• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

ÎHDa Îzmîrê: Îbrahîm Tekîn demildest berdin!

Îzmîr/ AW

14 ADAR 2026 - 14:44
Kategorî: ROJANE
A A
ÎHDa Îzmirê, di çalakiya xwe ya rûniştinê ya vê hefteyê de xwest girtiyê nexweş Îbrahîm Tekîn were berdan.

 

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHDyê ya Îzmirê, çalakiya xwe ya du hefteyan carekê li dar dixe, berdewam kir. Di çalakiyê de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin. Bêdeng nebe, nebe şirîkê vî sûc!” hate vekirin. Metna daxuyaniyê endama Desteya Rêveber a ÎHDê Hatîce Erdogan xwend.

30 Salên bi êş û îşkenceyê derbas bûyî

Hatîce Erdogan di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Îbrahîm Tekîn, diyar kir ku Îbrahîm Tekîn di sala 1995an de hatiye binçavkirin, 30 rojan di bin îşkenceyên giran de maye, ji ber wan îşkenceyan, ji ber îşkenceyê tenduristiya wî zirareke mezin dîtiye û wiha got: “Îbrahim Tekîn heta niha di girtîgehên Antalya, Burdur, Buca, Nazîllî, Sêrt û Şakranê de maye. Li gorî agahiyên malbatê parve kiriye, ji ber îşkenceyê di testîsên wî de zirareke mezin çêbûye. Her wiha di girtîgehê de emeliyata fitika zikî derbas kiriye.”

Hatîce Erdogan derbarê nexweşî û zehmetiyên jiyanî yên Îbrahîm Tekîn de axivî û ev tişt gotin: “Ji ber nexweşiya apneya xewê, divê beriya xewê û dema xewê amûra oksîjenê pê re were girêdan. Ji ber astima giran amûreke mezin bi kar tîne ku dengê wê yê bilind wî û derdora wî nerehet dike. Pirsgirêkên prostat, lewaziya gurçik û kezebê, tengasiya dil û her wiha pirsgirêkên dîtinê pê re hene. Ji ber pirsgirêkên diranan nikare xwarinê bixwe û avê vexwe.”

Hatîce Erdogan anî ziman ku metirsiya jiyanî ya Îbrahîm Tekîn ê di girtîgehê de tê ragirtin heye.

Ji ber nepijarandina poşmaniyê tahliyeya wî hat astengkirin

Hatice Erdogan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir tevî Îbrahîm Tekîn di Gulana 2025an de cezayê xwe yê girtîgehê temam kiriye jî nehatiye berdan. Hatîce Erdogan da zanîn ku Îbrahîm Tekîn ji ber “poşmantiyê nepejirandiye” nayê berdan û berdana wî 11 mehan hatiye taloqkirin û got: “Divê Îbrahîm Tekînê ku cezayê xwe xelas kiriye û nexweşiyên wî yên giran hene, demildest bê berdan da ku karibe were dermankirin. Parastina mafê jiyanê yê girtiyên nexweş di berpirsiyariya dewletê de ye. Heta ku mafê jiyanê û dermankirinê neyê misogerkirin, em ê daxwazên xwe bînin ziman. Bila girtiyê nexweş Îbrahîm Tekîn bê berdan! Ji girtiyên nexweş re azadî!”

Çalakî bi çepik û çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Etîket: Girtiyê nexweşHatîce ErdoganÎbrahîm TekînÎHDa Îzmîrê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Niyazî Budak piştî 30 salan tehliye bû

Niyazî Budak piştî 30 salan tehliye bû

28 HEZÎRAN 2026
Girtiyê nexweşê giran Mehmet Elçe tevî rapora ATKê jî nayê berdan

Girtiyê nexweşê giran Mehmet Elçe tevî rapora ATKê jî nayê berdan

26 HEZÎRAN 2026

‎Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş: Divê Şeyhmus Koç demildest bê berdan ‎

20 HEZÎRAN 2026
Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

13 HEZÎRAN 2026
Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

6 HEZÎRAN 2026
Ji nêzîkatiya ‘hevalane’ ber bi gefan ve: Li Îzmîrê tora sîxuriyê

Ji nêzîkatiya ‘hevalane’ ber bi gefan ve: Li Îzmîrê tora sîxuriyê

2 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (34)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne