• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayik-Mirovên Şemiyê aqûbeta Talat Turkoglu pirsîn

Stenbol/AW

4 NÎSAN 2026 - 12:45
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Dayik-Mirovên Şemiyê di hefteya 1097emîn de li aqûbeta Talat Turkogluyê ê di 1ê Nîsana 1996an de hatibû binçavkirin û windakirin pirsîn. Dayikên Şemiyê destnîşan kirin ku daraz faîlan diparêze û got: “Çend sal derbas bibin bila derbas bibin em ê aqûbeta windayan bipirsin.”

 

Dayikên-Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1097emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Dayikên Şemiyê di hefteya 1097an de li aqûbeta Talat Turkogluyê yê di sala 1ê Nîsana 1996an de hatibû binçavkirin û windakirin pirsîn. Metna daxuyaniyê ji aliyê Dayika Şemiyê Sebla Arcan ve hate xwendin.

‘Daraz faîlan diparêze’

Sebla Arcan diyar kir ku ji cihê ku dayika Ziynetê hiştiye, em dipirsin, ‘Talat Turkoglu li ku ye?’ û wiha axivî: “Tu astengî lêgerîna me ya heqîqetê nikarê rawestinê. Di hefteya 1097an de jî em rastiyê bi bîr tînin. Parastina kiryaran, reşkirina delîlan û dozên ku demdorî nîşaneya polîtîkaya bêcezahiştinê ye û sedama xwe ji vê digire. Daraz faîlan diparêze.”

Derbarê Talat Turkoglu

Sebla Arcan anî ziman Dayika Ziynet li aqûbeta kurê xwe nezanî û jiyana xwe ji dest da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Talat Turkoglu 45 salî bû wekî sosyalîst dihata nasîn. Di sala 29ê Adara 1996an de ji bo serdana dayika xwe çû Edîrneyê. Li malê ji birayên xwe re got polîs li pey min in. Di 1ê Nîsana 1996an de dema ku ji bo vegera Stenbolê ji mal derket û êdî tu agahî jê nehat girtin. Serlêdanên Malbat, ÎHD, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) û rêxistinên dadê bêencam man. Saziyên fermî gotin Talat Turkoglu nehatiye binçavkirin. Di sala 1997an de endamê JITEMê Kasım Açık bû îtirafkar û li ser Talat Turkoglu gelek agahî da û diyar kir ku Talat Turkoglu li Edîrneyê hatiye girtin û bi îşkenceyê hatiye kuştin laşê wî jî avêtine Çemê Merîçê. Lê dîsa jî tu lêpirsîn nehat vekirin. Malbat serî DMME da û DMME jî Tirkiyeyê mehkûm kir. Malbat serî DMME da, di sala 2004an de DMME Tirkiyeyê mehkûm kir. Lê kiryar nehatin dîtin. Çend sal derbas bibe bila bibe em ê aqûbeta kesên winda bipirsin.”

Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê, bi dawî bû.

Etîket: Dayik-Mirovên Şemiyêhefteya 1097anQada GalatasarayêTalat Turkoglu
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

26 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
Dayikên Şemiyê aqûbeta Mehmet Gunkan pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Mehmet Gunkan pirsîn

22 TEBAX 2026
‘Bila hestiyan bidin, em ê bi destê xwe bavê xwe veşêrin’

‘Bila hestiyan bidin, em ê bi destê xwe bavê xwe veşêrin’

15 TEBAX 2026
Dosye 3: Li Stenbolê qadên dorpêçkirî Qada Galatasarayê

Dosye 3: Li Stenbolê qadên dorpêçkirî
Qada Galatasarayê

27 TÎRMEH 2026
Dayikên Şemiyê aqûbeta Hasan Gulunay pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Hasan Gulunay pirsîn

4 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne