• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Rojhilatê Kurdistanê li dijî darvekirinan greva giştî hat ragihandin

Navenda Nûçeyan / AW

20 ÇILE 2025 - 11:43
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Hizb û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê li dijî cezayê darvekirinê yê Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî, biryar dan roja Çarşemê 22ê Çileyê li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî ragihînin.

Nerazîbûnên li dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî her ku diçe zêde dibin. Divê çarçoveyê de 6 hizb û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê biryar dan ku 22yê mehê li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî ragihînin. Derbarê mijarê de daxuyaniyek hevbeş hate dayîn.

Daxuyaniya li ser navê her 6 hizb û aliyên siyasî hat dayîn, bi vî rengî ye:

“Xelkê azadîxwaz yê Kurdistanê

Di rewşek ku bihabûn, bêkarî, hejarî, gelek pirsgirêkên aborî, xizmetguzarî, nebûna azadiya siyasî bandorê li civaka Kurd û Îranê dike de, rejîma Îranê li cihê ku bersiva daxwaza civakê bide, şûrê xwe dijî girtiyên siyasî derxistiye û li Kurdistan û seranserê Îranê bi dehan çalakvanên siyasî bi darvekirinê mehkum kiriye.

Divê rewşê de, bi taybet ji ber metirsiya darvekirina Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî, pêwîste ji bo rawestandina vî cezayî pêngavek bilez were avêtin. Yek ji van pêngavene jî ragihandina greva giştî ya li Kurdistanê ye.

Grevên giştî yên li Kurdistanê hertim weke pîvana berxwedana sivîl di demên hestiyar de bûye kevneşopiyek, îro em li ber yek ji wan demên mirovîne. Pêwîste îradeya giştî rê li trajediyek din bigire, jiyana mirovên ku ji bilî heskirina gel, têkoşîna azadî û wekheviyê tiştek nekiriye, ji cezayê darvekirinê rizgar bike. Bê guman ev yekitiya giştî ku bi awayê sivilî û aştiyane xwe derdixîne pêş, dikare carek din weke şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bibe xwedî peyama xebat û parastinê ji bo hemû civakê. Ev tevger di heman demê de ji bo girtiyên siyasî yên ku her roja sêşemê li zêdetirî 30 girtîgehên Îranê bi greva xwe ya wêrekane ya ‘Na ji cezayê darvekirinê re’ dengeke.

Em weke hizb û aliyên siyasî yên ku navê xwe li binê vê daxuyaniyê dayîn, bang li hemû civakê, têkoşerên Kurdistanê dikin ku di 22yê mehê de (Roja Çarşemê) li hemû Kurdistanê, dijî hukmê darvekirinê yê zarokên me greva giştî ragihînin. Her wiha hemû navendên kar, bazar, dibistan werin girtin û bi vî awayî hêza yekîtiya giştî ya ji bo dabînkirina armancên siyasî û mirovî nîşan bidin.

Ev pêngava pêşîlêgirtinê, ji bo xilaskirina jiyana mirovan firseteke, bila em carek din nîşan bidin ku Kurdistan li hemberî hikumê ne mirovane bêdeng namîne û wê xwedî helewst be.

Bijî yekîtî û yekdengiya civaka Kurdistanê.”

Navên hizb û aliyên siyasî yên ku îmzeya xwe li binê daxuyaniyê dane wiha ne:

Partiya Azadî ya Kurdistan, Partiya Jiyana Azad ya Kurdistan (PJAK), Komeleya Şoreşgerî ya Zehmetkêşanên Kurdistanî Îran, Hizba Demokrata Kurdistanê ya Îran, Komeleya Zehetmkêşana Kurdistan, Komeleya Rêxistina Kurdistan ya Hizba Kominîsta Îran.

Etîket: darvekirinPexşan EzîzîRojhilatê KurdistanêWerîşe Muradî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji 46 welatan banga rawestandina darvekirinan

Ji 46 welatan banga rawestandina darvekirinan

2 COTMEH 2026
Li Rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin binçavkirin

Li Rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin binçavkirin

18 ÎLON 2026
Di xwepêşandanên dawî ya li Îranê de 4 hezar û 200 kes hatine kuştin

Di xwepêşandanên dawî ya li Îranê de 4 hezar û 200 kes hatine kuştin

17 ÎLON 2026
Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Amerîka û Îsraîlê tu temînat nedane Kurdan

Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Amerîka û Îsraîlê tu temînat nedane Kurdan

12 ÎLON 2026
Rejîma Îranê lez da biryarên darvekirinê

Rejîma Îranê lez da biryarên darvekirinê

31 TEBAX 2026
Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne