• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojavayê Kurdistanê şehîdên Serhildana 12ê Adarê bi bîr anî

Navenda Nûçeyan / AW

12 ADAR 2026 - 16:10
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Di 22yemîn salvegera Serhildana 12ê Adarê de li bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Dêrik, Amûdê, Girkê Legê, Çilaxa û Kobaniyê daxuyanî hatin dayîn û şehîdên serhildanê hatin bi bîranîn. Meclisa Bajarê Qamişloyê daxuyaniyek li Stadyuma Şehîdên 12ê Adarê da. Bi sedan ji şêniyên bajêr, nûnerên Rêveberiya Xweser, rêxistin û tevgerên jinan, Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û tîmên sporê di daxuyaniyê de amade bûn.

Hevserokên Meclisa Bajarê Qamişloyê Ehmed Ebûsî û Henan Bekir bi Kurdî û Erebî daxuyanî xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “12ê Adarê rojek ku di bîra gelê Kurd û hemû gelên Sûriyeyê de hatiye nivîsandin e. Di vê rojê de rejîma Baasê li bajarê Qamişloyê sûcekî din li dijî gelê me pêk anî. Bi guleyan êrişê sivîlên bêçek kir û di encamê de bi dehan kes şehîd bûn, bi sedan kes jî birîndar bûn û hatin girtin. Ev komkujî ne bûyerek tenê bû, lê belê encama polîtîkayên dûrxistin û zordariyê bû ku rejîma Beasê bi dehan salan li dijî gelê Kurd domandin. Gavek ji înkarkirina nasnameya wan heya bêparhîştina ji mafên wan ên bingehîn û hewldana guhertina pêkhateya demografîk a herêmên me bû. Em soza xwe ya ji bo berdewamkirina têkoşîna siyasî û demokratîk dubare dikin. Avakirina pergala demokratîk ne-navendî mafên hemû pêkhateyan biparêzin. Salvegera 12ê Adarê ne tenê bîranîneke bi eş e, di heman demê de bîranîneke îrade û berxwedanê ye. Îradeya gelekî ku rê neda neheqiyê û biryar da ku dîroka xwe bi destên xwe binivîsîne.”

Kobanî

Desteya Ciwan û Werzîşê û Meclîsa Malbatên Şehîdan a Bajarê Kobanê ji bo bîranîna 22emîn salvegera Serhildana 12ê Adarê daxuyanî dan. Daxuyaniya Desteya Ciwan û Werzîşê li lîstigeha şehîd Bawer a Agir hate dayîn. Li ser navê saziyê Rûla Feyad daxuyanî xwend û şehîdên serhildanê bi bîr anî. Rûla Feyad balkişand ser îradeya serhildan derxistî holê û daxuyand ku dê wê îradeyê her tim xurt bikin û mafên xwe biparêzin.

Daxuyaniya Meclîsa Malbatên Şehîda li Qada Jina Azad hate dayîn. Li ser navê Meclîsê Dunya Beko daxuyanî xwend. Dunya Beko şehîdên serhildanê bi bîranîn û wiha got: “Di 12ê Adara 2004an de rejîmê xwest komployekê li dijî Kurdan pêk bîne. Lê gelê Kurd li dijî vê komployê berxwedanek mezin pêş xist. Serhildana ji Qamişlo dest pê kir û li seramserî Rojava belav bû. Bi dehan welatparêzên me şehîd xistin û gelek kesên me jî birîndar kirin. Di salvegera serhildana Qamişlo de û di van rojan de ku şer li herêma me hîn belav bûye û di navbera gel de dijminatî tê çandin. Em careke din teqes dikin ku yekane çareserî netewa demokratîke. Ji bilî vê projeya aşitîxwaz û azadîxwaz tu riyên din nayên çareserkirin. Banga me ji bo Hikûmeta Demkî ya Şamê ew e nabe dubareya rêjîma Baasê û zihniyet û kirinê wê li ser gelên Sûriyeyê ferz neke. Bila Sûriyeke demokratîk û azad be û xwîşk biratiya gelên berhema herî bi nirxe û a şehîdên me ne. Li se vî bingehî bang li xwedî li mafên gelê Kurd derkevin û dayî li komkujiyan bînin.”

Girkê Legê

Meclisa Bajarê Girkê Legê jî bi amadebûna endamên saziyên sivîl û hejmareke şêniyên bajar daxuyaniyek li Qada Azadî da. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Beşîr Sofî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Serhildana 12ê Adarê xaleke werçerxê di dîroka têkoşîna gelê Kurd de bû û wiha domand: “Keç û xortên Kurd li hember zilm û paşguhkirinê rabûn û ji bo azadî û rûmetê berdêlên mezin dan.” Her wiha hate destnîşankirin ku ev serhildan li hemberî siyasetên înkara nasname, îrade û çanda gelê Kurd qêrînek bû û hate gotin, ku bîranîna Serhildanê peyama nû ye ku îradeya gelê Kurd nayê şikandin.

Amûdê

Meclisa Bajar û Gundewarên Amûdê daxuyaniyek li Qada Jina Azad da. Daxuyanî bi amadebûna endam û rêveberên meclisê û saziyên civaka sivîl ji aliyê Hevserokê Meclisê Ebdulbaqî Omer ve hate xwendin. Omer anî ziman ku Serhildana 12ê Adarê qonaxeke girîng di têkoşîna gelê Kurd de bû. Hate bibîrxistin ku gelê Kurd li hemberî alava şer a rejîmê rabû û ji bo azadî û rûmeta xwe bi dehan şehîd û sedan birîndar da û bi hezaran girtî dan. Di daxuyaniyê de banga diyaloga nîştimanî kir ku bi sazkirina destûreke daîmî ku mafên hemû pêkhateyan mîsoger bike, encam bibe.

Tirbespiyê

Şêniyên bajarê Tirbespiyê, Meclis Malbatên Şehîdan û meclisên bajar û bajarokên Tirbespiyê, serdana gorên şehîdên serhildanê yên li bajarokên Til Marûf û Hilwayê kir. Li bajarê Hilwayê serdana gora şehîd Mihemed Emîn Seyid kir û gurzên gulan danîn ser gora wî. Li vir rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Xerma Elî axivî û diyar kir ku Serhildana 12ê Adarê bû çirûska Şoreşa Sûriyeyê ya li hemberî rejîma Baasê. Bi navê malbata şehîdan, Hesen Mihemed jî anî ziman ku ew bi şehadeta şehîdên serhildanê serbilind in û keda şehîdan pêşî li hewldanên fitne û despotîzmê girt. Li bajarokê Til Marûf jî serdana gora şehîd Ziyad Yûsif hate kirin. Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Hisên Xalid axivî û got ku Serhildana 2004an de xaleke grîng di meşa têkoşîna gel de bû.

Çilaxa

Şêniyên bajar û gundewarên Çilaxayê û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana gora şehîdê Serhildanê Ehmed Mirî Mihemed a li gundê Abirê kir û merasîmek li dar xistin. Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ahîn Şiwêş daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Serhildana 12ê Adarê sekna rûmetê ya li hemberî rejîma Baas û siyasetên wê yên paşguhkirinê bû. Her wiha hate gotin, çiqas êriş zêde bin îradeya gel jî xurt dibe. Birayê şehîd Ehmed Mirî Cemîl Mirî axivî û soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên gelê Kurd da.

Dêrik

Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Dêrikê bi çalakiyekê şehîdên serhildanê Hisên Ehmed û Welîd Şahîn bi bîr anîn. Şênî ku tev li çalakiyê bûn, ji !ada Azadî ber bi goristana Dêrikê ve meşiyan. Li goristanê piştî deqeya rêzgirtin, hevserokê Meclisa Bajarê Dêrikê Lawîn Cidai axivî. Lawîn Cidai da zanîn ku Serhildana 12ê Adarê îsbat kir ku gelê Kurd bi yekitiya xwe karibû planên qirkirin û koçberiyê vala derxistin û diyar kir ku serhildan bû sembolek di dîroka gelê Kurd de. Cidai hişyarî li ser hewldanên derxistina fitneyan di navbera Kurd û Ereban de kir û destnîşan kir ku dê rê nedin senaryoya komkujiya Qamişloyê dûbare bibe û dê aştiya navxweyî biparêzin. Di dawiya çalakiyê de gul danîn ser gorên şehîdan û dirûşmên dilsazoiya bi şehîdan re hatin berzkirin.

Etîket: AmûdêÇilaxaDêrikGirkê LegêKobanîQamişloSerhildana 12ê AdarêTirbespîyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Li Dêrikê zarokekî 11 salî winda bû

Li Dêrikê zarokekî 11 salî winda bû

20 ÎLON 2026
Xwendekaran ji Qamişlo bang kir: Em daxwaza sererastkirina biryara hînkirina zimanê Kurdî dikin

Xwendekaran ji Qamişlo bang kir: Em daxwaza sererastkirina biryara hînkirina zimanê Kurdî dikin

31 TEBAX 2026
Li Şemrex û Dêrikê serdana bîranînan

Li Şemrex û Dêrikê serdana bîranînan

31 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
Fermandariya Ewlekariya Hundirîn a Hesekê: Dê êrişkarên Qamişloyê bên cezakirin

Fermandariya Ewlekariya Hundirîn a Hesekê: Dê êrişkarên Qamişloyê bên cezakirin

12 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne