• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Encamên êrişên Îsraîlê zelal dibin: Windahiyên mirovî û madî hene

Navenda Nûçeyan / AW

28 SIBAT 2026 - 11:59
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Encamên windahiyên mirovî û zirarên madî yên di encama êrişên Îsraîlê de derketine holê tên zelalkirin. Li gorî çavkaniyên fermî yên Îranê, teqînên ku bi taybetî li paytext Tahranê û hin deverên din çêbûn, bûne sedema windahiya can û xesarên girîng ên madî.

Rayedarên Îranê ragihandin ku êrîş bi giranî li derdora baregehên leşkerî û cihên stratejîk pêk hatine. Piştî teqînan, tîmên alîkariya acîl û parastinê ji bo cihên bûyeran hatine şandin. Di nirxandinên yekem de hat diyarkirin ku di encama êrîşan de hem personelên leşkerî û hem jî sivîl jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Hate ragihandin ku hêj hejmarên rasteqîn a windahiya mirovîn nehatiye zelalkirin, saziyên têkildar ji bo zelalkirina windaniyan dixebitin.

Wargehên mûşekên balistîk hede hatin girtin

Li gorî agahdariyan di êrîşên Îsraîlê de gelek deverên stratejîk hedef hatine girtin. Hate ragihandin ku teqînên herî giran li paytext Tahranê û derdora wê qewimîn. Li gorî daneyan bi taybetî li hin herêmên leşkerî yên rojhilatê bajêr, navendên lêkolîn û lojîstîk û her weha cihên ku bi bernameya mûşekên balîstîk ve eleqedar hedef hatin girtin. Di nav hedefên navê wan derbasa dibe Kompleksa Leşkerî ya Parçîn ku li başûrê rojhilatê Tahranê ye û her weha herêma hilberîna mûşekan a Khojir jî hene.

Li Îsfahan û Karajê teqîn: Hedef cihên bi nûklerê re eleqedar in

Her weha hate ragihandin ku li bajarê Karajê yê parêzgeha Elburzê yê dikeve rojavayê Tahranê jî bombebaran çêbûye. Li gorî çavkaniyan dibe ku hin tesîsên pîşesazî yên bi sektora parastinê ve girêdayî li vir hedef hatibin girtin. Di hin raporan de tê ragihandin ku li Îsfahanê jî deverên ku bi binyadên nukleerî re eleqedar hetef hatin girtin. Lê heta niha agahdariyên fermî yên li ser asta zirarê nehatine piştrastkirin. Rayedarên her du welatan hîn jî lîsteya temam a armancan bi awayekî fermî belav nekirine û lêkolînên serbixwe didomin.

Şewat derketin, ceryan qut bû, avahî hilweşiyan

Li Tahranê, piştî teqînên tund li hin navçeyan qutbûnên elektrîkê qewimîne. Hate ragihandin ku pencereyên gelek avahiyan şikestin, li hin mal û avahiyan zirarên mezin çêbûne û hin erebeyan jî zirar dîtin. Medyaya herêmî got ku li hin cihên nêzîkî navendên teqînê agir derket û tîmên agirkujiyê heta sibehê li ser kontrolkirina wan xebitîn. Hate destnîşan kirin ku di encama êrişan de hind avahiyên hedef hatine girtin hilweşiyan e.

Nexweşxane di elermê, ambûlans di tevgerê de ne

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku nexweşxaneyan rewşa awarte îlan kirine û beşên acîl ji bo qebûlkirina birîndaran hatine amadekirin. Li gorî şahidên bûyerê, piştî teqînan tevgerek mezin a ambûlansan çêbûye û hin rê ji ber sedemên ewlehiyê hatine girtin.

Di ragihandinê de qutbûnek demkî pêk hat

Di warê aborî de jî, hate diyarkirin ku êrîşan bandorek sînordar lê girîng li ser hin binyadên bingehîn hiştine. Di xetên enerjiyê û torên ragihandinê de qutbûnên demkî qewimîne û di hin tesîsên pîşesaziyê de hilberîn bi demkî rawestiyaye. Pisporan dibêjin ku asta rast a zirara aborî hîn nehatiye hesibandin, lê belavbûna nezelaliyê li bazaran hate dîtin.

Îsraîl: Hedefên leşkerî tenê hedef hatin girtin

Li aliyê din Îsraîlê ragihand ku operasyon tenê li dijî hedefên leşkerî pêk hatiye. Lê rayedarên Îranê îdia kirin ku deverên sivîl jî zirar dîtine. Çavdêrên navneteweyî dibêjin ku agahdariyên destpêkê hîn sînordar in û çespandina serbixwe dem dixwazin.

Fikara êrişên nû didome

Pisporan her weha bal kişandin ser bandora psîkolojîk a êrîşan. Li Tahranê hin dibistan û sazîyên fermî ji ber fikarên ewlehiyê bi demkî hatin girtin û di nav gel de tirs û fikarên li ser êrîşên nû zêde bûn.

 

Etîket: bersiva ÎranêÊrişên ÎsraîlêRojhilatê KurdistanêTrump
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin binçavkirin

Li Rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin binçavkirin

18 ÎLON 2026
Angaşta Pentagon ji bo pesnên Trump bidin leşkerên malnişîn peywirdar dike

Angaşta Pentagon ji bo pesnên Trump bidin leşkerên malnişîn peywirdar dike

31 TEBAX 2026
DYAyê li Grava Larkê xist Îranê bersiv da

DYAyê li Grava Larkê xist Îranê bersiv da

31 TEBAX 2026
Rejîma Îranê bi mûşekan êrîşî baregeha Komele kir

Rejîma Îranê bi mûşekan êrîşî baregeha Komele kir

11 TEBAX 2026
Li Bokanê du Kurd ji ber amûrên Starlinkê bi cezayê girtîgehê hatin cezakirin

Li Bokanê du Kurd ji ber amûrên Starlinkê bi cezayê girtîgehê hatin cezakirin

11 TEBAX 2026
Rejîma Îranê êrîşî baregehên partiyên Rojhilat kir

Rejîma Îranê êrîşî baregehên partiyên Rojhilat kir

8 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne