Gimgimê heta Dêrsimê: Li dijî talana xwezayê nobetên berxwedanê didomin

Ji Gimgimê heta Dêrsimê: Li dijî talana xwezayê nobetên berxwedanê didomin

31 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne