• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Şemiyê: Cuneyt Aydinlar ê ku berî 32 salan hatiye binçavkirin li ku ye?

Stenbol/ AW

28 SIBAT 2026 - 13:28
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A

Stenbol – Dayikên Şemiyê, di çalakiya xwe ya heftaya 1092yemîn de aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê bi îşkenceyê hatibû windakirin pirsîn.

 

Mirov-Dayikên Şemiyê bi daxwaza “Winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1092yemîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê û gelek parastvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê di 20ê Sibata 1994an de hatibû windakirin pirsîn. Metna daxuyaniyê Mirova Şemiyê Zelal Buldan xwend.

‘Divê demildest qedexeya li ser Qada Galatasarayê bê rakirin’

Zelal Buldan destnîşan kir ku ew di hefteya 1092emîn de tevî bendên polîsan ên qadê dorpêş kirine li çalakiya xwe didomînin û wiha got: “Em dîsa bang dikin, divê biryara AYMyê were pêkanîn û Qada Galatasarayê bê vekirin. Di rapora Komîsyona Meclîsê de tê gotin ku biryarên AYM û DMME divê werin bicihanîn. Ev gotin aşkere ye û divê qada ku em windayên xwe bi bîrtînin were vekirin. Qedexeya ya li ser Qada Galatasarayê di heman demê de qedexeya li ser şîna malbatên windayan e jî. Divê demildest qedexeya li ser Qada Galatasarayê bê rakirin.”

‘Tu amade yî? Diçî mirinê’

Di berdewamiya axaftina xwe de Zelal Buldan anî ziman ku ew di hefteya 1092yan de li aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê ku berî 32 salan hatiye winda kirin dipirsin û wiha axivî: “Cuneyt Aydinlar xwendekarê Zanîngeha Stenbolê bû. Di 20ê Sibata 1994an de seat nêzî 13.00an ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û wî birin Şaxa Siyasî ya Gayrettepeyê. 7 rojan bi awayekî veşartî di binçav de hat ragirtin. Di 27ê Sibatê de qeyda wî ya binçavkirinê hat çêkirin lê navê wî di nav kesên ku sewqî dadgehê hatibû kirin de tune bû. Di lêpirsîna malbata Cuneyt de polîsan got ku ‘di 28ê Sibata 1994an de reviya ye.’ Lê kesên ku di binçav de gotin ku ‘Cuneyt heta 2ê Adara 1994an li gel me bû.’ Polîsan îşkence li Cuneyt Aydinlar kirine û wî bi gotina “Tu amadeyi, diiçî mirin e?’ ew birine.”

‘Çend sal derbas bibin jî em ê aqûbeta windakiriyan bipirsin’

Zelal Buldan destnîşan kir derbarê bûyerê de lêpirsînekê baş nehat meşandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em di hefteya 1092an de dîsa bi bîr tînin. Heta ku aqûbeta kesên ku di binçavkirinê de neye diyarkirin dê rêya hiqûqê venabe. Têgeha ‘demborî’ ji bo kesên hatine binçavkirin ne pêkan e. Ji bona wê berpirsiyariya dewleta ya ku peydakirina Cuneyt Aydinlar didome. Êdî bes e. Çend sal derbas bibe jî em ê aqûbeta kesên hatine windakirin bipirsin.”

‘Cuneyt serî netewand’

Birayê Cuneyt Aydinlar Emrah Aydinlar jî derbarê aqûbeta birayê xwe de axivî û wiha got: “Cuneyt di sala 1994an de hat binçavkirin û îşkence lê hat kirin. Berî werin Cuneyt bibin, Cuneyt got hevalê xwe ‘Rûyê min bişo, ez ê bi serbilindî derkevim li pêşiya wan.’ Ew gotin gelek balkeş e. Cuneyt tu carî serî li hemberî wan netewand. Îro salvegera banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ e. Bi vê bangê pêvajo dest pê kir. Em jî bang dikin ku divê li aqûbeta kesên hatine windakirin divê were aşkerekirin.”

Çalakî bi danîna qurnefîlên li Qada Galatasarayê, bi dawî bû.

Etîket: Cuneyt AydinlarDayik-Mirovên ŞemiyêEmrah AydinlarQada GalatasarayêZelal Buldan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

26 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
Dayikên Şemiyê aqûbeta Mehmet Gunkan pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Mehmet Gunkan pirsîn

22 TEBAX 2026
‘Bila hestiyan bidin, em ê bi destê xwe bavê xwe veşêrin’

‘Bila hestiyan bidin, em ê bi destê xwe bavê xwe veşêrin’

15 TEBAX 2026
Dosye 3: Li Stenbolê qadên dorpêçkirî Qada Galatasarayê

Dosye 3: Li Stenbolê qadên dorpêçkirî
Qada Galatasarayê

27 TÎRMEH 2026
Dayikên Şemiyê aqûbeta Hasan Gulunay pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Hasan Gulunay pirsîn

4 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne