• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Îrmez: Çawa ku DAIŞ bi ser neket wê ev çete jî bi ser nekevin

Şirnex / AW

18 ÇILE 2025 - 14:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

DBP, DEM Partî û TJA li Şirnexê li dijî êrişên Tirkiyeyê û çeteyên giredayî wê li ser Bendava Tişrînê daxuyanî dan û kuştina sivîlan şermezar kirin.

 

Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratik (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ên Şirnexê û Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî êrişên Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê yên li ser Bendava Tişrînê daxuyanî da û nerazîbûn nîşanî êrişan dan. Daxuyanî li ber avahiya DEM Partiyê ya Şirnexê hat dayîn. Dayikên Aştiyê, Parlamenterê DEM Parti yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û nûnerên saziyên sivîl ên Şirnexê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Girseyê di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa “Rojava rûmeta me ye” hilgirtin û bê navber dirûşmeyên, “Rojava rûmeta gelê Kurd e”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Berxwedan jiyan e” berz kirin.

Di destpêkê de Hevserokê DEM Partiya Şirnexê Abdullah Gungen axivî û ev yek anîn ziman: “Em êrişa li ser sivîlan lanet dikin. Ev desthilat ji aliyekî ve qala aştiyê dike lê li aliyê din jî êrişî Rojava û gelê Kurd dike. Bêtehamûlî li ser gelê Kurd heye. Aştî û xwişk û biratî wiha nabe. Ev polîtîkayên we bi ser nakevin. Ji bilî aştiyeke mayindê tu rê tune ye. Em bi salan e tên kuştin. Lê dîsa jî em dev ji aştiyeke bi rûmet bernadin. Heta aştî pêk neyê ne gelê Kurd û ne jî gelên Tirkiyeyê nagihijîn aramiyê. Divê hemû kes li gorî pêvajo û ruhê demê tevbigere.”

‘Çawa ku DAIŞ bi ser neket ew jî bi ser nakevin’

Parlamenter Mehmet Zekî Îrmez jî axivî û bi lêv kir ku li Bendava Tişrînê welatiyên sivîl dibin armanca êrişan û wiha got: “Ev 13 sal in li Sûriyeyê komkujiyên mezin pêk hatin. Gelê Kurd li ser bingeha xeta 3yemîn bi gelê herêmê ve xwe parast. Li dijî DAIŞê berxwedanek dîrokî hat nîşandan û DAIŞ têk bir. Bi berxwedan û têkoşîna xwe gelê Kurd li hemû dinyayê hat hezkirin. Êrişên Tirkiyeyê li ser herême ranewestiyaye. Li ser gelê Rojava êrişên hovane pêk tînin. Ev zêdetirî 40 roj in li dijî Rojava êrişên Tirkiyeyê û çeteyên giredayî wê berdewam dike. Wan êrişan li dijî pergala Rojava pêk tînin. Lê bi ser nakevin. Çawa ku DAIŞ bi ser neket ev jî wê bi ser nekevin. Wê tevî hemû êrişên we jî pergal û feraseta Rojava bi ser bikeve. Tevî ku qala pêvajoyekê tê kirin jî êrişên Tirkiyeyê li ser gelê Kurd berdewam dikin. Ji bo wê jî gelê me bifikar e. Divê demildest pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Ev pêvajo ber bi merhaleyekê ve diçe. Em êrişên li ser Rojava şermezar dikin û divê ew êriş bên rawestandin. Zarok û jin jî di nav de zarok tên kuştin. Divê dawî li van êrişan bê anîn. Hevdîtinên di navbera aliyên Kurdî yên hefteyek dawî de hêviyek mezin ji bo gelê Kurd çêkir. Heke yekitiya Kurdan ava bibe ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn wê serkeftinê bîne. Em careke din bang li rêyedarên Tirkiyeyê dikin ku dev ji van êrişan berdin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: bendava tişrînêRojavaŞirnexZekî Îrmez
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne