• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji KNK, Nêçîrvan Barzanî û Tevgera Goran ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê

Navenda Nûçeyan / AW

12 ADAR 2026 - 09:18
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
KNK, Serokê Herêma Kurdistana Federal Nêçîrvan Barzanî û Tevgera Goran ji bo Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim peyamên sersaxiyê dan û bal kişandin ser kesayeta şereşger û têkoşîna wî ya ji bo doza Kurdistanê.

Tevgera Goran bi boneya şehîdbûna Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim peyameke sersaxiyê weşand. Tevgera Goran, têkoşer Salih Muslim bi bîr anî û wiha got: “Ew ne tenê rêberekî siyasî bû lê di heman demê de sembola berxwedan û fedakariyê bû. Wek bavê şehîd, êşa gelê xwe bi kûrahî hîs kir û têkoşîna rizgariya neteweyî bi xwîna hezkiriyên xwe û hevalên xwe pîroz kir.” Peyama Tevgera Goran wiha ye:

Mînaka wefadarî, pagişî û sebrê bû

“Bi xemgîniyeke mezin me agahiya koça dawî ya serkirdeyê navdar yê Rojavayê Kurdistanê û hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim bihîst. Serkirdeyê nemir kesayetiyekî welatparêz û têkoşerekê dilsoz bû ku tevahiya jiyana xwe ji bo xizmeta doza rewa ya gelê Kurd terxan kir. Ew ne tenê serkirdeyekî siyasî bû. Ew sembola berxwedan û fedakariyê bû. Wekî bavê şehîdekê, wî êş û azarên gelê xwe bi kûrahî hîs kir û têkoşîna rizgariya neteweyî bi xwîna hezkiriyên xwe û hevalên xwe pîroz kir.

Koça dawî ya Salih Muslim ji bo tevgera Kurd bi giştî û bi taybetî ji bo Rojavayê Kurdistanê windahiyek mezin e. Di tevahiya jiyana xwe de, ew di têkoşîna azadî û serbilindiya gelê me de mînakek paqijiyê, wefadarî û sebrê bû. Rola wî di demên hesas yên Rojavayê Kurdistanê de, dê her tim di dîroka gelê me de bi tîpên zêrîn bimîne. Di vê dema dijwar de, em weke Tevgera Goran sersaxiyên xwe yên kûr ji malbata wî, Tevgera Kurdistanê, gelê berxwedêr yê Rojavayê Kurdistanê û hemû hevalên wî re dixwazin. Em ji Xwedê dixwazin rehma ruha wî şad bike, aştî û sebir ji bo hemûyan bibexşe.”

Nêçîrvan Barzanî: Jiyana xwe ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd da

Serokê Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya koça dawî ya hevserokê berê yê PYDê û Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim peyameke sersaxiyê weşand. Di peyamê de sersaxî ji malbata Salih Muslim û gelê Kurd re xwest. Nêçîrvan Barzanî têkildarî rola Salih Muslim wiha got: “Xwedêjêrazî Salih Muslim jiyana xwe di xebata siyasî de ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd derbas kir. Wekî pêşengekî diyar yê Kurd li Sûriyeyê, di qonaxên cuda yên têkoşînê de xwedî rolek berbiçav bû. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku canê wî bi rehm û dilovaniya xwe şa bike û aramiyê bide malbat û dostên wî.”

KNK: Salih Muslim ji bo yekrêzî û yekbûna gelê Kurd têkoşiya

Konseya Rêvebir ya KNKê ji bo wefata Endamê Desteya Hevserokatîya PYD û endamê KNKê Salih Muslim peyama sersaxiyê da. Peyama KNK’ê wiha ye: “Bi xemgînyek dilsoj têkoşerê mezin Salih Muslim, bavê Welat koça dawî kir. Bavê Welat wekî dipolatkat û siysetmedarekî şareza û yek ji pêşengê Şoreşa Rojava bû û di heman demê de endamê KNK’ê bû. Bavê Welat di hemû jiyana xwe di nav têkoşîn û xebata welatparêzî- niştimanî de bi ruheki neteweyî û can fidayetî di nav xebatê de bû û, demeke dirêj weke hevserokê Partîya Yekîtîya Demokrati bû û bavê Şehîd bû.

Em dê şopdarên xeyalên wî bin

Di demeke ku Şoreşa Rojava yê Kurdistanê û gelê Kurd bi giştî di konaxeke gelek hesas de derbas dibe malavayî li jiyanê kir. Bêguman koça dawî ya Bavê Welat xesaretek gelekî mezin bo siyaseta Kurdî ye û nemaze bo Şoreşa Rojava jî. Bavê Welat bi mîrasa têkoşînê ku li peyxe hiştiye dê di wijdana gelê Kurd de zindî bimîne. Em weke Kongreyî Neteweyî ya Kurdistanê di vê dema xemgîn de sersaxîyê bo gelê Kurdistan, malbatê, heval û hogirên wî dixwazin. Bêguman bi serxistina doza gelê Kurd xewn û xeyalên bavê Welat bo serkeftin û Azadîyê bi cîh bînin û di heman demê de em soz didin ku bi hemû hewlên xwe xewnên bavê Welat bo yekrêzî û yekbûna gelê kurd bi cîh bînin. Ruhê bavê Welat Şad be û cîhê wî bihuşt be.”

Etîket: GoranKNKNeçîrvan BarzanîSalih Muslim
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KNK: Yekkirina hêzên pêşmergeyan bibe bingeha geşkirina yekrêziya Kurdan

KNK: Yekkirina hêzên pêşmergeyan bibe bingeha geşkirina yekrêziya Kurdan

22 ÎLON 2026
KNK: Divê hesab ji berpirsên sûc û binpêkirinên li Rojava were pirsîn

KNK: Divê hesab ji berpirsên sûc û binpêkirinên li Rojava were pirsîn

13 ÎLON 2026
KNKê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

KNKê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

30 TEBAX 2026
Nêçîrvan Barzanî û Şara li hev civiyan

Nêçîrvan Barzanî û Şara li hev civiyan

3 TEBAX 2026
Mazlum Ebdî, Nêçîrvan Barzanî û Şara îro tên gel hev

Mazlum Ebdî, Nêçîrvan Barzanî û Şara îro tên gel hev

3 TEBAX 2026
Kurdan Peymana Lozanê protesto kir: Divê em bi stratejiya hevpar û yekîtiyê tevbigerin

Kurdan Peymana Lozanê protesto kir: Divê em bi stratejiya hevpar û yekîtiyê tevbigerin

25 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne